• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şêx Seîd li qada lê hatibû darvekirin hat bibîranîn 

29 HEZÎRAN 2025 - 20:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şêx Seîd û hevalên wî di salavegera 100emîn darvekirina xwe de li cihê hatibûn darvekirin hatin bibîranîn. Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat ev tişt anî ziman: “Cihê gora wan aşkere bikin, cenazeyên wan teslîmî malbata wan bikin. Ev rûmeta me ye.”

Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29ê hezîrana 1925an de li Deriyê Çiyê ya navçeya Sûrê ya Amedê hatibû darvekirin, Şêx Seîd û hevalên wî di salavegera 100emîn darvekirina xwe de li cihê hatibûn darvekirin bi girseyî hatin bibîranîn. Xizmên Şêx Seîd, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Alîkarê Serokê Komaleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd Ramazan Ari di bîranînê de axivî û anî ziman ku Şêx Seîd û hevalên wî nûnertiya têkoşîna heq, edalet û rûmetê ya gelê kurd dikin û wiha got: “Tevî ku 100 sal bi ser de derbas bû jî hîna cihê gora kesên hatin darvekirin nehat aşkerekirin. Ev rewş hem di wijdana malbatan û hem jî ya gel de birînekî kûr dihêle. Aşkerekirina cihê gora wan ne tenê ya malbatan, lê daxwaza gelekî ya rûbirûbûna bi dîrokê re ye.”

Ramazan Ari wiha bang li rayedaran kir: “Aştiya mayînde ya vî welatî bêyî rûbirûbûna bi dîrokê re û pêkneanîna edaletê re ne pêkan e. Aşkerekirina cihê gora wan ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye. Em dixwazin bi nasnameyên cuda re di nava aştiyê de jiyan bikin. Em ê ji bo gihiştina vê armanca xwe têkoşîna xwe bidomînin.”

Mele Suleyman Kurşun jî di axaftina xwe de bal kişand ser pevçûnên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Şêx Seîd di dilê gelê kurd de cih girt. Têkoşîna wî îro jî tê jiyîn. Rojhilata Navîn êdî ji şer bêzar bû. Ev erdnîgarî aştiyekî bi rûmet û edaletê dixwaze. Gelê kurd jî hêjayî vê mafê ye.”

Serokê Komeleyê û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên înkarê ku 100 sal in dewam dikin, nikarin çavê gelê kurd bitirsînin û wiha got: “Di sala 1925an de 47 kesên ku bêedaletî hatin darvekirin, serî netewadin. Me bi rêya Baroya Amedê serlêdan kir, lê cevap nehat dayîn. Cihê gora wan aşkere bikin, cenazeyên wan teslîmî malbata wan bikin. Ev rûmeta me ye.”

Berdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî diyar kir ku gelê kurd sed sal in rastî zext û komkujiyan tên û wiha axivî: “Li van xakan bi dehan rêber hatin darvekirin. Lê gelê kurd tu caran rêberên xwe bi tenê ne hiştin. Ev êş ji ber ne yekbûna kurdan e. Êdî dema yekîtiyê ye. Ev sedsal dibe ku bibe sedsala Kurdan.”

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî di bîranînê de axivî û berxwedana Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî.

Girse bêdeng heta qada ku lê hatibûn darvekirin meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn.

Etîket: AmedBîranînŞêx Seîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne