• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû

27 COTMEH 2025 - 12:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari anî ziman ku bi pêngava nû ya gerîla pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku pewist e êdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari derbarê pêngava nû ya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurdistanê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li oteleke navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî dan. Ewilî Tuncer Bakirhan axivî û anî ziman ku ew di pêvajoyeke ku dikare qedera Tirkiyeyê biguherîne de ne û got: “Em di şaxsê Sirri Sureyya Onder de hemû kesên ku di rêya aştiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin.”

Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêngava nû ya tevgera azadiyê û wiha axivî: “Banga birêz Ocalan a dîrokî rewşeke nû ava kir. Herî dawî jî me şahidiya demên dîrokî û kir.  Ew biryar biryarbûna aştiyê bi awayekî şênber nişan dide. Banga merhaleyeke nû û rewşeke nû ye. Divê ew firsend neyê berhewa kirin. Divê em êşên berê dûbare nekin û dest bi avakirina jiyaneke nû bikin. Piştî ku pêvajoya vêkişînê temam bû pêvajo jî dê derbasî merhaleyeke nû bibe. Ew qonax edî derbasbûna merhaleyeke nû ye. Ew ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye. Divê êdî pêvajo bi azadî û demokratîkbûnê bê xurtkirin. Hiqûq bibe mîsogeriya pêvajoyê.”

‘Divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite’

Tuncer Bakirhan anî ziman ku di gavên hatine avetin de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryardariyeke mezin nişan daye û ev tişt gotin: “Birêz Ocalan di van gavan de mîsyoneke mezin girtiyê ser xwe. Ji bo birêz Ocalan bikare rist û misyona xwe behtir bilîze divê di şert û mercên azad de bixebite. Em bang li meclisê jî dikin ku li gor berpirsyariya xwe ya dîrokî tevbigere. Biryarên di bin baneya meclise de bên girtin û qanûnên ên derxistin wê di pirtûkên dîrokî de bê nivîsandin. Divê meclis qanûnên pêvîst ên pêvajoyê amade bike. Demokratîkbûyin wê pêvajoyê xurt bike. Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûyina Tirkiyeyê pêkan e. Divê polîtikayên demokratik, aştî û azadî pêş bixin. Ew daxuyaniya duh ji bo hemû gelan bû hêvî. Divê medya jî di vê qonaxê de zimanê dijminatî terk bike û zimanekî aştiyê pêş bixe.”

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pirsgirêk bi muzakereyên demokratîk çareser dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Entegrasyona demokratik û qanûnên pêvist mîsogeriya aştiyeke mayinde ye. Em tu carî dev jî daxwaza aştiyê bernadin. Divê hemû qadên jiyanê, çapemenî, saziyên sivîl, akademîsyên û rewşenbîr jî piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ew pêngava nû ji bo hemû kesan bi xêr be. Bijî aştî, bijî xwişk û biratiya gelan.”

‘Xwedî derketina pêvajoyê berpirsyariyeke dîrokî ye’

Tulay Hatîmogullari jî diyar kir ku pêvajoya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiriye û bi daxuyaniya dûh derbasî merhaleyeke nû bûye û wiha axivî: “Wê gavê biryardariya aştiyê careke din nîşan da. Niha berpirsyariya me hemûyan jî avakirina Tirkiyeyeke demokratik e. Piştî vê pêvajoyê destpêkir, me xwe gihand hemû welatiyên Tirkiye û Kurdistanê. Me civînên gel li darxistin. Bi vê gavê berpirsyariyên nû dikevin ser milê me. Em ê jî bi hemû hêza xwe bixebitin. Serkeftina vê pêvajoya ji bo hemû gel û baweriyên di Rojhilata Navîn de wê bibe serkeftinek. Xwedî derketina vê pêvajoyê pir girîng û ji bo hemû kesan jî berpirsyariyeke dîrokî ye.”

‘Divê edî komar di sedsala 2yemîn de komar demokratik bibe’

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku ji bo pêvajo bi serkeftî bi encam bibe divê hemû civak bi berpirsyarî tevbigere û got: “Ji ber komar ne demokratîk bû, me pir pirsgirêk kişandin. Divê di sedsala nû ya komarê de em komarê demokratîk bikin. Ew berpirsyarî li ser milê me ye. Xweseriya darazê, qebûl kirina nasnameyên cuda û mîsogerkirina demokrasiyê wê komarê demokratîk bike. Em di qonaxeke dîrokî de ne ku komarê demokratîk ava bikin. Entegrasyona demokratik ve em dikarin aştiyê pêş bixin û komarê demokratîk ava bikin. Ew daxuyaniya duh jî pêvîstiya vê yekê nişan dide. Bi tevlîbûna civakê û aştiyeke civakî em armanc dikin. Ew pêvajo guherîn û vêguherandina civakê ye jî. Ji bo wê jî em bang li hemû civakê dikin ku xwe dûrî vê pêvajoyê negrin. Tevî cudahiyan jî xwedî li pêvajoyê derbikevin û em vê firsetê berhewa nekin. Divê avakarên aştiyê jin bin. Dayikên zarokên xwe di şer de windakirinê, bi xwedî derketina wan dayikan aştî wê mîsoger bibe. Civanên ku pêşeroja welatin bi xwedî derketina wan ew pêvajo mîsoger dibe. Avakirina aştiyeke mayinde berpirsyariya hemû partiyên siyasî ye.”

Tulay Hatîmogullari balkişand ser berpirsyariyên desthilatê û ew bang kir: “Eger gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin dê vê pêvajoyê mîsoger bike. Xebatên meclisê di vî warî de pir girîng in. Aştî ji bo hemû kesan e. Teqez em ê bi serbikêvin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne