• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Demokrasiya xwecîhî nexweş e

Navenda Nûçeyan / AW

2 MIJDAR 2025 - 14:22
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ji bo mayindebûna pêvajoya nû, xwest desthilata AKPê gavên şênber biavêje û demildest qanûnan derxe û got: “Demokrasiya xwecîhî nexweş e.”

DEM Partiyê li Stenbolê Konferansa Demokrasiya Xwecihî pêk anî. Konferans li Navenda Çandê ya Cem Karaca pêk hat. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, nûnerên gelek partiyên siyasî û sazî, şaredar, rewşenbîr, akademîsyen û welatî amade bûn.

Li salonê Pankartên “Bajarê azad, komara azad”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Civaka ekolojîk, xwezaya azad”, “Bi demokrasiya xwecihî avakirina civaka demokratîk”, “Îradeya gel, ne rejîma qeyûm” daliqandin.

‘Demokrasî nexweş e’

Di konferansê de Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî û got, “Li Tirkiyeyê ji her demê bêhtir gef li ser rêveberiyên xwecihî heye. Dema ku komar ava bû jî rêveberiyên xwecihî di bin zextê de bûn. Lê bi taybetî piştî sala 2016an pêvajoyeke nû destpê kir. Zexta navendîbûnê, zexteke cuda ya ku îradeya xwecihî desteser dike ferz kir. Demokrasiya me nexweş e, demokrasiya xwecihî hîn nexweş e. Dermanê vê nexweşiyê diyar e. Li welatên bi van êşan, bi xurtkirina demokrasiya pêk tîne.”

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku demokrasiya xwecihî en tenê rêveberiya xwecihî ye, di heman demê de demokrasiya li welêt e” û axaftina xwe wiha doman: “Qeyûm û demokrasî bi hev re nabin, bi aştiyê re qet nabe. Eger îro nîqaş li ser aştiyê tê kirin, hingî pirsgirêkek ‘bê demokrasiyê’ heye. Ne tenê qeyûm, her wiha di vê qanûnên dibin sedema qeyûman jî ji holê bêne rakirin. Demokratîkbûna giştî ji qada xwecihî derbas dibe. Ji ber ku demokrasî herî zêde li cihê rêveberiyên xwecihî tê dîtin. Divê nêzîkatiya ku çareseriyê ji navendê dike, bê terikandin. Divê em demokrasiya xwe ji qada xwecihî ava bikin.”

Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku rêveberiyên xwecihî tê wateya “mafê bajêr û aştiya bajêr” û got, “Aştiya bajêr ne tenê ji aliyê siyasî û dadgerî ve bi aliyên xwe yên çînî jî divê di rojeva me de be. Tirkiye di nava krîzeke giran a aboriyê de ye. Sedema wê jî bêedaletiya parvekirina maldarî û hatineyê ye. Ev yek herî zêde li bajarên mezin têne dîtin.”

Tûncer Bakirhan got, “Herî dawî bi vekişînê re li Tirkiyeyê veguherîneke dîrokî rû da. Ew ço ji destê wan hêzan hate girtin ku rêxistin û çek ji bo tayînkirina qeyûman weke amûr bi kar dianîn. Divê ev pêvajo bê bilêvkirin û xwedî lê bê derketin. Wê êdî ji bo Ahmet Turk nikaribin bibêjin ‘Endam, rêveberê rêxistinê’. Di nava vê salê de me têkoşîneke mezin meşand, ji bo prêveçûna pêvajoyê. Li gel ku saleek em vedibêjin, hîn jî me nekarî bersiva wateya pêvajoyê biafirînin. Dibe ku pêwendiya vê yekê bi me hebe. Lê belê hinek hîn jî weke pêvajoyeke ‘dan û standinê’ dibînin û hinek jî dibêjin, me bi desthilatdariyê li hev kirine. Lê belê dema ku qeyûm li ser TELE1’ê hate danîn em li wir bûn, dema qeyûm li Stenbolê hate danîn em li wir bûn. Em ne ew partî ne ku bi ya hinekî din dikin. Li cihekî bêhiqûqî hebe em li wir in. Kîjan partî be ji bo me ne girîng e. Ev pêvajo li gel aştiyê serketina demokrasiya xwecihî ye. Ev yek ji bo me demokrasiya bi menzîl e û pûsûlaya wê jî edalet e. Ji bo aştî û hiqûqa vê zemînê, ji bo demokrasiya xwecihî ya vê zemînê bi hezaran berdêl hatin dayin. Em ê vî karê xwe dewam bikin.

‘Yên bi hilbijartinê hatin divê bi hilbijartinê biçin’

Ji bo mayindebûna pêvajoyê divê gava şênber bê avêtin. Gava vekişînê ya herî dawî gava herî mezin bû. Lewma divê qanûnên derbasbûnê tavilê bêne derxistin. Piştre jî divê maf û azadî bêne berfirehkirin. Divê yên ku tweetê diavêje neyên girtin, rêveberiyên xwecihî bêne xurtkirin. Qanûna îdareyên taxî tavilê bê guhertin. Yên bi hilbijartinê hatine divê bi hilbijartinê biçin. Bang li welatiyên ji AK Partiyê jî dikim ku li ber vê yekê rabin. Vî gelî yên ku dest danîne ser îradeyê ji holê rakiriye. Ez di wê baweriyê de me ku li ser bingeha yekîtiya demokratîk em ê bi hevkariyê pergaleke xwe dispêre demokrasiya xwecihî diyarî vê xakê bikin. Aştî diyariyek nîne, pêvajoyeke avakirinê ye. Berpirsyariya herî mezin jî ya rêveberiyên me yên xwecihî ye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne