• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dogan Cîhan: Kurd ji pozîsyona parastinê derbasî têkoşîna siyasî bûn

    Dogan Cîhan: Kurd ji pozîsyona parastinê derbasî têkoşîna siyasî bûn

    ‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

    ‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

    Otomatik taslak

    Şîna Mahmut Akgul: Şehîdên salên 90î bû hişyarbûna gelê Kurd

    Rewşa girtiyê nexweş Yildirim ber bi başiyê ve diçe

    Rewşa girtiyê nexweş Yildirim ber bi başiyê ve diçe

    Li Geverê şîna şehîdan bi serdanên girseyî didome

    Li Geverê şîna şehîdan bi serdanên girseyî didome

    Ji bo şehîdên Wanê mewlûd hat dayîn

    Ji bo şehîdên Wanê mewlûd hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed/ AW

26 TEBAX 2026 - 13:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di pêşengtiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) de ji bo Şehîd Mahmût Akgul (Şervan), li mala şînê ya Enç ê navçeya Rezanê ya Amedê hatiye danîn, kir. Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz serdana şînê kir û got: “Di salên 90î de bi rastî dema serhildanan bû. Em dikarin bêjin hişyarbûna gelê Kurd bû.”

Ji bo Şehîd Mahmût Akgul (Şervan) ê ji gundê Kerxê ya navçeya Bismilê ya Amedê ku di 4ê Nîsana 1993an tevli refên PKKê bûbû û di 24ê Hezîrana 1994 an de jiyana xwe ji dest daye, li mala şînê ya Enç ê navçeya Rezanê ya Amedê şîn hate danîn.  Dayîkên Aştiyê, endam û nûnerên saziyên civakî, partiyên siyasi û siyasetmedar û gelek welatî bi dirûşma “Şehîd Namirin” serdanê kirin.

‘Em minetdarên şehîdan in’

Ramazan Dengîz diyar kir ku Mahmût Akgul şehîdê salên 90î ye û gelek kes behsa qîmeta şehîdê 90î dikin û wiha axivî: “Di salên 90î de bi rastî di nav gelê Kurd de, dema serhildanan bû, em dikarin dibêjin hişyarbûna gelê Kurd bû. Heya hinek nivîskar wê demê wek dema ronesansa Kurdan bi nav dikin. Hişyarbûneke mezin, xwenaskirinek mezin bû ew dem. Em dikarin bibêjin gerilayên wê demê pêşkeşiya peyama azadiyê dikirin. Yên ku fikra rêxistina azadiyê di civakê de dan qebûlkirin û keda vê yekê dane tevahiya salan, gerîlayên salên 90î ne. Ji ber vê yekê em minetdarên wan in. Bi taybetî minnetdarên şehîdên salên 90î ne.”

‘Şopandina rêça wan berpirsyariya me ye’

Di berdewama axaftina xwe de Ramazan Dengîz da zanîn ku pêvajoyek nû dest pê kiriye û zehmetiyên pêvajo bi xwe jî hene û wiha pê de çu: “Ji ber ku gerîlayan erka xwe pêk anî, şehîdan erka xwe pêk anî. Îro biryarek hatiye standin, bi pêşengiya Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, paradigma aşitiyê û civaka demokratîk dest pê kiriye û rêhevalên wê jî niha amadekariya vegerê dikin. Karê wan êdî li ser milê me ye. Em tim û tim di axaftina xwe de dibêjin em şopdarên wan in û em deyndarên wan in. Gelo em ê çawa deynê xwe bidin? Gelo em ê çawa li ser şopa wan bimeşin? Êdî ji bo me berpirsyariyek mezin ev e. Ez bawer im êdî barê me yê giran ev e.”

‘Em ê li ser rêça wan bimeşin’

Ramazan Dengîz anî zîman ku dema behsa şehîd Mahmut Akgul hatiye kirin, ew gelek jê bandor bûne û ev tişt gotin: “Şehîd Mahmut dema derdikeve, beşdarî gerîla dibe, tevahiya gundiyan ji ber wî rêz digirin û ew xatir ji gundiyan dixwaze û dibêje ‘Bi xatirê we’. Bavê wî û malbata wî jî jê re çepikan lêdixin. Bi çanda Kurdî hatiye oxirkirin. Ji ber vê yek ê em ê çawa bibin bersiva wan? Ji ber vê em tev dibêjin em ê di rêya wan de bimeşin, em tim û tim dibêjin em şopdarên wan in, em ê di rêya wan bimeşin.”

‘Welat bi xwînê hatiye avakirin’

Brayê Şehîd Mahmût Akgul Hanîfî Akgûl jî bi lêv kir kû ew minetdar û şopdarê şehîdan in û ev tişt gotin: “Ev şehîd, şehîdê welatê me ye, şehîdê Kurdistanê ye. Em şopdarên wan in. Ev welat bi xwînê hatiye ava kirin. Divê em vê baş zanîbin. Serê we hemûyan sax be.”

Etîket: MEBYA-DERRamazan DengîzŞehîd Mahmût AkgulŞehîdên salên 90î
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê di roja sêyemên de şîna şehîdan didome

Li Wanê di roja sêyemên de şîna şehîdan didome

26 TEBAX 2026
‘Heke îro em behsa aştiyê bikin bi saya şehîdan e’

‘Heke îro em behsa aştiyê bikin bi saya şehîdan e’

25 TEBAX 2026
Ramazan Dengîz: Divê teqez tespîta gor û cenazeyan bê kirin

Ramazan Dengîz: Divê teqez tespîta gor û cenazeyan bê kirin

25 TEBAX 2026
Li Wanê şîna şehîdan di roja 2yemîn de bi serdanên girseyî dest pê kir

Li Wanê şîna şehîdan di roja 2yemîn de bi serdanên girseyî dest pê kir

25 TEBAX 2026
Roja ewilê ya şîna şehîdên Wanê bi dawî bû

Roja ewilê ya şîna şehîdên Wanê bi dawî bû

24 TEBAX 2026
Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

24 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne