• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Strasbourg ji bo deh hezaran kesan amade ye

Navenda Nûçeyan / AW

15 SIBAT 2025 - 00:20
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Amadekariyên meş û mîtînga mezin a ku bi wesîleya 26emîn salvegera Komploya Navneteweyî li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, bi dawî bûn. Tê payîn ku bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyê bibin û daxwaza azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bînin ziman.

Kurdistanî û dostên wan bi wesîleya 26emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKKê pêk hat, wê li çar aliyên cîhanê dakevin qadan. Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ya ku di 10ê Cotmeha 2023yan de bi pêşengiya dostên Kurdan ve hat destpêkirin, îsal jî wê li dijî komployê çalakî bên lidarxistin.

Navenda çalakiyên li Ewropayê wê Strasbourg be. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) jî ji bo çalakiya 15ê Sibatê ku roja Şemiyê bi pêşengiya dostên Kurdan bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. Kurdistanî û dostên wan ên li çar aliyên Ewropayê wê beşdarî mîtîng û meşa navendî ya li Strasbourgê bê lidarxistin bibin.

Li benda deh hezaran e

Ji bo çalakiyê li navendên cuda yên Ewropayê bi sedan otobus hatin kirêkirin û amadekariyên teknîkî hatin kirin. Ji danê êvarê pê ve wê çalakvanên li welatên dûr bi otobusan ber bi Strasbourgê ve bi rê bikevin. Dîsa tê payîn ku gelek kes wê bi wesayîtên xwe bên bajêr û beşdarî çalakiyê bibin.

Gelek kes wê ji bakurê Fransa, Hollanda, Belçîka, Elmanya û Swîsreyê beşdarî çalakiyê bibin.

Ciwanên Kurd û enterneasyonalîst ên ku 4 roj in tevî zext, êrîş û astengiyên polîsên Elman dimeşin jî wê tevlî çalakiyê bibin. Meşvanên 26 roj in bi wesîleya 26’emîn salvegera komployê ji 26 bajarên cuda yên Fransayê dimeşin, gihîştin bajêr. Sibe jî wê meşvanên her du çalakiyan cihê xwe di mîtîng û meşê de bigirin.

Dê ji bo azadiyê biqîrin

Girseya gel wê sibê saet di 10:00 de li xaçerêya Boulevard De Metz û Boulevard Lyonê ya Strasbourgê kom bibin, wê saet di 12:00 de dest bi meşê bikin. Piştî meşa 2,5 kîlometreyan wê saet di 13:30 de li Parc D’etoile mîtîng bê lidarxistin.

Rayedarên KCDK-E’yê li bendê ne ku bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyê bibin. Di çalakiyê de wê daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin. Her wiha ji bo peyamekê bidin hêzên navneteweyî yên ku destê wan di komployê de hene û saziyên Ewropayê li Strasbourgê ne, weke navnîşana çalakiyê hat hilbijartin

Peyama Rêber Apo ya ku tê payîn wê di rojên pêş de bide, hem di amadekariyên çalakiyê de hem jî di raya giştî de coşeke mezin derxistiye holê. Piştî pêvajoyê û nîqaşên diyalogê, rayedarên Fransî diyar kirin ku ji ber beşdariyeke zêde wê çêbibe, wê cih têrê neke. Ji ber vê yekê navnîşana çalakiyê hate guhertin û qada Parc D’etoile hat destnîşankirin.

Tê payîn ku roja çalakiyê li Strasboûrgê wê hewa xweş be û baran nebare.

Bernameya mîtîngê wiha ye

13:00 vekirin

Hevserokên KCDK-E’yê wê biaxivin

Peyama Tevgera Jinên Kurd

Silavkirina çalakgerên Meşa Dirêj

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad wê biaxive

Peyama Werîşe Muradî ya ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn wê were xwendin

arlamentera Partiya Keskan a Fransayê Sandra Regol

Nûnerê YNK’ê yê Ewropayê Şex Şemal

Endamê Şandeya Îmraliyê yê berê Îdrîs Balûken

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê axaftin bên kirin

Hunermendên TEV-ÇAND’ê wê derkevin ser dikê

Parlamenterê Konseya Ewropayê yê France Insoumiseyê Emmanuel Fernandes

Ji Yekîtiya Asûriyên Ewropayê Shleymun Rhawî

Parlamenterê Konseya Ewropayê yê Sinn Feinê Paul Gavan.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne