• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TJAyê li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meşiya: Em ê rê nedin jinek jî ji me kêm bibe 

Wan / AW

10 TEBAX 2026 - 20:56
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê li dijî kuştin û qirkirina jinan meşek li dar xist. Di meşê de bal kişandin ser dosyeya Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku û wiha hate gotin: “Em ê edaletê li kolanan, mafên xwe jî di nav berxwedanê de biparêzin.”

​Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî kuştina jinan û bêedaletiyê li bajarê Wanê meşek girseyî pêk anî. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Li dijî qirkirina jinan û bêedaletiyê, niha dema jinê ye” hat vekirin. Jinan dimeşê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Pêlkiriniya mêr, bêdengiya dewletê”, “Rojîn Kabaîş serhildana me ye” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Gelek jin tevlî meşa ku li pêşiya Wan AVM ya Wanê dest pê kir, bûn û heta Qada Bajar berdewam kir.

​‘Dosyaya Rojîn Kabaîş dosyaya bêedaletiyê ye’

​Piştî meşê, li ser navê TJAyê Şehrenaz Gezîcî daxuyanî xwend. Gezîcî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser windabûn û mirina Rojîn Kabaîş a li Wanê û wiha axivî:“Ev mirin ji bo me bûyereke ji rêzê nîn e. Windabûna keçeke  ciwan, piştî 18 rojan dîtina cesedê wê û piştî ewqas demê hîna zelalnebûna mirina wê, nîşan dide ku mafê jiyanê yê jinan di vê erdnîgariyê de çawa tê girtin. Em dipirsin, Çima ji roja yekem ve cidiyeta pêwîst di dosyeya Rojînê de nehat nîşandan? Çima ji bo eşkerebûna rastiyê zexta jinan û raya giştî hat li bendê girtin?”

​’Polîtîkayên şerê taybet û rejîma bêcezatiyê’

​ Şehrenaz Gezîcî destnîşan kir ku bêcezahiştin rejîmek e û bandorê li ser tevahiya dosyeyên jinan dike: “Lêpirsînên ku tên derengxistin, delîlên ku nayên nirxandin û piştguhkirina îdîayan temenê vê bêcezatiyê mezin dikin. Dosyeya Gülistan Doku jî mînaka herî diyar e ya vê yekê ye. Tu meqam ji mafê jiyanê yê jinan bilindtir nîn e. Erka dewletê ne parastina hêzdaran e, derxistina rastiyê ye. Polîtîkayên şerê taybet dixwazin îrade û jiyana jinê bêqîmet bikin.”

​’Em bêdeng nabin, em ê edaletê bînin’

​ Şehrenaz Gezîcî di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidin hev û daxuyaniya xwe wiha bi dawî anî: “Têkoşîna me tenê daxwaza edaletê ya piştî kuştinê nîn e; em jiyaneke azad, wekhev û ewle ji bo jinan diparêzin. Li ku derê azadiya jinê tune be, li wê derê demokrasiyek rastîn jî tune ye. Heta ku hemû pirsên li ser mirina Rojîn Kabaiş werin bersivandin û rastî derkeve holê, em ê vê dosyeyê bişopînin. Em ê bêdeng nemînin, ji ber ku bêdengiyê ti jin neparastiye. Em ji bo Rojînê edaletê û rastiyê dixwazin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne