• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Turkdogan: Di raporên partiyan de ji bo çareseriyeke mayînde pêşniyar tune ne

Mahmût Altintaş / AW

23 KANÛN 2025 - 09:11
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan têkildarî raporên partiyên siyasî ku pêşkeşî Meclîsê kirine anî ziman ku di raporên partiyên siyasî de ji bo aştiyeke mayinde pêşniyar nehatine kirin û got: “Ji bo pêvajo bi awayekî erênî bi rê ve biçe hewcehî bi qanûnên entegrasyonê heye.”

Partiyên siyasî yên endamên Komîsyona Meclîsê, raporên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd radestî Serokatiya Komîsyonê dikin. Komîsyona jî dê li gorî raporan metnek ku çaroveya qanûnî amade dike pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bike. Xebata Komîsyonê ya li ser çarçoveya qanûnî berdewam dike. Nîqaşên siyaseta demokratîk a li ser raporên partiyên siyasî didome. Nîqaşên li ser raporên partiyên siyasî di rojevê de ye.

“Mafê hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ne, mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî, qanûnên hemwelatîbûna wekhev di raporên CHP, AKP û MHPê de cih negirtin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di rapora xwe de pêşniyarên weke mafê perwerdehiya zimanê dayikê, xurtkirina rêveberiyên xwecihî, pêkanîna biryara “mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa û hemwelatbûna wekhev kir. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, raporên partiyên siyasî û qanûnên bên çêkirin nirxand.

‘Ji bo çareseriyeke mayînde di raporê de pêşniyar tune ne’

Ozturk Turkdogan rapora partiyên siyasî rexne kir û bi lêv kir ku di raporan de ji bo aştiyeke mayînde pêşniyar nehatinê kirin û got: “Me raporên partiyên siyasî yên pêşkeşî meclîsê kirin nihêrîn. Di raporan de pirsgirêk hene. Ji aliyê tespîtan vê pirsgirêk hene. Raporên hatine amadekirin ne li gorî pêşniyarên di civînên komîsyonê de ji aliyê derdorê hatine ziman in. Ji aliyê partiyên desthilatê ve pêşniyarên hewcehî bi qanûnên taybet heye û piştre avêtina gavên demokratîk çêbibe erênî ne lê ji bilî vê yekê ji bo çareseriyeke mayînde di raporan de pêşniyar tune ne. Ev jî nîşan dide ku weke me li vê mijarê nanihêrin. Hê jî ji aliyê ‘ewlehiyê’ ve li li mijarê dinêrin. Jixwe sedema pirsgirêka Kurd polîtikayên ewlehiyê ne. Bi polîtikayên ewlehiyê nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Di rapora MHPê de bal kişandine ser nasnemeya serdest û bindest. Ev yek hem li dûrî rastiya civakiyê û hem jî li dûrî hiqûqa mafêm mirovan e. Divê êdî di vê serdemê de gelên li Tirkiyeyê qebûl bikin. Bi hişmendiya sedsala derbasbûyî nirxandina mijarê bê wate ye.”

‘Kurdan berpirsyariya xwe bi cih anî divê dewlet jî gav biavêje’

Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku divê ji aliye dewletê ve jî li gorî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav bên avetin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî rastiyek heye. Ew rastî; erdnîgariya Kurdistanê ye. Birêz Ocalan dibêje; divê Kurd jî şûna netew dewleteke ku her tim di nav şer de ye ava bike bila di dewletên di nav de dijîn re di çerçoveya Netewa Demokratîk de û bi pergaleke ne navendî bijîn. Gelo ji bilî vê peşniyariyê çi pêşniyareke erênî û ji pirsgirêkan re bibe bersiv heye? Ji bo wê jî banga Aştî û Civaka Demokratîk metneke mutabakateyê. Divê neyê jibîrkirin; rehmetî Sirri Sureyya Onder piştî xwendina bangê got ji bo hewcehiyên vê metne pêk werin divê gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin. Aliyê Kurdan berpirsyariya dikeve ser milê wan pêk tîne lê divê ji aliyê dewletê ve jî li gorî vê bangê gavên pêwîst ên ji bo aştiyê biavêje. Ew jî derxistina qanûnan e û vekirina rêya demokrasiyê ye. Ji bo wê jî hûn van hemûyan bidin aliyekî û mijarê tenê bi danîna çekan sînordar bikin û bêjin; bila çekan deynin, piştre em binêrin ev yek tu baweriyê nade gelan.”

‘Ji bo pêvajo zû bimeşe hewcehî bi çêkirina qanûnan heye’

Ozturk Turkdogan bal kişand ser rapora AKPê ku tevlibûna Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) a ji bo artêşa Sûriyeyê, ji bo çêkirina qanûnan weke şertek diyar kiriye û wiha pê de çû: “Di rapora AKPê de çend şert hatine diyarkirin. Di mînakên çareseriyê yên cîhanê de berdana çekan herî dawî pêk tê û ew jî li gorî hevpeymanekê çêdibe. Lê cara yekem birêz Ocalan banga danîna çekan di serî de kir. Rêxistinê jî xwe fesîx kir. Yanî niha rêxistineke ku Tirkiyeyê tehdît dike tune ye. Wê demê divê demildest qanûn bên çêkirin. Lê hûn ji bo van qanûnan jî bêjin bila li Sûriyeyê wisa bibe, sibê jî rabin bêjin bila Başûr û Rojhilat jî wisa bibe dê çawa çareserî pêk were? Di vir de pirsgirêk heye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye. Li ser erdnîgariya Kurdistanê 4 dewlet hene ji bo wê jî rêxistinên Kurdan tenê bi welatekî ve sînorkirî nîn in. Yên Tirkiyeyê jî vê yekê dizanin. Heke wisa bêjin mijarê dirêj dikin. Ya ku bibe divê demildest qanûn bên çêkirin. Ji bo ev pêvajo zû bê meşandina hewcehî bi çêkirina qanûnan heye. Li ser teknîka qanûnan em dikarin nîqaş bikin. Lê di Sûriyê de israr dikin. Heke hûn bêjin bila Sûriyê jî wisa bibe wê demê hûn hezên navneteweyî jî tev li vê pêvajoyê dikin. Ka we digot ev pêvajoyeke ‘Herêmî û netewî’ ye?”

‘Divê heta niha şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk bihata’

Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi awayekî erênî pêşve biçe hewcehî bi qanûnên entegrasyona demokratik hene û wiha axivî: “Birêz Ocalan muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye. Heta niha biryarên girtiye ji aliyê rêxistina wî vê pêk hatiye. Divê heta niha şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk bihata ji bo pêşveçûna pêvajoyê. Di van raporan de jî cih nedanê vê yekê. Hê jî çapemeniya Tirkiyê bi zimanekî qirêj qala birêz Ocalan dike. Ev yek ji bo pêvajoyê ne baş e. Hûn bi awayî dikarin pêvajoyê heta asteke bînin lê rê li pêşiya wê tê girtin û pêvajo dixitime. Divê wisa nekin. Bi zimanekî çêker û erênî bê bikaranîn. Her wiha divê pêşiya perwerdehiya zimanê dayikê bê vekirin. Ev mafekî mirovahiyê ye. Li her derê perwerdehiya pir zimanî dibe, çima li Tirkiyeyê nebe? Ev sedsala derbasbûyî de ma. Dev jî vê yekê berdin. Yek jî çima biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk nayên. Tirkiye jî endamê konseyê ye. Mafê hêviyê jî yek ji biryara Dadgeha Mafê Mirovan e. Divê Tirkiye gav biavêje. Ev ne daxwazeke siyasî ye. Pir gavên divê bên avêtin hene. Ev gav dikarin bên avêtin. Lê ji bo pêvajo bi awayekî erênî bi rê ve biçe hewcehî bi qanûnên entegrasyonê hene.”

‘Heta aştî pêk neyê demokrasî pêk nayê’

Ozturk Turkdogan di dawiya axaftina xwe de derbarê rapora DEM Partiyê û qanûnên hewcehî pê hene ku bên çêkirin de axivî û wiha got: “Me ev yek wek qanûnên aştiyê bi nav kir. Yanî yên çek danîne, yên derveyî welat in û netewe û baweriyên derveyî hiqûqê mane; Kurd, Elewî, Laz, Çerkez, Suryanî, Ermenî û hemû netew û bawerî bila bi hiqûqî tevlibûna wan çêbibe. Divê hiqûqa wan hebe. Ji bo wê jî hewcehî bi reformeke hiqûqî heye. Ev jî di serî de bi qanûnên entegrasyona demokratîk pêkan e. ‘Qanûna terorê’ divê bê rakirin. Ji niha şûn ve bê wate ye. Hemû netew û bawerî divê bi ziman û çanda xwe azad bijîn. Me jî di rapora xwe de ev daxwaz anîn ziman. Ev daxwazên azadî jî weke daxwazên maksimalist (Hertiştî zêde xwestin) hat şîrovekirin. Ev ne daxwazên maksîmalîstin ev ji bo aştiyeke mayîndê hewcehî ne. CHPê jî dibêje pirsgirêka Kurd heye le madem wisaye dikarin pêşniyarên qanûnên entegrasyonê bikira. Divê baş be fêmkirin. Li welatên weke Tirkiyeyê heta hûn aştiyê pêk neynin hûn nikarin demokrasiyê pêk bînin. Pêşiyê divê em aştiyê pêk bînin û ewlehiya mirovan bê mîsogerkirin ku demokrasiyeke rast pêk were. Di van raporan de encama ku em derdixin, divê em têkoşîna aştiyê bilind bikin û her tim bi partiyên siyasî û muxataban re di nava muzakereyê de bin.”

Etîket: Abdullah OcalanAKPCHPDEM PartîKomîsyona MeclîsêMHPOzturk Turkdoganrapora AKPêraporên partiyên siyasî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Devlet Bahçelî: Pêkanîna qanûna çarçoveyî xala herî girîng a pêş me ye

Devlet Bahçelî: Pêkanîna qanûna çarçoveyî xala herî girîng a pêş me ye

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne