• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê kete qonaxek nû: Şer herêmî, qrîz cîhanî dibe

Navenda Nûçeyan / AW

19 ADAR 2026 - 10:58
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Berfirehbûna şerê Îsraîl-DYA û Îranê asta şer derbasî qonaxek nû kir. Ji destpêka şer heta niha yekem car tesîsên enerjiyê di vê astekê bûn hedef. Ev pêşketinên dawî nîşan didin ku şer êdî gihiştiye asta qrîzeke li ser enerjî, bazirganî û siyaseta cîhanê bandor dike. Li gorî şirovekaran, xetera berfirehbûna şerê li herêmê her roj zêdetir dibe.

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 20an de berdewam dike. Bi êriş û gavên duali şer ber bi qonaxek nûve dibe û aloziya li herêmê kûrtir dike. Pêşketinên dawî û tevgerên leşkerî fikarên mezinbûna şer a di gelek qadan de derdixe holê. Êrişên Îran û Îsraîlê yên duh li ser qadên enerjiyê bi xwe re nîqaş û gefên nû anîn.

Amerîka şandina hêzên nû bo Rojhilata Navîn dinirxîne

Bi bilindbûna rageşiyê hate ragihandin ku Amerîka li ser berfirehbûna şer şandina hezaran leşkerên nû bo herêmê dinirxîne. Li gorî agahiyan, di nav vebijarkan de ewlehiya Tengava Hurmizê û berfirehkirina operasyonên li dijî Îranê jî hene. Her wiha li Washingtonê li bingehek leşkerî ya ku rayedarên payebilind lê dijîn, dronên nayên zanîn îdîdî kê ne, hatin dîtin. Ji ber vê yekê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û planên acîl hatin nirxandin.

Qeter û Îranê lêdana hedefên enerjiyê mezin kir

Ji duh ve Îran û Îsraîlê wargehên enerjiyê yên hev kirin hedef. Îranê êrişî bajarê Ras Laffanê yê Qeterê kir. Li gorî agahiyan, gelek moşek li yek ji navendên herî girîng ên LNGyê ketin. Di encama îsabeta moşekan de agir bi tesîsan ket û zirarên mezin çêbûn. QatarEnergyê piştrast kir ku li ser tesîsên LNGyê gelek êriş hatine kirin. Di encamê de agir û hilweşînek berfireh çêbûye. Tê gotin ku ev pêşketin dikare bandoreke mezin li ser bazar û peyda kirina enerjiyê ya cîhanê bike. Di heman demê de Îsraîlê ragihand ku bi koordînasyona Amerîkayê, êrişî tesîsa girîng a gazê ya li Bûşehrê kir. Ev yek nîşan dide ku tesîsên enerjiyê êdî bi awayekî rasterast bûne armanca şerê.

Trump: Xebera me ji lêdana Îsraîlê nîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyekê de got ku êrişên Îsraîlê li ser qada gazê ya South Parsê ya Îranê sînordar bûne. Trump beravajî Îsraîlê ragihand ku xebera Amerîka û Qeterê ji vê yekê nîne.
Trump diyar kir ku êrişa Îranê li ser binesaziya enerjiyê ya Qeterê tehlûkeya mezin a cîhanê ye. Wî got heke Îran rageşiyê zêde neke, dê nehêle ku Îsraîl cardin êrişên din li ser tesîsên enerjiyê pêk bîne. Lê heke ev êriş dîsa bidome, Amerîka dê bi hêzeke giran bersiv bide Îranê. Lê hin rapor dibêjin ku dibe ku di navbera Amerîka û Îsraîlê de ji pêş de koordînasyon hebe.

Erebistana Siûdî û welatên Kendavê Îran hişyar kir

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Faysal bin Farhan got ku êrişa moşekan a Îranê li ser Riyadê nîşana herî vekirî ya nêzîkatiya Tehranê ye. Farhan diyar kir ku mafê wan ê bersivdayînê heye û wiha got: “Îran qey dibêje ku em dê bersiv nedin. Lê ve nirxandinek gelek kêm û xeter e. Ku êriş bidomin em dê mafê bersivdayînê binirxînin.” Her wiha Yekîtiya Îmaratên Ereb jî got ku êrişên Îranê li ser tesîsên neft û gazê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Welatên herêmê di vê fikrê de ne ku Îran herêmê bêstabîl dike.

Îsraîlê di 24 saetan de li 200 hedefan da

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê daxuyand ku di 24 saetên dawî de zêdetirî 200 noqteyên Îranê hedef girtine. Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) daxuyand ku di nav van 200 hedefan de depoyên moşekên balîstîk, tesîsên dronan, pergalên parastina hewayî, rampeyên avêtina moşekan û tesîsên hilberandina alavên leşkerî hebûne. Her wiha hate gotin ku êriş ber bi bakurê Îranê ve berfireh bûye û Bandar Anzali, limana sereke ya li Deryaya Hazarê jî hedef girtine.

Rayedarên payebilind hatin kuştin

IDFê ragihand ku di nav sê rojên dawiyê de 4 rayedarên payebilind ên Îranê kuştine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Sekreterê Giştî yê Ko nseya Ewlehiya Neteweyî ya Bilind a Îranê Alî Larîcanî, Fermandarê Hêzên Besic Gulam Riza Sûleymanî, Serokê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Hatib û Wezîrê Parastinê Azîz Nesirzade kuştine.

Îsraîl bi telefonê ji rayedarên Îranê xwest alî biguherin

Li gorî nûçeya Walla Street Juornalê ev hefteyek e Îsraîlê bi rêbazên cuda li rayedarên Îranê digere û dixwazin ji rejîmê veqetin û alî biguherin. Rojnameyê nagaşt ku Îsraîlê pêşiyê gefa kuştinê dixwe û piştre jî pêşniyara veqetiyana ji rejîmê û bêalî mayînê li wan dike.

Li Deryaya Spî li keştiya Rusyayê xistin

Li Deryaya Spî tankera Arctic Metagaz a bi ala Rusyayê rastî êrişa droneya bêmirov hat û zirarek mezin dît. Tê gotin ku gemî bêtîm diherike û xetera teqîn û karesata hawirdorê heye. Lê nayê zanîn kê li keştiya Rusyayê xistiye. Bes tê angaştin ku ev peyamek li dijî Rusyayê ye ku piştgiriya xwe ya ji bo Îranê di ber çavan re derbas bike.

Li Îranê darvekirin û aloziyên hundirî

Dadgeha Îranê ragihand ku sê kes bi hinceta karmendên dewletê kuştine, darve kirin. Heta wiha rejîmê jî ev her sê kes wekî sîxûrên Amerîka û Îsraîlê tawanbarkirin. Tê gotin ku ev darvekirin bi aloziyên berê ve girêdayî ne. Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî Îran li dijî mixalifan êriş, binçavkirin û darvekirin derxistine astek jor.

Hejmara moşekên Îranê hindî diçe kêm dibin

Îranê ku di rojên pêşiyê de bi sedan moşek û dronên xwekuji diavêtin di rojên dawî de hejmar kêm kiriye. Duh du caran êriş li dijî Îsraîlê pêk hatin. Li gorî çavkaniyan li derdora 15 moşekan û zêdeyî 50 dronên xwekuj hatin bikaranîn. Pisporên welehiyê vê yekê wekî kêmbûna qapasîteya şer a Îranê dinirxînin.

Di navbera DYA û Îranê de îdiaya têkiliyên nepenî

Medyaya Îsraîlê dibêje ku di navbera Amerîka û Îranê de têkiliyên nepenî hene. Di çapemeniya Îsraîlê de ev angaşt wekî Trump bêyî Îsraîlê plansaziyan dike ragihand.

Etîket: DYAErebistana SiûdîÎranÎsraîlKurdKurdistanLNGQeterRojhilatê KurdistanêSouth Pars
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Tifaqa Mekkeyê dê li Riyadê bicive

Tifaqa Mekkeyê dê li Riyadê bicive

4 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne