Amed – Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî diyar kir ku kuştinên jinan encama pergala serdest a mêr û bêcezatiyê ye û got: “Heta ku azadiya jinê neyê misogerkirin, em nikarin behsa civakeke demokratîk bikin.”
25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, li seranserê cîhanê wek roja bilindkirina dengê jinan a li dijî tundî, kuştin, cudakarî û newekheviyê tê bibîranîn. Jin bi rêya rêxistinbûyîn û têkoşîna hevpar li dijî hişmendiya baviksalarî disekinin û ji bo jiyaneke bê tundî û wekhev têdikoşin. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê bi rojekê ve sînordar e, lê têkoşîneke rojane ye ku armanca wê avakirina jiyaneke azad, wekhev û bê tundî ye.
Siyasetmedar û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel derbarê têkoşîna jinan a li dijî tundî, cihêkarî, pergala mêrsalar û sepanên wê de axivî.
‘Kuştina jinan ne qedera me ye’
Sebahat Tuncel li ser sedemên kuştina jinan û zêdebûna wan diyar kir ku ravekirinên kesane û derûnî rastiya pirsgirêkê vedişêrin û wiha got: “Ravekirina kuştina jinan bi hêrsa kesane, hesûdiya mêran an jî bi pirsgirêkên wan ên derûnî, sedemên rasteqîn ên pirsgirêkê nediyar dike. Kuştina jinan, encama hişmendiya serdest a mêr û têkiliyên serdestiyê yên li ser jinan e. Hişmendiya serdest a mêr a ku difikire li ser jiyan, laş, ked û biryarên jinan xwedî maf e, azadbûna jinan wekî gefekê dibîne. Newekheviya zayendî, girêdayîbûna aborî, bêcezakirin û têrnekirina mekanîzmayên parastinê bingehê ji bo komkujiyên jinan amade dikin. Tundî, cudakarî, xizanî û kedxwarî wekî rêbazên xistina jinan a bin zextê tên pêkanîn û pergala baviksalarî jî vê yekê mayinde dike. Em jin dizanin ku ev ne qedera me ye û hêza me ya guhertinê heye.”
‘Rêxistinkirina di her qada jiyanê de şertekî jêneveger ê azadiyê ye’
Di berdewama axaftina xwe de Sebahat Tuncel bal kişand ser girîngiya cihgirtina di mekanîzmayên biryardayînê û xweseriya jinê de û wiha berdewam kir: “Em jin ji serpêhatiyên xwe dizanin ku heta em di qada polîtîk de bi ser nekevin, tu destkeftiya me ne di bin ewlehiyê de ye. Vê yekê nîşan da ku rêxistinkirina di her qada jiyanê de û cihgirtina di mekanîzmayên biryardanê de ji bo azadiya me şertekî jêneveger e. Em bi hevserokatî, nûnertiya wekhev û rêxistinbûna jinan a serbixwe hewl didin azadiya jinê bihêz bikin. Pêwîst e ew şêwazê polîtîkayê ye ku rolên kevneşopî yên civakî, malbat û mêr li ser jinê ferz dike, were guhertin. Wekî jin, nayê qebûlkirin ku mafên me yên jiyan, azadî û ewlehiyê bi tu hincetan werin astengkirin û bibin mijara bazarê. Ji ber ku ya tê axaftin jiyana me ye û divê jin bi xwe li ser jiyana xwe biryarê bidin.”
‘Divê hemû qadên jiyanê li ser bingeha azadiya jinê ji nû ve bên avakirin’
Sebahat Tuncel destnîşan kir ku guhertina hişmendiyê ne tenê guhertina tevgerên mêran e, lê pêwîstî bi veguherîna hemû qadên jiyanê heye û wiha pêde çû: “Ji malbatê heta perwerdeyê, ji siyasetê heta aboriyê, ji hiqûqê heta medyayê divê hemû têkiliyên civakî li ser bingeha azadiya jinê ji nûve bên avakirin. Divê ji zarokatiyê ve ji bo keç û kuran çanda wekhevî û azadiyê were pêşxistin û perwerde ji qalibên zayendperest were paqijkirin. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e; divê mêr jî tevgerên ku tundiyê asayî dikin rexne bikin. Her wiha divê jin ne tenê bi rolên dayik û hevjîn, lê wekî kesên serbixwe û welatiyên wekhev bên pejirandin.”
‘Bê azadiya jinê avakirina civakeke demokratîk ne pêkan e’
Di nirxandinên xwe de Sebahat Tuncel bal kişand ser rola medyayê, saziyên dewletê û girîngiya nûnertiya jinan û wiha domand: “Divê ziman û polîtîkayên saziyên dewletê biguherin û prensîba wekheviyê di navenda polîtîkayan de cih bigire. Divê kuştinên jinan neyên magazînîkirin û medya ji zimanê ku sûcdaran mafdar nîşan dide dûr bikeve. Divê nûnertiya wekhev a jinan di siyasetê, aboriyê, rêveberiyên herêmî, sendîkayan û akademiyê de were dabînkirin. Civaka demokratîk ne tenê ji hilbijartinan û parlamentoyê pêk tê, lê avakirina jiyanekê ye ku jin tê de kirdeyên azad û wekhev bin.”
‘Tekoşîna li dijî kuştina jinan têkoşîna li dijî pergala serdest a mêr e’
Sebahat Tuncel teqez kir ku tenê guhertina qanûnan têrê nake ku tundiya li ser jinê bi dawî bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Qanûn dikarin biguherin û ceza dikarin bên zêdekirin, lê heta ku hişmendiya serdest a mêr neguhere, têkiliyên civakî yên ku tundiyê ji nû ve hildiberînin dê bidomin. Ji bo guhertina hişmendiyê divê têkiliyên aborî, siyasî, hiqûqî û çandî jî veguherin. Em ne tenê jiyanek ku jin tê de nayên kuştin; jiyanek azad, wekhev û bê tundî diparêzin. Têkoşîna li dijî kuştina jinan, têkoşîna li dijî pergala serdest a mêr, newekhevî û mêtingeriyê ye. Azadbûna jinan ne minetek e, mafekî bingehîn ê mirovan e. Jin ne li benda rizgarkirinê ne, lê kiryarên damezrîner ên jiyana xwe û veguherîna civakî ne. Jin ne kesên ku li benda rizgarkirinê ne, lê avakarên jiyana xwe û guherîna civakî ne. Ji ber vê yekê pêdiviya me ne tenê bi polîtîkayên parastina jinan heye; pêdiviya me bi avakirina civakeke demokratîk heye ku jin tê de azad û wekhev bin.”













