Şîrketa TBCê ya ku kolandina petrolê dikir li gundewarê Sisê ya Licê şewat derxist û ji herêmê dûr ket. Şêniyên herêmê ji bo vemirandina şewata ku her ku diçû belav dibe banga alîkariya lezgîn kirin.
Li gundewarê Sisê ya navçeya Licê ya Amedê şewatekeŞîrketa li petrolê digere li Sisê şewat derxist. Li gorî agahiyên şêniyên herêmê dan, şîrketa bi navê TBCê ku li herêmê li petrolê digere, Şîrketa li petrolê digire li Sisê şewat derxist herêma ku xebatên kolandinê dimeşand şewat derxist. Şêniyan diyar kirin ku şewat nêzîkî saetekê berê dest pê kiriye û hîn jî berdewam dike. Şêniyan gotin ku şewat li cihê kolandinê dest pê kiriye û piştî 10 deqîqe şûnde şewat ferq kirine. Şêniyan anîn ziman ku bi îxtîmaleke mezin bi qestî hatiye derxistin. Şêniyan bi vîr xistin ku şewat di navbera gundewarên Sisê û Alaxuşoyê de derketiye û 3-4 donim erd şewitiye. Şêniyan diyar kirin ku şewat ber bi daristanê ve belav dibe.
Şêniyên herêmê yên ku hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin, banga alîkariya lezgîn kirin.















