E4dhejLi navçeya Sincikê ya Semsûrê di pileya 4.2an de erdhejek pêk hat. Erdhej li bajarên derdorê jî hat hîskirin.
Li navçeya Sincikê ya Semsûrê di pileya 4.2an de erdhejek çêbû. Li gorî agahiyên Serokatiya Birêvebirina Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) danîne holê, li navçeya Sincikê ya Semsûrê di kûrahiya 7 kîlometreyan de bi pileya 4.2an de erdhejek pêk hat.
Erdhej ji bilî navenda Semsûrê û navçeyên wê, li bajarên derdorê jî hat hîskirin. Derbarê zirarên giyanî yan jî madî de heya niha agahiyeke zelal nehatiye wergirtin.













