• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

Omer Demîr - Ugur Dînler / AW

6 MIJDAR 2025 - 09:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Welatiyên Amedê derheqê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivîn û gotin: “Ji bo aştî pêk werê divê birêz Abdullah Ocalan azad be.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştî bangê pêvajoyê dest pê kir. Bi dû banga dîrokî Abdullah Ocalan re Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî di 5-7ê Gulanê de kongeraya xwe ya 12emîn pêk anî û biryara xwefexiskirinê ragihand. Her wiha Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji gerîlayan pêk dihat di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li Silêmaniya merasîmek dîrokî li dar xist û çekên xwe îmha kirin. Herî dawî jî di 26ê Cotmehê de dîsa komeke gerîla li Qendîlê daxuyanî da û ragihandin ku wan hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vekişandine.

Tevî gavavêtina Abdullah Ocalan û PKKê jî ji bilî avakirina komîsyonê heta niha ji hêla desthilatê û dewletê ve tu gavên şênber nehatine avêtin. Gavneavêtin di nav raya giştî de baweriya bi pêvajoyê jî qels dike. Heta niha têkildarî şert û mercên Abdullah Ocalan ku aktorê sereke yê pêvajoyê jî tu guhertin nehatine kirin.

Xelkê Amedê derheqê pêvajoyê û şert û mercên Abdullah Ocalan de ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Mifteya aştiyê di destê Serok Apo de ye’

Welatiyê bi navê Celal Kezer destnîşan kir ku ew dixwazin dewlet jî ji bo aştiyê gavên erênî û şênber biavêje û got: “Divê Rêber Apo û tevahiya girtiyan bên berdan. Lê heta îro ji aliyê dewletê ve tu gav nehatiye avêtin. Serok Apo û Selahattîn Demîrtaş neyên berdan, bi vî awayî aştî jî pêk nayê. Mifteya aştiyê di destê Serok Apo de ye.”

‘Birêz Abdullah Ocalan azad nebe pêvajo nameşe’

Zekî Yonca jî anî ziman ku dewlet gavên bi edaletî û şênber biavêje ew ê ji dewletê bawer bikin û wiha got: “Divê dewlet mafê zimanê me nas bike. Em dixwazin tevahiya girtiyên siyasî bên berdan. Birêz Abdullah Ocalan azad nebe pêvajo nameşe. Heke birêz Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û tevahiya girtiyan werin berdan dê pêvajo jî bimeşe.”

‘Heke birêz Ocalan neyê berdan ka wê aştî çawa pêk were?’

Mehmet Yaşa jî diyar kir ku ew dixwazin bi awayekî lezgîn aştî pêk were û wiha axivî: “Çi mafê gelê Tirk hebe divê mafên gelê Kurd jî hebin. Tevahiya girtiyan neyên berdan dê çawa aştî pêk were? Em aştiyê dixwazin. Ji bo aştiyê divê tevahî girtî bên berdan. Divê birêz Abdullah Ocalan were berdan. Heke birêz Abdullah Ocalan neyê berdan ka wê aştî çawa pêk were?”

‘Em dixwazin Abdullah Ocalan bê berdan’

Şehmuz Yeşîl jî da zanîn ku heke pêvajo hebe divê hemû girtiyên gelê Kurd bên berdan û ev yek anî ziman: “Bila dewlet me nexapîne. Em dixwazin Abdullah Ocalan bê berdan. Divê tevahî girtî bên berdan, Demîrtaş bê berdan. Em naxwazin kuştin çêbibe. Divê êdî dawiya zilmê werê.”

‘Em azadiya birêz Ocalan dixwazin’

Welatiyê bi navê Muhammet Emîn jî destnîşan kir ku ew aştî û azadiyê dixwazin û got: “Divê edalet were vî welatî, beriya her tiştî em edaletê dixwazin. Em azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Tevahî girtî bên berdan wê gelek baş bibe.”

Etîket: Abdullah Ocalanazadiya Abdullah OcalandesthilatdewletPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne