• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serhat Çakmak: Divê êdî zagon û hiqûq pêvajoyê biparêzin

Nedim Oruç- Mahmut Altintaş / AW

11 TÎRMEH 2025 - 08:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak der barê pêvajo û merasîma PKKê ku îro pêk bîne de diyar kir ku heya niha gelek gavên girîng hatine avêtin û got: “Divê ji îro û şûnde êdî ji bo pêvajoyê qanûn werin çêkirin. Divê pêvajo bi zagonan bê parastin.”

Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Serhat Çakmak ku di nava şandeya çûye merasîma PKKê ya li Silêmaniyê de cih digire, der barê pêvajoyê, gavên hatine avêtin û gavên ku hewce dike were avêtin de, ji Ajansa Welat (AW re axivî.

‘Di pêvajoyên aştiyê de hiqûq gelekî girîng e’

Serhat Çakmak de destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aliyê qanûnan ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî; “Di serî de dikarim bibêjim ku dema mirov navê tiştekî nedane dimîne bênav û bi demê re tê windakirin. Herdu alî li gor xwe pêvajoyê dinirxînin. Di aliyê hiqûqî de navekî vê pêvajoyê tuneye. Aliyê hiqûqî çima ev qas girîng e. Dema ji bo vê pêvajoyê qanûnek were çêkirin dê ji bo pêvajoyê bibe sîwan û vê pêvajoyê ji aliye hiqûqî ve biparêze.”

‘Gavên heya niha hatine avêtin ji bo maseyê muzakereyê bûn’

Serhat Çakmak gavên heya niha bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine avêtin bi bîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Bi rastî Ocalan jî di banga xwe ya 9ê Tîrmehê de jî anî ziman û got ‘Me heya îro anî, ji vir û pêde qanûn û komisyona pêvajoyê hebe.’ Divê komîsyon çarçoveya pêvajoyê diyar bike û di qanûnê de jî were ziman û nivîsîn. Gavên ku heya îro hatine avêtin ji bo maseyê muzakereyê amade bike bû. Fesîhkirina PKKê, danîna çekan, ji bo maseyê muzakereyê bû û îro divê qanûn ji bo maseyê werin çêkirin.”

‘Divê gel tevlî pêvajoyê bibe ku pêvajoyê bipejirîne’

Serhat Çakmak da zanîn ku di pêvajoyên aştiyê de rola gel gelekî girîng e û wiha pêde çû; “Aştî ne tenê ji bo aliyekî ye. Ji bo herdu alî li ser maseyê rûniştine pêk tê. Divê gel jî tevlî pêvajoya aştiyê bibe û gel ji bo vê were amadekirin. Divê gel vê pêvajoyê bipejirîne, wateyê bide pêvajoyê û piştgiriyê bide pêvajoyê. Dema gel piştgiriyê nede pêvajoyê, ev pêvajo nagehe asta erêniyê. Dema di pêvajoyê de astengiyek derkeve û gel ev pêvajo pejirandibe gel ê bibêje ev pêvajoya aştiyê pêvajoya min e. Divê partiyên siyasî, saziyên sivîl ên Tirkiye û cîhanê, her wiha baro xwe berpirsyar bihesibînin û ji gel re ev pêvajo were gotin.”

‘Gavên îro dîrokî ne’

Serhat Çakmak anî ziman ku pêvajoya beriya niha ji aliyê Erdogan ve hatiye bidawîkirin û wiha pêde çû: “Di pêvajoya aştiyê ya 2013/2015an daxwaza Birêz Ocalan ew bû ku ji bo pêvajoyê qanûnek were çêkirin. Lê ev daxwaz nehate pêkanîn. Piştî wê li Qesra Dolmabahçeyê daxuyaniyek hate dayîn û Erdogan piştre got ez vê yeke qebûl nakim. Ger wê demê qanûnek hebûya mirov dikarî bi wê qanûnê ve girêdayî doz vekira. Lê ji ber ku qanûn tunebû pêvajo bi wî awayî xelas bû. Di pêvajoya îro de tiştên cudatir hene. Gavên hatine avêtin gavên dîrokî ne. Ev gav kurdan avêtine û dewletê hê tu gav neavêtîne. Gava ku îro were avêtin dîrokî û piştî vê PKKê û Ocalan ê bibêje tişta ji min tê ev e. Ger ku tu jî samîmî bî tu jî gavên xwe li gor wê biavêje.”

‘Heyeta hatiye Silêmaniyê şahidê avêtina gavên PKKê ne’

Serhat Çakmak herî dawî li ser merasîma îro were pêkanîn axivî û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em weke heyeta ku diçe Silêmaniyê û tevlî merasîma PKKê dibin vê peyamê didin. Em dibêjin şert û mercên aştiyê pêk hatine û em jî xwe berpirsyar dibînin. Em dibêjin êdî divê ev pirsgirêk di qada hiqûqê de were çareserkirin, bi çûna me peyam ev e. Ev merasîma tê kirin ji bo aştiyê deriyekî nû vedike. Ev merasîm tê wê wateyê ku aliyek dibêje vaye em di pratîka xwe de wiha dikin û aliyên ku li vê merasîmê ne jî şahid in. Em jî piştgiriyê bidin herdu aliyan û ji aliyê me ve çi hewce be em ê bikin. Em hêvî dikin ku herdu alî ji îro û pêde çi bikeve ser milê wan bikin.”

 

Etîket: Abdullah OcalanGelê kurdSerhat Çakmak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne