• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Peyasê xebatên salekê aşkere kir

Navenda Nûçeyan / AW

22 ÎLON 2025 - 14:21
Kategorî: JIN
A A
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê piştî qeyûmê tayinkirî ku ket destê rêveberên herêmî xebatên ji bo jinan zêde kir.

Gerînendetiyê bi Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, Yekîneya Bi Hêzkirina Aboriya Jinan û Yekîneya Perwerde, Lêkolîn û Pêşxistina Projeyên Civakî re di gelek qadan de xebatan dimeşîne.

Yekîneya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

Ev yekîne ji bo parastina jin û zarokên ku rastî tundiyê hatine; destwerdana xizmetên civakî, şêwirmendiya hiqûqî û piştgiriya psîkolojîk pêşkêş dike. Xebatan ji bo pêşxistina polîtîkayên parastinê û pêşîlêgirtina li dijî tundiyê dimeşîne. Ev xebat ji aliyê Navenda Piştgiriya Jinan ve ku îsal hatiye vekirin, têne birêvebirin.

Yekîneya bi hêzkirina aboriya Jinan

Ev yekîne bi armanca afirandina qadên kar ji bo jinan, piştgirîkirina gihîştina wan a ji bo çavkaniyên debarê û hilberîna polîtîkayên têkildar û pêkanîna wan dixebite. Di vê çarçoveyê de; yekîne li ser serlêdanên ku li navendên têkildar ên gerînendetiyê hatine kirin û xebatên li qadan, ji bo jinan kursên bi destxistina pîşeyan û atolyeyan organîze dike. Di yekîneyê de, herwiha çalakiyên bi hêzkirina kapasîteya li ser bingeha hevkarîya jinan û mafên aborî jî têne kirin. Saziyên bi vê yekîneyê ve girêdayî; Bazara Kedê ya Jinan, Navenda Jiyana Jinan û Navenda Jiyana Jinan a 500 Evlerê hene.

Yekîneya perwerde, lêkolîn û pêşxistina projeyên civakî

Ev yekîne li gorî hewcedarî û daxwazên jinan, ji bo gund, tax û kesên ku ji xizmetên şaredariyê sûd werdigirin, perwerde û xebatên hişyariyê organîze dike. Herwiha ji bo bi hêzkirina kapasîteya xebatkarên şaredariyê, naverokên perwerdeyê yên li gorî hewcedariyan amade dike û belavkirina agahiyên têkildar misoger dike. Yekîneya Perwerdeyê, li ser bingeha daneyên ku ji lêkolînên qadan yên gerînendetiyê hatine bidestxistin, ji bo xebatên jinan planan çêdike; herwiha bi armanca peydakirina fonan li gorî hewcedariyan û pêşxistina projeyên civakî dixebite.

Ji bo pirsgirêk û daxwazên jinan xebatên li qadan

Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ji bo diyarkirina pirsgirêkên jinan ên pêşî û xebatên li gorî vê yekê, di navbera meha Îlon-Cotmeha 2024an de li Taxên Medya, Bariş, Peyas û Huzurevlerî xebat li qadan meşand. Xebata ku gihîşt 1452 jinan, bi armanca pêşkêşkirina analîzeke berfireh a hewcedariyan, mebest li gor vê hewcedariyê pêşero jinan bê diyarkirin.

Dest bi xebatan kirin

Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan di dema derbasbûyî de li tax û gundan di mijarên wekî Wekheviya Zayendî ya Civakî, Parastina Zarokan, Tundiya li ser Jinan û Mekanîzmayên Serlêdanê, Qanûna Jimara 6284an ku Tundiya Dîjîtal, Têkiliya Bêtundî, Mafên Mirovî, Tenduristiya Jinan, Alîkariya Pêşî ya Derûnî, Çerxa Tundiyê, Xweparastin û Madeyên Tirşîker û Bandorên Wan, xebatên hişyariyê kirin. Li Navenda Jiyana Jinan a 500 Evlerê û Bazara Kedê ya Jinan, li gorî daxwazên jinan kursên pîşeyî hatin destpêkirin. Kursên Dirûtinê-Tekstîl3e, Hunerên Destan û hilberîna berheman hatin vekirin. Herwiha bi hevkariya DTSO’yê bernameyên perwerdeyê yên Modaya Sêwirandinê ya Grafîk û Webê hatin vekirin.

‘Civînên Keda Jinan’

Gerînendeyê di mehên Tebax-Cotmeha 2024an de li Parka Rojava û Parka 75an “Civînên Keda Jinan” li dar xistin. Di van civînan de, jinan di heftên cuda de tiştên ku hilberandine firotin. Li Bazara Kedê ya Jinan atolyeyên pêwîst ji bo jinan hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, atolyeyên bîberiyê, mûm, veguherandina berhemên antîk, panç û boyaxkirina keviran hatin kirin. Di bufeyên li Bazara Kedê ya Jinan de, tiştên ku ji aliyê jinan ve hatine hilberandin tên firotin.

Peymana wekheviya Jin -Mêr hate îmzekirin

Peymana Wekheviya Jin-Mêr di Jiyana Herêmî de ku ji aliyê Konseya Şaredariyan û Herêmî ya Ewropayê (CEMR) ve hatiye pêşkêşkirin û armanc dike ku wekheviya jin-mêr di jiyana herêmî de were peydakirin, hate îmzekirin.

Navenda Piştgiriya Jinan

Navend di 29ê Mijdara 2024an de hate vekirin û li vir şêwirmendiya hiqûqî, piştgiriya psîkolojîk û xizmetên civakî tê dayîn. Di navbera Tîrmeha 2024an heta 31ê Adara 2025an de hejmara serlêdanan: ji 116 jin û 20 zarokan pêk tên. Jinên ku serî li Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiyê dane, bi giranî kesên ku rastî tundiya nav malê hatine (ku fail bi piranî mêrên zewicî ne). Jinan diyar kirine ku bi awayekî sîstematîk rastî tundiya fizîkî, psîkolojîk û aborî hatine.

‘Gotina Me Neqediya ye, Em ê Bi Hev re Tundiyê Bisekinînin!’

Bi wesîleya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, kampanyaya “Gotina Me Neqediya ye, Em ê Bi Hev re Tundiyê Bisekinînin!” ku dê salekê bidome, ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve hate ragihandin. Di çarçoveya kampanyayê de, atolyeyên li ser “Tundiya li ser jinan û mekanîzmayên têkoşînê, li gor Qanûna Jimareya 6284an, Zayendperestiya Civakî” hatin lidarxistin. Ji bo balê bikişînin ser tundiya li ser jinan û jinkujiyê û ji bo bi hêzkirina torên piştgiriyê, forûm tên kirin. Bi dirûşma “Gotina Me Neqediya ye, Em ê Bi Hev re Tundiyê Bisekinînin!” li Parka Koşuyoluyê, Park Ormanê, Parka Yeşilkuşakê, Parka Dere Boyu yê, Parka Mîmoza, Parka 500 Evlerê, Parka Meryem Xan, Parka Xelîl Brahîm Oruç, Parka Sporê ya Peyasê û gundên Kirxalî, Seker, Tirspî û Dankiranê bi jinan re hatin ba hev. Di van civînan de, tundiya li ser jinan û mekanîzmayên têkoşînê hatin nîqaşkirin, hate gotin ku piştgirî xweparastinek e û agahiyên der barê saziyên ku divê serlêdan lê bê kirin de agahî hatin parvekirin.

Meclîsa jinan

Meclîsa Jinan ku ji xebatkarên jin ên şaredariyê pêk tê û bi armanca birêvebirina xebatên şaredariyê bi perspektîfeke azadiya jinan hate avakirin.

Pirtûkxaneya berhemên jinan

Pirtûkxane di 12ê Çileya 2025an de hate vekirin û li vir bi armanca derxistina gotin û bîrên jinan, axaftin, perwerde, atolye û panel tên kirin. Di vê çarçoveyê de; axaftinên bi mijara “Têkoşîna Jinan di Edebiyata Kurdî de” hatin lidarxistin. Bi dirûşma “Ji Zanatiya Kevn Ber bi Jiyana Azad Ve”, axaftinên li ser Zayendperestiya Civakî, Kevneşopiyên Berxwedana Jinan li Mezopotamyayê, Evîna Zayendî û Hevjîna Azad hatin kirin.

Navenda Jiyana Jinan

Di sala dawî de Navenda Jiyana Jinan a 500 evlerê vekirin. Ev navend bi awayekî çalak careke din hate vekirin û li gorî daxwazên jinan Kurs hatin li dar xistin û xebatên hişyariyê hatin kirin. Ji bo plansaziya sala 2025an û projeyên ku di sala 2026an de bêne kirin, li taxan serdanên malan tên kirin. Ji meha Gulanê û vir ve, di serdanên malan de, ji bilî daxwazên jinan, li ser ezmûnên wan ên rojane jî tê axaftin. Piştî serdanên malan û kursên ku li saziyan hatine dayîn, jinan komên hilberînê ava kirin. Niha komên tekstîl, hunerên destan û hilberîna ji nebatên aromatik ên tibî hatine avakirin. Jinên ku tên ba hev hem hilberînê dikin hem jî piştgiriyê didin hev. Di komên perwerdehiyê de ku ji bo xuyakirina keda jinan û têkoşîna bi hev re hatine avakirin, jin berhemên xwe li dikanên Bazara Kedê ya Jinan difiroşin.

Etîket: JinJiyanMeclisa JinannavendPeyasPiştgiriya jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ li Amedê bênavber didomin

Rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ li Amedê bênavber didomin

12 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

22 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne