Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bi lêv kir ku bi derbasbûna qanûna çarçoveyî re ji bo avakirina pêşerojê deriyek vebûye û ji hemû partiyên siyasî re spasî kir.
Serokê Meclise Numan Kurtulmuş piştî qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku di Desteya Giştî ya Meclisê de bi 468 dengan hat qebûlkirin li meclisê daxuyanî da.
Numan Kurtulmuş ji bo derbasbûna qanûna çarçoveyî ji hemû komên partiyên siyasî re spasî kir û wiha got: “Par bi xebatên komîsyonê me derî lêda û niha jî bi vê qanûnê derî vebû. Niha li pêşiya Tİrkiyeyê ne tenê qebûlkirina qanûnê, piştî rêxistina terorê çekan radest bikin em ê serdemeke nû ava bikin. Îradeya siyasî ya Serokkomarê me ji bo pêşketina vê pêvajoyê bandor kir. Her wiha birêz Devlet Bahçelî jî piştgirî da. Her wiha ji hemû partiyên siyasî re spas dikin. Ev pêvajo di heman demê de modela Tirkiyeyê ye. Ew serkeftin a hemû Tirkiyeyê. Bila bi xêr be.”
Numan Kurtulmuş li ser pirsa rojnamegeran bi lêv kir li hevkirina qanûnê nişan dide ku bi qasî partiyên siyasî piştgiriya civakî jî ji pêvajoyê re heye û got: “Heke gel piştgirî nedana partiyên siyasî jî ew qas xwedî dernediket. Serkeftineke dîrokî ye.”
Meclis îro piştî bi dawîbûna civîna Desteya Giştî heta 1ê Cotmehê ket betlaneyê.













