• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şêniyên Amedê: Bîr û baweriya me bi serok Ocalan heye

Onder Akbulut/AW

14 ADAR 2025 - 09:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Welatiyên ku li Amedê tev li civîna gel bûn banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û xwestin ku pêvajo bi awayekî eşkere bê birêvebirin û gotin: “Bîr û baweriya me bi vê banga Serok heye.”

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratik” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî re aşkere kir. Piştî banga dîrokî li Kurdistan û Tirkiyeyê piştgiriyên ji bo bangê berdewam dikin.Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser girîngî û weteya bangê bi gel re civînan pêk tînin. Civînên gel ên li Amedê jî didomin. Saziyên navborî di 13ê Adarê de li eywanek dawetê ya li navçeya Peyasa Amedê civîna gel li dar xistin. Gelek welatî tev li civînê bûn. Welatiyên ku tev li civînê bûn têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Ji bo ku rêya demokrasiyê vebe gere dewlet gav biavêje’

Welatiyê bi navê Mîrze Korkmaz da zanîn ku ev pêvajoya aştiyê dê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo statuya gelê Kurd di pêşerojê de encamên baş derxe holê û got: “Ji bo Kurd bi çanda xwe, zimanê xwe li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn pêvajoya aştiyê girîng e. Vê pêvajoyê di tevahî cîhanê deng veda. Ez bawerim gelê Kurdistanê dê îro pê ve jî ji pêvajoyê xwedî derkeve û pêvajoyê ber bi serkeftinê bimeşe. Ji bo ku aştî pêk were, rêya demokrasiyê vebe, gelê Kurdistanê yê li derveyî welat vegere ser axa xwe divê dewlet jî hin gavan biavêje. Bi Serokê Gelê Kurd re bi awayekî aşkere hevdîtinan bike. Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabe, her kes vêya dizane. Gere şert û merc bên amadekirin ku Rêberê Gelê Kurd bikaribe bi gelê Kurdistanê re, gelê cihanê re danûstandin bike ji bo ku aştî pêk were.”

‘Divê mafê Kurdan di destûra bingehîn de bê qebûlkirin’

Welatiyê bi navê Wahap Şeker jî bilêv kir ku banga Abdullah Ocalan gaveke baş û erêniye û got: “Ji bo gelê Kurd bila ser xêrê be. Ji bo ku aştî pêk were pêwîst e dewlet jî gavan biavêje, mafê Kurdan di destûra bingehîn de qebûl bike. Em dixwazin çand û zimanê me azad be. Divê Meclis li ser vê meselê bisekine, heta niha gav neavêtina wan tiştekî xerab e.”

‘Em vê banga Serok bi nirx dibînin’

Welatî Gulistan Akkuş diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nirx dibînin û wiha got: “Bîr û baweriya me pê heye. Heke ev bang kiribe tiştekî dizane ku ev bang kiriye. Lê em dibêjin gere pêvajo bi awayekî aşkere were meşandin. Me wek gel pir zilm û zordarî dîtiye, êş kişandiye lê dîsa jî em dibêjin aştî. Em naxwazin êdî xwîn bê rijandin. Ku dewlet hemû êrişên xwe taybetî jî yên li ser Rojava bide sekinandin, girtiyên me berde, nasnameya me, çand û zimanê me qebûl bike wê demê em ê bawer bikin ku aştî pêk hatiye. Ji bo ku ev pêk werin jî divê di Meclisê de komîsyon bê avakirin, ji her partiyê parlamenter di nav de cih bigrin, encax bi vî awayî pêvajo pêş ve here. Lê dewlet aliyekî dibê aştî aliyekî ve jî qeyûman tayînî ser şaredariyên me dike.”

‘Baweriya me bi dewleta Tirk nayê’

Welatiya bi navê Ayten Koyunkaya jî nêzîkatiyên dewletê yên di pêvavjoyên berê de bi bîr xist û got: “Baweriya me bi dewleta Tirk nayê. Heke nasname û zimanê me qebûl bike, azadiya me bide me, em ê piştgirî bidin pêvajoyê. Daxwaza me ew e ku her tişt zelal be, her tişt bi gel re bê parvekirin.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne