• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Salîh Muslîm: Konferans wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike

Mahmut Altintaş /AW

28 NÎSAN 2025 - 10:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Endamê Desteya Serokatiya PYDê Salîh Muslîm tekildarî Konferansa Yekrêziya Kurd anî ziman ku konferans bi taybet ji bo Rojava ye lê dê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike.

Bi beşdariya partî û rêxistinên Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê di 26ê Nîsanê de li Parqa Azadî ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Konferansa “Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hat li darxistin. Di encamnameya konferansê de li ser ziman û çanda Kurdî hat rawestandin û ji bo di navbera aliyê peywendîdar re dan û standin bê kirin biryara ava kirina komîteyekê hat girtin. Encamnameya Konferansê hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Suriyeyê bû. Di encamnameya konferansê de tê destnîşan kirin ku mafê hemû gelên Suriyeyê bên mîsogerkirin û zimanê Kurdî jî weke zimanê Erebî bibe zimanê fermî. Ji bo partiyên Kurd jî tê destnîşan kirin ku partiyên Kurd di pêşeroja Suriyeyê de ji bo mafê gelê Kurd bi yekrêziyê tevbigerin.

Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm ku tev li konferansê bûbû encamnameya konferansê û bandora wê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

‘Kedeke mezin hat dayin ji bo konferansê’

Salîh Muslîm bi lêv kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin pêwîstiya yekitiya Kurd derxistiyê holê û wiha got: “Zêdetirî 2 sal in geşedanên girîng di Rojhilata Navîn de diqewimin. Kurd jî bûn navenda van bûyeran. Vê yekê pêwîstiya yekitiya netewî ya Kurd zêdetir kir. Kurdan jî ispat kir ku gelekî zindî ye û dikarê tiştan bi pêş bixîne û nirxên Kurdan jî ne nirxên li dijî mirovahiyê ye. Di encama van bûyeran de em jî weke hemû hezên Kurdan gehiştin hevdû. Ji bo yekitiya Kurdan çêbibe komîte werin avakirin. Hemû Kurd jî ji vê yekê kêfxweş bûn. Naveroka konferansê ji bo Rojava ye lê ji her çar aliyên Kurdistanê partî tev li konferansê bûn. Taybet ji bo Rojava bû lê bandora konferansê wê li tevahiya Kurdistanê bike. Peyamên gelekî erênî derketin. Heviyên me jî zêde bûn. Kedeke mezin hat dayîn ji bo konferansê. Gelek şehîd hatin dayîn. Ji ber ku karê me gihiştin encamê em kêfxweş bûn. Hestên me hemûyan bi vî rengî bû.”

Kongreya yekitiya Kurdan

Di berdewama axaftina xwe de Salîh Muslîm destnîşan kir ku ji niha şûnde divê kongreyeke netewî ya Kurdan be li darxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca vê konferansê ew bû ku pêwîstiyên Kurdan, mafê Kurdan çawa bên dayîn û bistînin. Dê li ser peymana 8 xalan ku birêz Mazlûm Abdî bi Colanî re îmze kirin jî bandora wê hebe. Ji aliyê din ve jî ji aliyê aborî, parastina ziman, çand, parastina rewa ve jî çi xal hatibin gotin li ser xebat bên kirin. Komîteyên hatinê ava kirin li gor biryarên ku konferansê hatine girtin bixebitin. Ji niha şûnve jî tevahî saziyên Kurdistanê yên ziman, çand û hemû saziyan jî bigihin hevdû ku em bikarin kongreyeke neteweyî ya Kurdan çêbikin. Yanî Kurd her çar aliyên Kurdistanê çawa dikarin bi hevdû re bidin û bistînin, çawa dikarin desthilatdariya wî welatî re bidin û bistînin li ser vê yekê bixebitin. Ew jî xebateke cuda ye. Ji berê jî hinek hewl dan jî çêbûn. Di sala 2013an de li Hewlêrê çêbû. Lê hinekan ew yek pêk neanîn û neçû serî. Em hevî dikin ku ev pêvajo jî were temamkirin û xebatên me ji niha şûn ve li ser vê astê bimeşe.”

‘Divê hesap bê pirsîn’

Salîh Muslîm bi lêv kir ku divê ji partiyên li gor biryarên konferansê tevnegeriyan hesap bê pirsîn û ev tişt gotin: “Me di konferansê de biryara komîteyekê girt. Ev komite wê hevbeş bibe. Heke şaştî hebin bi demê re wê ew komîtê serêrast bike. Bi heza gelê me yanî gelê me biryarek dabe divê em jî giredayî wê bin. Divê gel hakem be. Yekitiya gel jixwe çêbû ye. Lê yên ku ne yekitiyê de ne partiyên siyasî ne. Hinek partiyên siyasî li gor berjewendiyên malbatî tevdigerin. Ew yek dibe asteng pêşiya yekitiya Kurdan. Divê yên ku li dijî yekitî û berjewendiyên gel tevgeriyan hesab jê bê pirsîn. Her partî divê karê xwe bike. Ew jî beriya her tiştî divê hişmendî bê guhertin. Cudahiyên me zêde ne. Cûdahiyên me yên olî û bawerî û hwd. Lê divê em formulekê bibînin ku tevî cûdahiyan em bikarin bi hevdû re bijîn. Divê gelê me jî tebigihêjê û ji partiya re nehêlê. Divê em çanda jiyana hevbeş di nava gel de biçînin û qasî ku karîn jî berfireh bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Salîh Muslîm bal kişand ser rola Kurdan a di Rojhilata Navîn de û axaftina xwe wiha qedand: “Li her aliyê Kurdistanê divê hemû Kurd bizanibin rewş guheriye. Gelê Kurd hişyar bûye û di Rojhilata Navîn de pêşengiya demokrasiyê dike. Damezrandina yekemin a mirovahiyê Mezopotamya bû. Kurdan rolek lîst. Niha careke din ew rola Kurdan tê xwestin. Ji bo wê jî divê em ji aliyê zanistî, fikir, hişmendî û siyasî ve amade bin ku bikarin pêşengî bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne