• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sosyalîzma civaka demokratîk

Rojger Botan

16 GULAN 2025 - 08:35
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Di nava hawira şerê kapîtalîzmê û Îranê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK bi çareseriya Sosyalîzma Civaka Demokratîk alternatîfeke nû û sêyemîn ava dike.

Di 29ê Cotmeha 1923an de Komara Tirkiyeyê li ser esasên bîrdoziya Tirkbûyîn, Tûranîst, Kemalîst, Îslamîst û li ser kodên tekperest ava bû. Bi bîrdoziya Tirkbûyînê heta sala 1923an ji bo ku komarek yek dewlet, yek netew, yek ziman, yek bawerî, yek çand û hwd. ava bibe di serî de gelên Ermen, Suryan, Helen û Rûm di qirkirina civakî re derbas bûn. Bi milyonan Xirîstiyan bi polîtîkayên Îttîhat-Terrakiyê yên tekperest hatibûn qetilkirin. Piştî vê komkujiya civakî di hedefa qirkeran de gelê Kurd hebû. Pirsgirêka Kurd a sed salên dawî bi vî rengî wê rû bidaya.

Pirsgirêka Kurd bi rewşa xwe ya dijwarî bi serdema pergala kapîtalîzmê re jiya û dijî. Ev pergal bi daneheviya şaristaniyên dewlet û desthilatdariyê vesaz bû û bi awayekî sîstematîk li her derê cîhanê belav bû. Hemû nirxên madî û manewî yên çanda demokratîk bi kapîtalîzmê re hatin windakirin û li şûna wê çanda serdestî, desthilatdarî, netew-dewlet, qezenca herî zêde û qirkerî ava bû. Bi van pêkhateyan ji qirna 19emîn ve modernîteya kapîtalîst wekî êşa penceşêrê li ser cîhana Kurdistan û Mezopotamyayê digere.

Pirsgirêka Kurd a ku em heta îro jî dijîn bi pergala kapîtalîzmê re hêj dijwartir bibû. Gelê Kurd heta qirna 19emîn bi pêkhateyên Mîr, Emîrtî û bi saziya Şêxîtiyê xwedî rêveberiyên cewherî, xwecihî û xweser bûn. Lê ji vê sedsalê û şûn de nemaze dewleta Osmaniyan û Îranê bi guhertinên nû yên di çarçoveya kodên tekperest ên netew-dewlet û kapîtalîst re berê xwe dabûn rêveberiyên Kurdan. Kurdan bi taybetî li dijî êrîşên Osmaniyan hebûna xwe, ax û rêveberiyên xwe bi raperînên pêk anîn, parastin.

Vê rewşê heta sala 1923an bi awayekî sîstematîk berdewam kir. Ji ber ku serdema nû bi bîrdoziya nîjadperest, faşîst û netew-dewletê ava bibû, diviya bû dewleta osmaniyan jî li gorî vê rewşê veguheriya û Tirkbûyîna ku dihat xwestin ava bikira. Serkêşên van polîtîkayan Îngîlîstan, Fransa û sermayeya cihûyan bû. Bi partiya Îttîhat-Terrakiyê re bîrdoziya Tirkbûyîn, Tûranîst û Îslamîst vesaz bibû. Komara Tirkiyeyê li ser van kodên faşîst ava bibû û bi vî rengî gelên Ermen, Suryan, Helen, Rûm û herî dawî gelê Kurd di qirkirina çandî û civakî re derbas bibûn.

Ev pirsgirêk di nava van sed salên dawî de bi vî awayî destpê kiribû. Di 23ê Tîrmeha 1923an de Peymana Lozanê bi dewletên kapîtalîst re hatibû îmzekirin û Kurdistan li ser nexşereya nû hatibû perçekirin. Ji sala 1925an şûnde dewleta Tirk polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan dijwartir kiribû. Plana Reforma Rojhilat, avakirina Dadgeha Îstîklalê û Peymana Enqereyê (5 Hezîrana 1926an) ya ku li ser Mûsûl-Kerkukê bi Îngîlîstanê re hate îmzekirin agahiya polîtîkayên dijwartir ên li dijî Kurdan dida.

Gelê Kurd li dijî van polîtîkayên qirkirinê helbet wekî her carê li ber xwe dan. Kurdan di raperîna Şêx Saîd, di raperîna Agirî û ya Seyîd Riza de parastina hebûn û axa xwe kirin. Dewleta Tirk li ser van raperînên Kurdan bi dijwartir êrîş kirin û bi deh hezaran Kurd di komkujiya fîzîkî û çandî re derbas kir. Êdî navê Kurdan, çand, huner û stranên Kurdan û hebûna Kurdan hatibûn qedexekirin. Kurd êdî wekî ku dîroka Tirk a sextekar dibêje dema ku di nava berfê de meşiyan e dengê “Qert û Qûrtê” ji wan hatiye û bi vî rengî ji nava Tirkan derketine û bûne Kurd. Bi vê hişmendiyê dewleta Tirk sed salin bi faşîzma spî, reş û kesk a Tirk ji bilî îmha, înkar û tasfiyekariyê tu tiştek din nekir.

Komkujiyek ewqas bi dijwarî li ser hebûn, çand û zimanê Kurdan re derbas bibû. Ji salên 1938an heta avakirina PKKê ya sala 1978an li Kurdistanê bi gotina Rêber Ocalan bêdengiyek mirî hebû. PKK li ser ewqas pêkhateyên dewleta Tirk a li dijî Kurdan ava bibû. Avakirina PKKê li gel ewqas qirkirinên dewleta Tirk de tenê encam e. Heke îro careke din pirsgirêka Kurd di rojevê de be, divê cara yekemîn pêkhateyên Komara Tirk a li dijî Kurd, Ermen, Suryan, Pontûs û Rûman de bê nirxandin.

Piştî 47 salên têkoşînê, PKKê di 5-7 Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn pêk anî û di çarçoveya perspektîfên Rêber Ocalan de xwe fesih kir. Ev biryar ne tunebûn, xelasbûn an jî îflasbûna PKKê ye. Berevajiya vê PKK, di şert û mercên Kurdistanê de û konjonkturên cîhanî yên diguherin de pêwîst bû ku biryarek bi vî rengî bigire û bi rêxistinên cûr be cûr xwe jinûve ava bike.

Rêber Ocalan dixwaze di nava hawira dijwar a li Rojhilata Navîn de PKKê û gelê Kurd û gelên herêmê ji nava fetisandina şer, krîz û kaosê de derbixîne. Lewre niha di navbera Îran-Rûsya-Çîn û Emerîka-Îsraîlê de şerê modernîteyê tê dayîn. Heta niha ev her du blok ji bo ku gelê Kurd tev li xetên wan bibin polîtîka dimeşandin. Lê gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd bi paradîgmaya Rêber Ocalan a modernîteya demokratîk xeta xwe wekî xeta 3yemîn zelal kir.

Di nava hawira şerê kapîtalîzmê û Îranê de Rêber Ocalan û PKK bi çareseriya Sosyalîzma Civaka Demokratîk alternatîfeke nû û sêyemîn ava dike. Lewre ne pergala kapîtalîst ne jî faşîzma kesk a ku serê wê Îran dikêşe nikare ji pirsgiran re bibin çareserî. Bi fesihkirina PKKê serdema avakirina civaka demokratîk, komunalîst, ekolojîk û azadiya jinê xurttir dibe. Lewre gelê Kurd wê bi komun, meclîs, akademî, kooperatîf û hemû saziyên xwe yên civakî re xeta sêyemîn bi polîtîkaya demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî biparêze û dê sosyalîzma civaka demokratîk vesaz bike.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

21 TEBAX 2026
Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

21 TEBAX 2026
Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

21 TEBAX 2026
Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

21 TEBAX 2026
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne