• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Divê weke mutabakata dawî qanûn derbikeve

Enqere / AW

28 TÎRMEH 2026 - 13:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari anî ziman ku qanûna çarçoveyî ji bo demokratîkbûyînê dikare bingeheke xurt deyne û wiha got: “Divê di vê qanûnê de şert û mercên birêz Ocalan bi cih werin û bikaribe bi awayekî azad pêvajoyê bi rê ve bibe. Bikaribe bi hemû beşên civakê re hevdîtinan bike. Divê weke mutabakata dawî qanûn derbikeve.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li meclise axivî.

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de Partiya Nû ya Ozgur Ozel pîroz kir.

Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de bal kişand ser qanûna çarçoveyî û wiha got: “2 sal in pêvajo tê nîqaşkirin. Niha jî qala qanûna çarçoveyî tê kirin. Heyeta me di 20ê Tîrmehê de bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di 21ê Tîrmehê de birêz Numan Kurtulmuş serdana me kir û diyar kir ku beriya meclis bikeve betlaneyê qanûn dê were meclisê. Divê ew qanûn teng neyê destgirtin. Divê hemû partiyên siyasî ji bo pirsgirêka sed salî çareser bibe berpirsyarî bigirin. Birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de girîngiya bingeha qanûna çarçoveyî tînê ziman û dibêje; Divê teng û bi nîqaşên rojanê neyê destgirtin û bibe destpêka rûpeleke nû û demeke nû. Her wiha birêz Ocalan ji hemû gelên me re silav şandin. Ew nêzîkatiya birêz Ocalan ji bo çareseriyê pir bi wate ye. Çareserî bi bingeheke hiqûqî li ser wekheviyê pêkan e. Kurd hertim hatin înkarkirin lê îro Kurd û dostên wan ji bo avakirina aştiya civakî têdikoşin û muzakereyeke xurt dimeşînin. Divê veger bi awayekî teng neyê destgirtin.”

‘Divê weke mutabakata dawî qanûn derbikeve’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê qanûna çarçoveyî li ser lihevkirine pêk were û ev tişt anî ziman: “Veger ew ê ku yên derketinê sirgunê bigehejin welat, yên di girtîgehan de bigehêjin malbatê, yên ji kar hatine dûrxistin bigihêjin kar. Di qanûna çarçoveyî de bendewarî ew ê ku misogeriya demokratîkbûyînê pêk bînin. Divê di vê qanûnê de şert û mercên birêz Ocalan bi cih werin û bikaribe bi awayekî azad pêvajoyê bi rê ve bibe. Bikaribe bi hemû beşên civakê re hevdîtinan bike. Divê weke mutabakata dawî qanûn derbikeve. Divê qanûn bi mutabakatê pêk were ku li ser erdê pêk were. Heta îradeya gelan neyê naskirin demokrasî pêk nayê. Heta edalet ji bo hemû kesan wekhev nebe komar nikare demokratîk bibe. Qanûna çarçoveyî di vê çarçoveyê de dikare bibe bingehek û destpêkek. Ji bo wê jî divê em têkoşîna hevpar hîn bi xurt bi rê ve bibin. Rizgariya hemû gel û baweriyên hatine înkarkirin jî di vir de derbas dibe.”

Pirsgirêka cotkaran

Di dirêjahiya axaftina xwe deTulay Hatîmogullari bal kişand ser pirsgirêka cotkaran jî û ev tişt vegot: “Cotkar nikarin debara xwe bikin. Cotkar nikarin heqê xwe derxînin. Desthilat şûna çareseriyê bigere îhtalatê dike. Desthilata her tim qala netewperestiyê dike Tirkiye ji aliyê çandiniyê ve giredayî derveyê kiriye. Ew çawa netewperesti ye. Karkerên demsalê her sal ji bo kar li welatên xwe yan bi aliyê Behra Reş ve diçin an jî Behra Spî ve. Lê tevî van zehmetiyan jî nikarin debara xwe bikin. Ew polîtîkayên wê yên aboriyê çareseriyê nayne. Ji bo cotkar di vê rewşê de derbikevin divê piştgiriya hilberînê bê kirin, kooperatif werin avakirin, deynên cotkaran werin jêbirin. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serkeftî encam bigire ew yek jî pir girîng e. Cihên hatine qedexekirin ji welatiyan re bê vekirin û welatî bikaribin çandiniyê bikin. Her wiha karkerên bi muçeya asgarî nikarin debarê xwe bikin û kesên ji bêkar re dibêjin; Ew pergal wisa naçe û guherandina vê pergala kedxwar di destê me de ye. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”

Doza Gulistan Doku

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku di doza Gulîstan Doku de 6 sal in li pêşiya edaletê diwar hatine hunandin û wiha pêdê çû: “Şûna ku edaletê pêk bînin delîl hatine tarî kirin. Walitiyê Dersîmê Tuncay Sonel ne tiştek ji rezê ye. Hemû jî berhemên berdewama dema Suleyman Soylu ye. Divê ew dem were lêkolînkirin. Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine qetilkirin encama hişmendiya zilam e. Heta qetilkirina jinan neyê ronîkirin û edalet pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Gulistan Doku ku li Dersîmê hat qetilkirin yek jî encama bişaftin û zextan e. Li Dersîmê ku Kurd û Elewî ne polîtikayên bişaftinê li ser civakê hatiye ferzkirin. Di encama van polîtikayan de çete li wir hatine bicihkirin. Saziyên dewletê jî piştgiriya vê dikin. Êşên hatinê jiyîn hê jî di bîra me de ne. Keçên Dersîmê yên winda niha jî di şaxse Gulistan Doku de careke din pêk hatiye. Em li vir dibêjin; demildest destê xwe ji Dersîmê bikişînin.”

Qanûna ji bo zarokan

Tulay Hatîmogullari têkildarî qanûna ji bo zarokan ku li meclisê tê nîqaşkirin jî ev tişt anîn ziman: “Şûna pirsgirêkên zarokan çareser bikin ceza dikin. Sûc ne takekesî ye civakî ye. Zarok li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Bi xizaniyê re rû bi rû ne. Şûna vê pirsgirêkê çareser bikin û sedemên zarok sûcan dikin ji holê rakin ceza dikin. Weke DEM Partî me jî pêşniyarek ji meclisê kir ku Wezareta Zarokan ava bibe û mafê zarokan bê parastin. Em hêvî dikin ew qanûna zarokan ku dê were Lîjneya Giştî bi vî awayî derbas nebe û pêşniyarên me cih bi cih bînin.”

Kongreya DEM Partiyê

Her wiha Tulay Hatîmogullari bal kişand ser kongreya partiya xwe û diyar kir ku amadekariyên wan ên kongreyê berdewam dike û wiha bi dawî kir: “Ji bo kongereyê konferansên me yên bajaran qediya û konferansên herêman berdewam dikin. Em ê bi vê nexşerêya xurtkirina têkoşana hevpar a demokratik biçin kongreyê. Ji bo bi beşên cuda re jî nîqaş bên kirin komxebatên me jî didomin. Ji bo kongreyê berpirsyarî dikeve li ser milê me hemûyan. Ji hemûyan re serkeftinê dixwazim.”

Etîket: Tulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

21 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

18 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

6 ÎLON 2026
Tulay Hatîmogullari: Em amadekariya veguherîneke nû dikin

Tulay Hatîmogullari: Em amadekariya veguherîneke nû dikin

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne