Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25ê Mijdarê li navçeya Bazarcixê ya Gurgumê (Mereş) cihê ku Alev Koç a ku hatibû qetilkirin meşek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tundiya mêr-dewletê û wiha got: “Em bi tundiyeke ku keda jinan tune dihesibîne re rû bi rû ne.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan li taxa Narliyê ya ser bi navçeya Bazarcix a Gurgumê (Mereş) meşek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, dayika Alev Koç a ku di 9ê Sibatê de ji aliyê Hasan Huseyîn Subaşî ve hatibû qetilkirin û gelek jin tev li meşê bûn. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û ev tişt anî ziman: “Em ji vî cihê ku Alev Koç lê hat qetilkirin dengê xwe bilind dikin. Huseyîn Subaşî piştî ku Alev Koç qetil kir, cihê ku serî lê da muduriyeta emnîyetê ya terorê bû. Cinayeta ku kiriye wekî ‘kuştina terorîstekê’ bi nav dike. Parêzerên malbatê jî dibêjin ku kujer bi kesên di nava ewlehiyê de ne re di nava têkiliyê de ye. Li vî welatî waliyê ku di qetilkirina Gulistan Dokû de cih girtiye heye. Di qetilkirina Alev Koç de jî tenê girtiyekî hebe, ev careke din tundiya mêr-dewletê nîşanî me dide. Dewleteke ku çav berdaye nefeqeya xizaniyê heye. Em bi tundiyeke ku keda jinan tune dihesibîne re rû bi rû ne.”
Pişt re dayika Alev Koç, Cennet Koç axivî û wiha got: “Bila êdî Alev nemirin, edelet pêk were.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û bi çepikan bi dawî bû.















