Hevserokên Giştî yên DBPê, parlamenterên DEM Partiyê yên Colemêrgê û saziyên civakî serdana şînên şehîdan ên li tax û gundên Geverê kirin.
Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Dayîkên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê yên Colemêrgê, sazî û rêxistînên civakî û sivîl serdana şînên şêhîdên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li taxa Esenyurtê û li gundên Qadyan, Memkan, Ciwyan, Dêlezî, Pagê û Memkava yên Geverê ya Colemêrgê kirin. Di serdanan de ji bo bîranînên şehîdan rêz hat girtin, sersaxî ji malbatên şehîda hat xwestin û dia hatin xwendin.




















