Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû di salvegera 12an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Di bîbîraninê de daxwaza vekirina dosyeyê û lêpirsîneke bi bandor hate kirin.
Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku di 14ê Cotmeha 2014an de li navçeya Seyhanê ya Edanayê dema bi bisiklêtê rojname belav dikir hatibû katilkirin, di salvegera 12emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li goristana Kuçukobayê ya Edeneyê hat bibîranîn. Li gel malbata Kadrî Bagdu gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir.
Piştre Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAYDER) Abidin Eye axivî û di kesayetiya Kadri Bagdu de hemû cangoriyên doza azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku ew ê têkoşîna wan bidomînin û li ser rêya wan bimeşin.
Hevjîna Kadri Bagdu, Şemsa Bagdu jî spasiya hemû beşdaran kir û xwest ku kujerên hevjînê wê bên dîtin û bi bîr xist ku dosye bi biryara “lêgerîna domdar” hatiye rakirin û got: “Em kujeran dixwazin. Em ê têkoşîna şehîdên xwe heta hetayê bidomînin.”
‘Armanca wî gihandina rastiyê bû’
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Guleş jî li ser navê DFGê axivî û bal kişand ronîkirina kuştinê kiryarê wan nediyar ên li dijî Çapemeniya Azad û got ku misogerkirina edaletê şertê herî bingehîn ê aştiya civakî ye. Mehmet Guleş bal kişand ser kuştina rojnamegerên Kurd û wiha axivî: “Ji Apê Mûsa heta îro bi dehan hevalên me yên rojnamevan hatin qetilkirin. Hevalê Kadrî jî di rastiyê de mîrata wan wergirt. Armanca hevalê Kadrî ya tenê ew bû ku rastiyê bigihîne gel. Heta şehadeta xwe ev kar berdewam kir.”
Mehmet Guleş peyvên li ser kevirê gora Kadrî Bagdu ku dibêje “Bêyî rîskên mezin serkeftin pêk nayên. Yên ku dilê wan bi agir û hesreta serkeftinê dişewite dikarin bi me re bimeşin” bi bîr xist û diyar kir ku ev peyv jiyan û nasnameya Kadrî Bagdû nîşan dide û wiha got: “Wezareta Edaletê di meha Nîsanê de daxuyandibû ku dosyeyên kiryar nediyar dê ji nû ve bên vekirin û ti dosye bêceza namîne, lê tevî ku em di meha Cotmehê de ne jî di mijara qatliamên JÎTEMê yên li Kurdistanê û cînayetên li dijî Çapemeniya Azad de gavên şênber nehatine avêtin. Aştiya domdar bi rûbirûbûnê pêkan e û divê kujer bên dîtin.”
Merasîma bîranînê piştî xwendina duayan û danîna kulîlkan li ser gora Kadrî Bagdû bi dawî bû.
Belgefîlma ‘Yara’ qala têkoşîn û keda Bagdû dike
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edenayê jî li avahiya merasîma bîranînê ji bo Kadrî Bagdû li dar xist. Di bernameyê de galaya belgefîlma “Yara” ya ku têkoşîn û jiyana Kadrî Bagdû dike hate pêşandan. Belgefîlm ji aliyê rojnameger Hamdullah Yagız Kesen ve hatiye amadekirin û belgefîlm ked, têkoşîn û jiyana Kadrî Bagdû radixe ber çavan.
Parêzerê dosyeya Kadrî Bagdu, Tugay Bek jî diyar kir ku astengiyên li ber ronîkirina qetilkirina Kadri Bagdu siyasî ne û bal kişand ser kesên tev li çalakiya piştevaniya Kobanê bûne bi rêya kamerayên ewlehiyê hatine tespîtkirin, lê kes û motorsîkleta ku Kadrî Bagdû qetil kiriye nehatiye tespîtkirin û xwest dosye were ronîkirin.















