• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tifaqa Kurdistanî: Newroza 2025an dê bibe Newroza azadiyê

Amed / AW

21 ADAR 2025 - 12:55
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç li ser navê Tifaqa Kurdistanî axivî û got: “Wê Newroza 2025an bibe Newroza azadiyê û serkeftinê.”

Newroza îsal bi şiyara “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” ji hêla DEM Partî, DBP û TJAyê ve tê lidarxistin. Pîrozbahî bi hemû coş û kêlecanê berdawam dike. Li ser navê Tifaqa Kurdistanê parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç derket ser dikê û axivî.

Axaftina Mehmet Kamaç wiha ye: “Ameda regnîn, paytexta Kurdistanê, keleha berxwedanê Newroza te pîroz be. Bi taybetî hemû mêvanên ji çar aliyên Kurdistanê û Rjhilata Navîn bi xêr hatine.

Newroza 2025an wê bibe Newroza azadiyê

Dema dîroka Newrozê tê gotin; Kawayê Hesinkar tê bîra mirov. Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq agirê serkeftinê û azadiyê pêxist. Îbrahîm pêxember li dijî Nemrûdê zalim têkoşîna azadiyê da. Mûsa li dijî Fîrewnê zalim têkoşîna azadiyê da. Îro miletê Kurd li çar aliyên Kurdistanê li dijî zalimên hemdem têkoşîna azadiyê dide. Roj bi roj agirê Newrozê bilind bûye. Newroza 2025an ji bo miletê Kurd wê bibe Newroza azadiyê û serkeftinê.

Têkoşîna Kawayê Hemdem dê bi ser bikeve

Em hemû miletek in, Çi Mahamabad, çi Hewler, çi Qamişlo û çi Amed, em hemû welatek in. Çi Soranî, Goranî, Kurmancî û Zazakî em hemû zimanek in. Bi hezar salan e qedexeya li ser ziman û nasnameya gelê Kurd heye. Înkar û tunehesibandin li ser gelê Kurd didome. Lê vaye li vê qadê binerin gelê Kurd ji dest ji daxwaza xwe bernade. Gelo kî dîtiye ku zimanê miletekî di mizgefta wan de hatibe qedexekirin? Têkoşîna gelê Kurd têkoşînek pîroz e. Cudabûna reng û zimanê we ji ayetên xweda ne. Bi salan e li Amedê li mizgeftan bi zimanê xwe dînî xwe hîn bibe. Ji bo vê yekê têkoşîna azadiyê ya bi Kawayê Hemdem dest pê kiriye wê bi ser bikeve.

Em banga birêz Ocalan bigihînin serkeftinê

Di 27ê Sibatê de birêz Abdullah Ocalan daxwaza aştiyek mayînde û bi rûmet kir. Em jî dibêjin, vê peyama sedsalî vala nehêlin. Viya hêvaiya baweriyê ye. Viya hêviya jiyanê ye. Viya hêviya wekhevî û biratiyê ye. Ji bo vê peyama dîrokî divê demildest gav bên avêtin. Bila li vî welatî her kes bi reng û zimanê xwe azad bijîn. Em li ser navê Tifaqa Kurdistanê silavên xwe ji we hemûyan re pêşkêş dikin û Newroza îsal newroza azadiyê û serkeftinê ye.”

Nameya girtiyan hat xwendin

Piştî axaftina Kamaç, nameya ku girtiyên ji zindanan şandiye hat xwendin. Girtiyan Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin û di nameyê de bal kişandin ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne