• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şaredariya Dêrikê Mihrîcana Zeytûnan li dar xist

Mêrdîn / AW

28 COTMEH 2025 - 08:39
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A

Şaredariya Dêrika Çiyayê Mazî bi piştgiriya Sanatça Organîzasyonê 3yemîn Mihrîcana Zeytûnan li dar xist. Mihrîcan bi konsera Koma Sorjiyanê û Xêro Abbas ve bi dawî bû.

Şaredariya Dêrika Çiyayê Mazî û Sanatça Organîzasyonê 3yemîn Mihrîcana Zeytûnan li dar xist. Roja ewil Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz, Hevşaredar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bernameya mihrîcanê bûn. Serdana jinên karker kirin

Roja ewil girseya tev li mihrîcanê bû, serdana jinên karker ên di zeviyên zeytûnan de dixebitin kirin û piştre çûn serdana karkerên jin ên di fabrikaya zeytûnan de dixebitin. Pişt re, li Navenda Çandê ya Şaredariyê bi sernavê ‘Zayendîkirina Kedê û Xizanî’ panel li dar xistin. Di saetên êvarî de dengbêj Hediye Kalkan, Tîrêj, Şehmûs Temel û Dîren Temel derketin ser dikê û klam gotin.

Roja duyemîn Parlamenter, hevşaredar, nûnerên TJAyê, rêxistin û rêveberên partiyên siyasî yên navend û navçeyê û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Beriya nîvro li baxçeyê şaredariyê danasîna zeytûnan û xwarinên herêmê kirin.

‘Bila yên li çiya siyasetê bikin’

Hevşaredarê Dêrika Çiyayê Mazî Cengîz Temellî beriya konsera ku li Qada Newrozê ya taxa Kaleyê hatiye lidarxistin axivî, bal kişand ser geşedanên siyasî yên di rojevê de û got: “Dixwazin Kurd li Rojava çekên xwe teslîmî DAIŞê bikin. Gelê Kurd li Rojava xweseriya xwe îlan kiriye û ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêvî. Divê hevalên me yên li vê qadê vê rol û ristê bigirin ser xwe. Gelê Kurd ji aştiyê re amade ye. Bila êdî hemû hevalên me bêne berdan. Bila yên li çiya werin li vê qadê siyasetê bikin.”

‘Gerîla ji bo pêşî vebe vekişiyan’

Parlamentera Mardînê Berîtan Guneş Altin jî anî ziman ku gelê Dêrikê ji rayedarên Tirkiyeyê re dibêje, “Ev bajar bajarê aştiyê ye, dê pêşengtiya aştiyê bike” û got: “Gerîlayan ji bo pêşî li aştiyê vekin ji Tirkiyeyê vekişîyan. Tirkiye bi salan e li Dêrikê, li Kurdistanê tenê pişaftin, asîmîlasyon, kuştin û şer daye pêşiya xwe. Lê dê ev dîrok vegere. Dem dema aştiyê ye.”

‘Çand nirxa gel e’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî anî ziman ku civak bi ziman û nasnameyan xwe hene û got: “Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên qirkirina çandî tên meşandin. Dema ziman û çanda gelekê tune be, ji wî gelî re gotina ‘geleke bi nirx’ nayê gotin. Bêgûman li hember van polîtîkayan qirkirina çandî, têkoşîneke bêhempa jî tê dayîn.”

Piştî axaftinan Koma Sorjiyan bi stranên şoreşgerî û bi tevger gel coşand. Welatî bi gotina stranan dirûşm berz kirin û govend gerandin. Li pey Koma Sorjiyan Hunermend Xêro Abbas derket ser dikê. Xêrok Abbas heya derengiya şevê bi stranên xwe ve kêliyên xweş li gel da jiyandin. Mihrîcan bi gerandina govendan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne