• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Qanûna yekem e ku Kurd tev li hiqûqê dibin

Enqere / AW

10 TEBAX 2026 - 15:10
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku sed sal berê Kurd derveyî qanûnê hatin hiştin û got: “Ew qanûna çarçoveyî gava yekêm e ku Kurdan tevlî hiqûqê dibin.”

Heverokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di rûniştina 2yemîn a Desteya Giştî ya Meclise de tekildarî pêşniyar qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku tê nîqaşkirin axivî.

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de di şexse Sirri Sureyya Onder de kesên ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest danê bi bîr anî. Tuncer Bakirhan anî ziman ku pirsgirêka Kurd a sed salan ji mijara ewlehiyê ber bi bingeha hiqûqê ve tê û wiha axivî: “Di destpêka komarê de pirsgirêka Kurd bi qanûnên rêveberiya bi zext û dadgehên îstîklalê hat destgirtin. Niha şanse ku em vê înkarê derbas bikin li pêş me ye. Cara yekem pirsgirêk li ser hiqûqê tê nîqaşkirin. Parlamento ji berpirsyariya vê pirsgirêke çareser bike re rû bi rû ye.”

‘Banga Abdullah Ocalan roleke avakar lîst’

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tekiliya Kurd û Tirkan a dîrokî û wiha axivî: “Niha şansek li pêşiya me ye ku em vê tekiliyê bi hiqûq û demorkasiyê mîsoger bikin. Rojên dîrokî werekiya siyasî dixwaze. Îro ew werekî li vê meclisê heye. Di navbera Mezopotamya û Anatoliyayê de xwişk-biratiya bi hezaran salan heye. Destura bingehîn a 1921an rêveberiyên herêmî re derfet vedikir. Lê piştrê ew yek xira bû. Şer êşen mezin ava kir. Sed sal berê Kurd derveyî hiqûqê hatin hiştin. Ew qanûna çarçoveyî gava yekem ku Kurdan tev li hiqûqê dibin. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan roleke avakar lîst di vê pêvajoyê de.”

‘Em ê ji bo mafên demokratîk têkoşîna xwe mezintir bikin’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ew pêşerojeke hiqûqî ya ku fikarên ewlehiyê ya gelen Tirkiyeyê û daxwaza wekheviyê ya gelê Kurd di nav hev de digirin dest û wiha pê dê çû: “Sed sal berê Kurd hatin înkar kirin û niha Kurd dînamîkên sereke yên Rojhilata Navîn in. Heke xwişk-biratiya Kurd û Tirk baş bê nirxandin, ev yek dê aştî û aramiyê tînê li Rojhilata Navîn. Li vê erdnîgariyê her tim şer hat pêşxistin û cara yekem bi qanûnan rûpelek tê vekirin. Ew gava yekem e. Ew qanûn ne tavîz e û bi vê pêvajoyê hemû kes bi ser dikeve. Em bang li gelen Tirkiyeyê dikin; Em naxwazin vî welatî parçe bikin. Bi aştiyê welat parçe nabe lê bi şer parçe dibe. Armanca me ew e ku êşên nû neyên jiyîn. Em ji fikarên gelê xwe yên ’em ê dîsa bên xapandin’ re jî dibêjin, Kurd êdî nayên xapandin. Ji bo mafên demokratîk ên gelê Kurd em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ev pêvajo ne ji bo parçebûnê lê ji bo hevgirtina civakî derfeteke mezin ava dike.”

‘Ya ku gava yekem bi wate bike demokratîkbûyîn e’

Di dawiya axaftina xwe de Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê ew gava yekem bi gavên demokratîk be mîsogerkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ya ku gava yekêm bi wate bike demokratîkbûyîn e. Piştî meha Cotmehê dema meclis vebû, divê em ji nû ve avakirineke nû ku hemû nasname, netew û baweriyên derveyî komarê ma ne pêk bînin. Gavên entegrasyona demokratîk û sereratkirinên qanûnî bên avetin. Aştî serkeftina hemû gelen Tirkiyeyê ye. Bi aştiyê êdî cenazeyên kesî nayên. Aborî dê bê xurtkirin. Helbet kemasiyên vê qanûnê hene. Daxwazên demokratîk weke mafê zimanê dayikê, xwe rêveberiyê cih negirtinê. Lê ew qanûna destpêke ya ji bo vekirina deriyê siyaseta demokratîk e. Em ê ji vî derî derbas bibin û van kêmasiyan jî temam bikin. Divê hemû netew û bawerî bi awayekî azad karibin xwe ava bikin. Em welatekî ku hemû kes bikarin wekhev û azad bijîn dixwazin.”

Etîket: qanûna çarçoveyîRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanrola avakarTuncer Bakirhanyekem qanûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne