• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Şeva Çaran’ îşev tê weşandin

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÎLON 2025 - 13:51
Kategorî: ÇAND Û HUNER, ROJANE
A A
Medya Haber di salvegera darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de dê (îşev) belgefîlma ‘Şeva Çaran’ biweşîne.

Belgefîlma “Vejîna Kurd: Ji qirkirinê ber bi jiyana azad ve” ku ji 90 beşan pêk tê û derbarê berxwedan û têkoşîna tevgera azadiyê ya gelê Kurd e, wek Kurdî li ser ekranên Stêrk TV êvarên rojên çarşemê, li ser Medya Haber TVyê wek Tirkî êvarên rojên înê tên weşandin.

Vejîna Kurd ku di encama berhema keda 9 salan a xebatê de derketiye holê, bi sedan şahidan, bi hezaran belge, wêne û dîmenên vejîna bi rûmet û berxwedana gelekî di bin gefa qirkirinê de nîşan dide.

Hefteya bihurî, beşa 22yemîn a belgefîlmê ya bi navê “Berxwedan Jiyan e” berxwedana zindana Amedê ya li dijî zilma faşîzma 12ê Îlonê ji Mazlûm Dogan heta Kemal Pîr û Xeyrî Durmuş, anî bû ser ekranê. Di vê beşê de ji bilî çîrokên qehremaniya takekesî, sembola têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê û kodên dîrokî yên berxwedana kolektîf a li dijî faşîzmê li Tirkiyeyê nîşan dide.

Li Zindana Amedê çalakiya dîrokî

Beşa 23yemîn, “Şeva Çaran”, rastî salvegera darbeya 12ê Îlona 1980an hat. Ev beş berxwedana dîrokî ya Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik ku bedena xwe li Zindana Amedê Hejmar 5 şewitandin û di bîra gelê Kurd de cihek nayê jibîrkirin hişt, nîşan dide.

Faşîzma 12ê Îlonê zilm û asîmîlasyoneke giran li ser gelê Kurd ferz kir; cihê wê yê herî sembolîk Zindana Amedê ya Hejmar 5 bû. Zindana Amedê ya Hejmar 5 ne zindanek ji rêzê bû, ew wekî laboratuwarek ji bo neçarkirina gelê Kurd bo teslîmbûnê, kar kir; berxwedana ku li dijî wê derket holê bû yek ji beşên bi rûmet ên têkoşîna azadiya Kurd.

Beşdarên vê hefteyê 

Di beşa “Şeva Çaran” de yek ji sembola têkoşîna azadiya jinên Kurd Sakîne Cansiz û berxwedêrên demê Mûstafa Karasu, Fuat Kav, Muzaffer Ayata, Kemal Aktaş û Bedrettîn Kavak cih digirin. Beşîr Dundar ê di heman hucreyê de bû û şahidiya çalakiyê kiribû, behsa kêliyên çalakiyê dike. Xwişka Ferhat Kurtay Rabîa Kurtay jî şahidiya xwe û bîranînên malbatê vedibêje. Di belgefîlmê de dayika Cemal Arat ku yek ji endamên Dayikên Aştiyê ye Sakîne Arat jî cih digire. Şahidiyên xwişka endamê MK ya PKK’ê Riza Altun Xezal Altun, xwişka Mûstafa Karasu Zarîfe Karasu û her wiha Nedret Tanrikulu girîngiya berxwedana li derve û têkoşîna dayikan radixe ber çavan.

Bernameya weşanê

“Şeva Çaran” dê îşev saet 7:00ê êvarê bi dema Ewropayê û 8:00ê êvarê bi dema Kurdistan û Tirkiyeyê li ser Medya Haber TVyê bê weşandin.

Arşîva belgefîlman

Beşên berê yên belgefîlmê li ser înternetê û li ser Telegramê tên parvekirin. Kesên dixwazin beşên din jî temaşe bikin, dikarin xwe li ser lînkên li jêr bigihînin van beşan.

https://t.me/taradokumanter

https://kominatara1.com

 

Etîket: Belgefîlma Vejîna KurdMedya Haber TVŞeva ÇaranStêrk Tv
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hêlîn Umît: Pêvajo bi ferzkirinên yekalî nameşe

Hêlîn Umît: Pêvajo bi ferzkirinên yekalî nameşe

20 GULAN 2026
Karasu: Seba serkewtişê prosesî azadîya fîzîkî ya Rayberîye şert a

Karasû: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şert e

26 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

16 SIBAT 2026
Stêrk TVyê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

Stêrk TVyê êrişa li ser pêşkêşvanê xwe şermezar kir

3 ÎLON 2025
Weşanên çar qenalên Kurdî asayî bû

Weşanên çar qenalên Kurdî asayî bû

13 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne