• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şande: Divê mercên Ocalan bên guhertin

Navenda Nûçeyan /AW

24 NÎSAN 2025 - 13:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şandeyê DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re, daxuyanî da. Endama şandeya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Mijara herî girîng a hevdîtinê başkirina mercên birêz Ocalan e û hewceye di vê mijarê de bêyî hincet gav bên avêtin.”

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, li avahiya wezaretê hevdîtin kirin. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokên Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan di hevdîtinê de cih girtin.

Hevdîtin 2 saetan domiya û piştî hevdîtinê daxuyanî dan.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniyê de got ku têkildarî mijarên ku wezaret bikare ji pêvajoyê re sûdewer bibe hevdîtin kirine. Gulistan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku serenavê ewil ê nîqaşa wan mercên xebatê û tenduristiyê yên birêz Abdullah Ocalan bûn ku li Îmraliyê tê ragirtin û bi banga 27ê Sibatê re deriyeke nû li pêşiya Tirkiyeyê vekir û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd qonaxene nû da destpêkirin. Di vê mijarê de me ji birêz wezîr re got ku birêz Ocalan dê nekare di van şert û mercan de ji bo pêvajoyê sûdewer be, ji bo pêşketina pêvajoyê dmercên birêz Ocalan mijare sereke ye û divê ev mijar bêyî hincetek were nîşandan bê çaereserkirin. Di vê mijarê de dê şensê me çêbibe ku di demên pêş de em hinek geşedanan bibînin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zan^ni ku li Tirkiyeyê di mijara pergala edaletê de gelek pirsgirêk hene û got: “Me derfet dît ku van bi berfirehî binirxînin. Di halê hazir de yek ji serenavên herî girîng jî mijara girtiyên nexweş e. Em dizanin ku tu aliyekê vê mijarê ya însanî û hiqûqî nîne. Me got ku divê ji bo girtiyên nexweş demildest sererastkirin bên kirin, di mijara raporên ATK’ê de bi lez û bez sererastkirin çêbibin da ku girtiyên nexweş bên berdan. Me daxwazên xwe yên di vê mijarê de parve kirin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku wan sererastkirina qanûnî ya di dema pandemiyê de ji bo mercên berdana bişert hatiye derxistin lê “sûcên rêxistinkirî” li derve hatiye hiştin jî nîqaş kirine. Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha pê de çû: “Me li wir got ku divê meseleya sûcên rêxistinkirî li derveyî qanûnê dihêle were çareserkirin û qanûneke wekhev be. Wekî hûn jî dizanin AYM’ê sûcê ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ îade kiribû. Lê tevî biryara AYM’ê jî mixabin Meclisê bi heman awayî hate amadekirin û qebûlkirin. Hinek agahî hatin ber destê me ku dîsa dixin paketa nû. Divê ev mijar bêyî hincet ji holê were rakirin. Me jê xwest ku sererastkirineke li gorî biryara AYM’ê were amadekirin.

Yek ji mijara din a hevdîtinê jî Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bûn ku tehliyeya girtiyan asteng dikin. Me xwest ev lijne jinûve bên nirxandin û demokratîkkirin. Li gel vê; me got ku divê ev lijneye biryarên xwe li gorî krîterên objektîf bidin. Ev mekanîzma, weke mekanîzmaya cezakirinê ya duyemîn tên bikaranîn û me xwest bên demokratîkkirin û wisa di paketê de cih bigire.

Mijara cezayên disiplînê yên li girtiyên nexweş tên birîn jî di rojevê de bû. Divê ev cezayên disiplînê jinûve bên sererastkirin. Çalakiyên girtî ji bo başkirina mercên xwe dike divê weke sûcê disiplînê neyên qebûlkirin û me ev mijar parve kir.”

Doza Kobanê

Gulistan Kiliç Koçyîgît piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand û ji bo pirsa “Ji bo daxwaza xwe ya têkildarî tecrîda ser birêz Ocalan û qanûna înfazkirina cezayê, wezîr çi bersiv da?” wiha got: “Me firsend dît ku van mijaran tevan biaxivin. Birêz wezîr jî ev mijar tevek bi baldarî nivîsandin. Jixwe têkildarî hinek sererastkirinên qanûnî nirxandinên me yên hevpar hene. Her kes dizane ku gelek sererastkirinên qanûnî yên ne adilane, neheq û newekhev hene. Weke mînak; dema qanûn derketî, tenê ji bo girtiyên edlî bû. Xetere li ser hemû kesan hebû lê sûcên rêxistinkirî li derveyî vê hatin hiştin. Me jî ji wan re got ku ev yek adilane nîne. Wan jî gotin ku dê di vê mijarê de bixebitin. Her mijara me behs kirî wan bi baldarî nivîsand û gotin ku dê li ser bixebitin û di vê mijarê de di demên pêş de bişêwirin. Em têkildarî Doza Kobanê û çendek mijarên din jî axivîn.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne