Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li ser sînorê Kobanê salvegera 14an a Şoreşa Rojava pîroz kir û destnîşan kirin ku ji bo parastina şoreşê divê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û gotin: “Rêberê Gelê Kurd re azadî, ji şoreşa Rojava re statû.”
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê bi boneya salvegera 14an a Şoreşa Rojava ku Kobanê ji DAIŞê hat paqijkirin, daxuyanî da. Daxuyanî li Parka Kobanê ya li ser sînorê Kobanê hat lidarxistin û gelek welatî tevlî bûn. Beriya daxuyaniyê salvegera şoreşê bi coşeke mezin hat pîrozkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Di dema daxuyaniyê de postera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin.
‘Mirateya Arîn, Viyan, Ebû Leyla û Amaran e’
Daxuyaniya li ser wate û girîngiya rojê ji aliyê Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Kubra Tavze ve hat xwendin. Kubra Tavze bal kişand ser wateya vê şoreşê ya ji bo wan û wiha got: “Şoreşa Rojava ne tenê guhertineke herêmî ye, dengvedana veguhastina jiyan, siyaset û civakê ye. Ev şoreş ne tenê li çolên Sûriyeyê, ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê deng veda û çokên kapîtalîzma hegemon dihejîne. Rojava ne tenê erdnîgariyek e; vegereke bîr û gel a li xwe ye. Şoreşa Rojava destkeftiya şonkûr a ruhê berxwedana Kurdê ku bi sedsalan e tê tepisandin û jina Kurd a ku dihat bêdengkirin e. Xeyala hezaran şehîdan, bêhna hevpar a milyonan e. Ev şoreş mîrateya ku Arîn, Viyan, Ebû Şeyla û Amaran ji me re hiştiye ye.”
‘Divê azadiya fizîkî ya Rêbertiya me were dabînkirin’
Kubra Tavze bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev bang kir: “Rêbertiya me ku mîmarê Şoreşa Rojava û pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk e, di bin tecrîdê de ye. Tecrîda li ser Rêbertiya me, li ser pêvajoya aştiyê, civaka demokratîk û vîna jiyana hevpar a gelan hatibû sepandin. Em careke din bi bîr tînin ku riya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Wek ciwanên welatparêz em vê tecrîda giran qebûl nakin. Divê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me were dabînkirin. Em wek ciwan dê tecrîdê bişkînin, xwedî li vîna jiyana azad a gelan derkevin û têkoşîna xwe ya li ser riya demokratîkleşînê mezin bikin.”
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û bal kişand ser wate û girîngiya Şoreşa Rojava û wiha got: “Em ji vir Şoreşa Rojava silav dikin. Rojava bi berdêlên mezin hat qezenckirin û gihîşt îro. Em xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin, ji ber ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Bi vîna jinê dest pê kir, bi tevgera YPJê bi pêş ket û bi yekîtiya jinên enternasyonalîst li cîhanê deng veda. Îro li Şengalê jinên Kurd û Elewî bi xêra Şoreşa Rojava li ber xwe didin. Em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku xwediyê paradigmaya avakirina Şoreşa Rojava ye silav dikin.”
‘Ji Rêberê Gelê Kurd re azadî, ji şoreşa Rojava re statû’
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Ji bo parastina Şoreşa Rojava pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk girîng e. Dirûşm û daxwaza me diyar e, em dibêjin; ‘Ji Rêberê Gelê Kurd re azadî, ji Şoreşa Rojava re statû’.”
Daxuyanî piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.


















