• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sînan Çîftyurek: Divê bi lez Abdullah Ocalan azad bibe

Mahmût Altintaş /AW

5 SIBAT 2025 - 09:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Sêrt – Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek têkildarî nîqaşên dawî diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin divê azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêk were û got: “Heke bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin divê di serî de azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Gireva Îmraliyê bi şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtina dûyem pêkanî. Piştî hevdîtinê nîqaşên li ser pêvajoyê de jî di rojevê de ne. Bala rayagiştî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê jî ji hurguliyên piştî hevdîtinê derdikevin holê ne. Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di komcivîna partiya xwe de da zanîn ku Abdullah Ocalan wê di demeke pêş de bangavaziyeke dîrokî bike. Ji aliyê din ve jî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û polîtikayên qeyûm yên desthilata AKP-MHPê didomin. Endamê MYKê yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) û parlamenterê DEM Partî Sînan Çîftyurek, tekildarî nîqaşên di rojevê de ne ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Sînan Çiftyurek diyar kir ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê hatiyê destpêkirin giredayî geşedanên Rojhilata Navîn in û wiha got: “Ji meha Cotmehê ve nîqaşa pêvajoyeke li Tirkiyeyê heye. Bahçelî di daxuyaniya xwe de got li derve û hûndir aştiyê xurt divê. Ew gotin herçiqas nav lê nekiribin jî ji bo kurdan gotin. Beriya wî Serokkomarê Îranê jî got ‘Heke em li Îranê yekitiya xwe xurt nekin gelên li Îranê wê serxwebûna xwe ragihînin û Îran wê parçe bibe. Helbet ew bang li gor pêvajoyên li Rojhilata Navîn derbas dibûn hatin kirin.”

‘Daxwaza aştiyê bikin divê êrişên xwe rawestinînine’

Sînan Çîftyurek balkişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û wiha pê dê çû: “Di vir de nakokî ew e ku dibêjin em dixwazin aştiya di nav xwe de xurt bikin lê sibê êvarî êrişî kurdan dikin. Rojnamegeran digirin, sepana qeyûm bênavber didome. Heke tu di vê siyasetê de israr bike, vîna gelê kurd nas neke, girtina rojnameger û siyasetmedaran bigire, êrişên xwe yên li ser Rojava bidomîne wê aştî çawa pêk were. Ne mumkun e. Heke dewlet, tîfaka Komarê daxwaza aştiyê bikin divê êrişên xwe rawestinînin. Heke êriş berdewam bikin, aştî jî pêk nayê. Ji ber wê divê êriş bên sekinandin.”

‘Divê mafê gelê kurd di mekazagona nû de qebûl bikin’

Sînan Çîftyurek tekildarî deklerasyona ku bi beşdariya 419 rêxistinên civakî û partiyên siyasî li Amedê pêk hatibû jî anî ziman ku divê piştî deklerasyonê xebat bên meşandin û ev tişt gotin: “Weke rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî di nav de li Amedê ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bê naskirin me deklerasyonek ji raya giştî re parve kir. Ew deklerasyon gelekî girîng bû. Li Bakur jî heta mafê gelê kurd neyê naskirin û nebin xwedî statu pirsgirêka kurd li Bakur jî çareser nabe. Ji bo wê ew îmzê girînge. Lê divê bi tenê îmzeyê re sînor kirî nemine. Xebat û têkoşîn ji bo hebûna gelê kurd û zimanê ku kî berdewam bike. Divê hebûn û mafê gelê kurd di mekazagona nû de bê qebûlkirin. Heke di mekazagona nû de ew yek pêk neyê çareseriya pirsgirêka kurd jî nepêkan e.”

‘Divê azadiya fizîkî rojek beriya rojekê pêk bê’

Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku ji bo pêvajo bigehejê çareseriyê divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke dixwazin bi Birêz Abdullah Ocalan re bikevin dîaloge û pirsgirêka kurd çareser bikin divê di serî de azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bê. Di şert û mercên azadiya fizîkî de bi partî û rêxistina xwe re hevdîtin û dan û standinê bike. Fikir û remanên rêxistin û gel bistîne. Di şert û mercên girtîgehê de tenê bi rêya şandeyê çareseriya pirsgirêka kurd jî zahmet e. Ji bo birêz Abdullah Ocalan rola xwe bilîzê divê azadiya fizîkî di rojeke pêş de pêk were.”

Yekitiya netewî ya kurd

Sînan Çîftyurek herî dawî derbarê nîqaşên li ser yekitiya neteweyî ya kurd de bi lêv kir ku ji bo firsendên derketinê holê ji bo berjewendiyên gelê kurd bikarin bikarbînin hewcedarî bi yekitiya neteweyî heye û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoya ku em di nav de derbas dibin yekitiya Kurd pir girîngê. Heke kurd îro di Rojhilata Navîn de ku derfet û astengiyên mezin derketinê holê nekarin yekitiya xwe ava bikin wan derfetên ku derketinê holê jî wê nekaribin li gor berjewendiya xwe bikarbînin. Di serî de divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Herêma Federê ya Kurdistanê nêzî hevdû bibin. Gavek hat avetin. Xuyaye gelê me jî dixwaze wan wêneyan bibînê. Ew daxwaza hemû gelê me ye. Divê gel ji bo yekitiyê zexte li partiyên siyasî bikin ku yekitî ava bibe. Divê partiyên kurd jî cûdahiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin. Heke îro statuya Rojava têk biçe sibe dora Başur e. Heke Başur têk biçe sibe dora Rojava ye. Divê em wisa lêbinirin û demildest li Bakur û Rojhilate Suriyeyê yekitî pêk were. Di vê derbarê de xebatek me jî heye. Lê hê em negehiştine encamê. Dema em gehiştin encamê em ê ji rayagiştî re parve bikin. Li Bakur jî yekitya netewî pir girînge ji bo wê jî em bang li hemû partiyan dikin ku cûdahiyên xwe danin aliyekî û berjewendiya gelê kurd derxînin hole. Heke em bixwazin destkeftiyên xwe biparêzin divê em yekitiya xwe avabikin. Di vê pêvajoya nû de divê em jî li Bakur bibin yek.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne