• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TJAyê Rahşan Demîrel li ser gora wê bibîr anî

Navenda Nûçeyan /AW

13 ADAR 2025 - 19:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Tevgera Jinên Azad (TJA) Rahşan Demîrel a di Newrozê de bedena xwe şewitandibû, li ser gora wê bibîr anî. Dayika Rahşan Demîrelê Emîne Demîrel got: “Ew ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya û serî netewand.”

Di salên 1990î de artêşa tirk li dijî gelê kurd gelek komkujî pêk anî. Rahşan Demîrel li dijî van komkujiyan li Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xwe şewitandç Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Rahşan Demîrel bibîr bîne, li ser gora wê kom bûn û daxuyanî dan. Nûnertiyên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, malbata Rahşan Demîrel û gelek welatî tev li merasîma bîranînê bûn. Girseya ku di têketina Goristana Hecaceyê ya li navçeya Nisêbînê hate gel hev, dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û heta gora Rahşan Demîrelê meşiyan. Girseyê ji ewil çîçek danîn ser gora Rahşan Demîrel û piştre jî dayika wê Emîne Demîrel axivî. Emîne Demîrel, diyar kir ku keça wê xwe ji bo gelê Kurd û jinên Kurd feda kiriye û ev tişt anî ziman: “Beriya çalakiya xwe gelek caran dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir. Xwedê emrekî dirêj bi nesîbê Serokê me bike da ku vî gelî rizgar bike. Dema Rahşanan, Mazluman, lehengan, dema we tevan canê xwe dida we got ‘Bijî Serok Apo’. We tevan got ‘Bijî azadî’. Li dijî Kurdan zilm û komkujiyên gelek mezin hatin kirin. Têkoşiyan û serî netewandin. Xwe avêtin bin panzeran, singê xwe dan dîwarên zindanan, girtîgeh veguherandin kelehên berxwedanê. Serî netewandin. Ez jineke Kurd im. Ez siyasetmedar nînim, oldar im, birîndar im. Ez jinek im ku ji dilê min xwîn diherike. Dema dibêjin Newroz, mîna volkanan dikelim.”

‘Bibin yek’

Emîne Demîrel, anî ziman ku ji bo gelê Kurd sedsalek li paş maye lê sedsaleke nû dest pê dike û got: “Rêbertiya me di vê sedsalê de destê xwe bilind kir û aştî ragihand. Erk û berpirsyartiyek xist ser milê Kurdan. Ez bangî malbatên ku tu kesî qîmet nedayê, tu kesî bi qedrê wan nezanî, yên li ber deriyên girtîgehan sekinîn û dema cenazeyên xwe defin dikirin digotin ‘Bijî Serok Apo’ dikim; bibin yek, peywira me mezin e û biqîmet e. Îro, roja man û nemanê ye. Aqilê xwe bînin serê xwe û baş bixwînin. Dev ji hesabên biçûk berdin. Îro, roja man û nemanê ya Kurdan e. Em ê bi hev re bi destê Apo (Abdullah Ocalan) bigirin û mîna stûneke ji pola bilind bikin. Em ê hêzê bidin ku bikare azadiyê bîne û dinya qedrê wî bizane. Qewet, ji yekitiyê dibe.”

Emîne Demîrel, bang li gelan kir û wiha pê de çû: “Azadiya Serok ji bo hemûyan derman e. Mîna ku 40 salan mirov birîndarekî derman bike, muayene bike û dîsa rake ser pêyan e. Tê wateya rakirina ser pêyan a gelê bindest e. Ev, felsefeya wî ye. Êdî dema me hat, rûpelên dîrokê ji bo me vebûn. Werin em bi hev re destê Serok Apo xurt bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne