• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Şoreşa Rojava îspat kir ku jin jiyanê diafirînin’

Mahmût Altintaş / AW

24 MIJDAR 2025 - 10:21
Kategorî: ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Bêrîtan Xalid û Lîlav Elî ku li Rojava rojnamegeriyê dikin diyar kirin ku bi Şoreşa Rojava re jin li hemû qadan pêşengtiyê dikin û gotin ku şoreşê îspat kiriye ku jin jiyanê dihûnînin û diafirînin.

Li hemû cîhanê 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî bi çalakî û xebatan tê pêşwazîkirin. Jinên ku di bin pergala desthilatê-mêrperestiyê de ji mafên xwe bêpar tên hiştin û bi tundiya serweriya mêran re rû bi rû ne, di vê rojê de li hemû qadan dengê xwe bilind dikin. Pergala desthildatdariya zilam û serdestiya zilam li ser civakê dibe sedem ku jin li hemû qadên jiyanê yên weke rêveberî, lêşkerî, siyasî û aborî dûr bikevin û di çerçoveya pergalê de bijîn û rola pergalê daye wan pêkbînin. Bi vê yekê jin ji rastiya xwe dûr dikevin û di nava pergalê de rastî êrişên zayendî, derûnî û her curê êrişan tên.

Pergala desthilatdariya zilam bû sedem ku jin ji xwebûna xwe dûr bikevin û ji zilam re xizmetê bikin. Bi Şoreşa Rojava re pergala desthildatdariya zilam jî têk çû û jin careke din vegeriyan li ser rastiya xwe. Li hemû cihanê pergala desthildatdariya zilam serdestê û jin ji hemû mafan bêpar in. Lê li jiyana nû bi pêşengiya jinan tê ava kirin û ji ber vê yekê şoreşa Rojava weke şoreşa jinan tê pênasekirin. Li Rojava jin ji rêveberî heta lêşkeriyê ji lêşkeriyê heta perwerdehiyê, ji tenduristiyê heta hemû qadên jiyanê pêşengtiyê dikin. Rojnameger Lîlav Elî û Berîtan Xalid 8 sal in di karê ragihandinê de dixebitin bi pênûsa xwe Şoreşa Rojava ji hemû dinyayê re vêdibêjin. Bi mebesta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî Lîlav Elî û Berîtan Xalid ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Sînorên civak û malbatê nas nekir’

Rojnameger Lîlav Elî diyar kir ku wê di ajansa jinan de dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û dema dest bi kar kiriye rastî gelek zehmetiyan hatiye. Lîlav Elî bi lêv kir ku li dijî zextên civakî û malbatî jî wê dev ji karê rojnamegeriyê bernedaye û wiha got: “Mebesta min a tevlibûna xebatên ragihandinê; weke jineke ku di nava civakê de her tim hatibûn sînorkirî ji vê pergalê re bêjin êdî na. Dema ez tev li nava karên ragihandinê bûm rastî gelek zehmetiyan hatim. Hê destpêka şoreşê bû. Malbatê jî nedixwest ku keça wan bi tena serê xwe bixebite. Ne tenê ez hemû hevalên jin ên di nava xebatên ragihandinê de cih digirtin rastî van zehmetiyan dihatin. Hem ji aliyê civakê ve hem jî ji aliyê malbatê ve rastî neqebûlkirinê dihatin. Lê me ji ber ku dixwest em ji dîroka xwe vegerin, xwebûna xwe nasbikin û hebûna xwe xwedî derbikevin di xebatên ragihandinê de israr kir.”

‘Bi şoreşa Rojava re jin vegeriyan li ser xwebûna xwe’

Lîlav Elî destnîşan kir ku bi şoreşa Rojava re jin vêgeriyane xwebûna xwe û axaftina xwe wiha domand: “Bi saya Şoreşa Rojava jin di asta rêveberiyê de jî di hemû qadên jiyanê de jî xwedî rol û mîsyon in. Heke ew şoreş pêknehatina helbet me nedikarî vî karî jî bikin. Şoreşê rê li ber me vekir. Beriya şoreşê jin hem ji aliyê rejîmê ve hem jî ji aliyê civakê ve rastî zehmetiyan dihatin. Pêwîstî bi bêhnekê hebû ku jin bêjin, ‘Ez jî heme’ Şoreşa Rojava jî ji vê pêwîstiyê re bû bersiv. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi çirûskêk ji jinên di hundirê malê de hatibûn qefeskirin û serî li hemberî tundiyê tewandibûn. Jin niha di qada şer de, di qada rêveberî, dîplomasî û ragihandinê de pêşengtiyê dikin. Şoreşa Rojava ispat kir ku jin jiyanê diafirîne û civakê ava dike. Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinan û bi saya hezaran şehîdan pêkhat bandoreke mezin li tevahiya herême jî kir.”

‘Di şer de jî dibin dengê jinan’

Lîlav Elî bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û şerê li herêmê tê jiyîn û anî ziman ku ew jî ji şer bandor dibin. Lîlav Elî bi lêv kir ku di şer de jî ew hewl didin bibin dengê jinan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her tim êriş û gef li ser herême hene. Weke xebatkarên jin ên ragihandinê em jî ji van êrişan bi bandor dibin. Xwestin rastiya gel qir bikin û jiyana vir têk bibin. Dema êriş kirin jî rast e rast rojnameger hedef girtin. Bi taybetî jî jinên rojnameger ku hertim dixwaze rastiyê derbixîne. Di dema êrişan de jî me hewl da rastiyê ragihandin. Ji ber ku em xwedî doz in û xwedî vîn in. Me moral ji şervanên parastina me dikirin digirt û bi rihê şervanan me rastî radigihand. Gelek hevalên me di vê oxirê de şehîd ketin. Hevalên me yên nêzbûn. Em bi şehadeta wan pir êşiyan lê me pênûs û kameraya wan hilgirt. Em hewldidin ji pirsigrêkên jin û civakê re bibin bersiv. Sibe 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan e. Li herêmên Suriyeyê ku di bin rêveberiya rejîma Şamê de ye tundî li ser jinan jî berdewam dike. Bi şoreşa Rojava re her çiqas tundî kêm bûn jî em bi têkoşîna xwe hewl didin tundî bi temamî ji holê rakin. Bi şoreşa Rojava re hişmendiya zilaman jî diguhere û zilam jî bixwe li dijî tundiya li jinan tê kirin çalakiyan li dar dixînin. Lê li Suriyeyê bi hikumeta Şamê re jin li saziyan hatin dûrxistin û dixwazin pergaleke cîhadîst ava bikin û hebûna jinan têk bibin. Ji ber wê jî jinên li Rojava têdikoşin dixwazin têkoşîna xwe derbasî herêmên din ên Suriyeyê bikin û jinên Suriyeyê jî ji vê pergalê rizgar bikin û li dijî tundiyê têkoşîneke hevpar bidin. Em jî dibêjin; heta jinek jî rastî tundiyê were em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê hewl bidin bi xebatên xwe bibin dengê jinan.”

Di temenekî biçûk de xwest bibe dengê civakê

Rojnameger Berîtan Xalid jî di Ronahî TVyê de dixebite. Berîtan Xalîd diyar kir ku wê her xwestiye bibe dengê jin û civakê û ev tişt anîn ziman: “Tevî kêm derfet û rewşa li herêmê jî me hewl da rê li ber civakê vebikin. Ez jî weke jineke rojnameger di temenê biçûk de min dest bi xebatan kir. Min di radyoyê dest bi xebatan kir û niha jî di Ronahî TVyê de dixebitim. Di civakên berê de jin di nava civakê de xwedawend bûn. Lê ew rastî bi pergala desthilatdariya zilam hat berovajî kirin. Di nava vê pergalê de ji jinan re dihat gotin ku hûn nikarin bibin xwedî rol. Lê bi destê jinan ew pergala desthilatdariya zilam li Rojava hilweşiya û jin li Rojava niha xwedî rol e. Di nava civakê de her tim li ser jinê hat ferz kirin ku li gor adetên civakê tevbigere. Di hişmendiya jinan de ev yek ava kirin. Lê îro jin vê hişmendiya xwe jî hildiweşînin û xwe ji nû ve ava dikin.”

Fikra jina azad di nava civakê de belav dikin

Berîtan Xalid bi lêv kir ku piştî Şoreşa Rojava jinan li hemû qadên jiyanê pêşeng in û bi van gotinan axaftina xwe qedand: “Bi şoreşa Rojava re jin îro pêşeng in. Bi berdelên gelek giran ev yek pêkhat û jin pêşengên şoreşê ne. Gelek jinên pêşeng ji bo parastina vî welatî şehîd ketin. Bi Şoreşa Rojava re di nava civakê de tundî jî kêm bûn. Weke jinên rojnameger me jî hewl da em bibin dengê jinên rastî tundiyê hatine. Her wiha me hewl da fikra jina azad di nava civakê de belav bikin. Îro jinên Rojava ispat kir ku li hemû qadên cihanê dikarin bibin xwedî rol û ji xwe re cihekê bibînin. Hem ji aliyê rêveberî, hem siyasî û hem lêşkerî jin dikarin pêşengiyê bikin.”

Etîket: 25ê Mijdarê25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser Jinanazadiya jinanRojavaŞoreşa Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026
Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne