Êlih – Şakîr Oral ê ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê îşkence li kurê wî Bîlal Oral ê astengdar hatibû kirin diyar kir ku saziyê bêyî agahiya wan kurê wî yê astengdar birine navçeya Nîzîpê ya Dîlokê û wiha got: “Hin ji wan mirine. Bi qasî me bihîst yek jê bi girêdana dest û ling miriye. Ew girêdana dest û ling li wî bûye kangren û bi wî awayî miriye. Kurê min ji 70 kîloyê daketibû 45 kîloyan. Em dixwazin ew kesên îşkencekar werin cezakirin.”
Di çarçoveya îdiayên destdirêjî, îşkence, mirina bi guman û nelêritiyên cuda yên li hember navenda Rehabîlîstasyona Şifayê ya Êliyê ku ji bo nexweş, astendar û kal û pîran xizmet dida, beriya mehekê operasyonek berfireh hat destpêkirin. Di lêpirsîna ji rayagiştî veşartî hat meşandin de ji 80ê zêdetir kes hatin binçavkirin û ji zêdetirî dehan kes jî hatin girtin. Piştî biryara veşartinê hat rakirin agahî û belgeyên hatin bidestxistin, aliyên binpêkirinên mafan ên giran ên li navendê hatine jiyîn û nîqaşên der barê berpirsyariya kontrolkirinê ya saziyên cemawerî ji nû ve hat rojevê. Têkildarî vê bûyerê gelek malbatan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê dan.
Welatiyê bi navê Şakîr Oral îşkenceyeke giran li kurê wî hatibû kirin ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ji ber van îşkenceyan kurê xwe birine malê û li malê li kurê xwe dinêre.
‘Gelek kesên astengdar bêyî malbatan agahdar bikin birine bajarên cuda’
Şakîr Oral diyar kir ku Navenda Rehabîlîtasyonê ya Şifayê bêyî agahiya wan kurê wî jî di nav de gelek kesên astengdar birine bajarên cuda û wiha got: “Dema em bi bûyerê hesiyan, ji ber nexweşiyê ez û hevjîna xwe li Stenbolê bûn. Piştî ku em hatin malê em li personelên Navenda Rehabîlîtasyonê geriyan, bersiva me nedan. Piştî ku bersiv nedan em rabûn çûn saziya wan. Dû re em li Miduriyeta Xizmetên Civakî û Malbatê ya Êlihê geriyan. Min ji wan re got, kurê min li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê ye, em tu agahî jê nastînin û bersiva telefonên me jî nadin. Beriya ku em bigerin jî ji du mehan zêdetir bû ku me agahî jê nedistend. Pişt re dema cejnê hevjîna min li wan geriya bû, jê re gotibûn; ‘em ê li we bigerin’ lê dîsa jî negeriyan. Pişt re dîsa em li Miduriyeta Xizmetên Civakî û Malbatê ya Êlihê geriyan ji me re gotin ‘ji ber ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê hin pirsgirêk derketine, me kurê te biriye navçeya Nîzîpê.’ Pişt re me telefona wir xwest, dan me. Em bi wan re ketin têkiliyê. Wan jî got, ‘rast e kurê te li cem me ye.’ Roja pişt re me da rê û em çûn me ew anî malê.”
‘Berpirsyar kî be divê bê ceza nemîne’
Şakîr Oral di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ê êdî careke din kurê xwe yê astengdar teslîmê Navendên Rehabîlîtasyonan neke û wiha pêde çû: “Em îro dîsa çûn ber deriyê wê saziyê, min ji wan re got, çima we kurê min bêyî agahiya min biriye? Wan jî got ‘em li te geriyane te bersiv nedaye’. Lê derewan dikin li min negeriyane. Û gotin ‘em nikarin kurê te bi vî awayî bidin te.’ Dibêjin ‘hewceye em bên li mala te binêrin, ka mala te guncav e yan na.’ Lê dîsa min daxwazname nivîsand û da wan. Kurê min niha li cem min e. Lê di laşê wî de cixare hatiye tefandin, di serê wî de cihê derbeyan hene û li gelek deverên laşê wî dîsa cihê derbeyan xuya dikin. Her wiha li ser destên wî jî cixare hatiye tefandin. Ez ê êdî careke din kurê xwe teslîmî van saziyan nekim, ew ê êdî li cem min be. Min ji wan re got, ger ku hûn li min bigeriyana dê di telefonê de lêgerînên we yên dawî hebûna. Li gor xwe lîsteyek amade kirine, dibêjin ‘em li malbatên van hemû kesan geriyane’ lê tu kesî jî negeriyane. Jixwe tişta ku em pê hesiyan zarok bi şev revandine û birine. Ev jî ji bo ku çapemenî û gel nebihîze. Gelek ji wan saet di 00:00an de birine teslîmê wir kirine. Bi roj nebirine haya tu malbatan jê çênebûne. Em dixwazin ev îşkenceya ku li van zarokan hatiye kirin bê ceza neyê hiştin. Berpirsyar kî be divê bê ceza nemîne. Ji ber vê yekê jî me serî li Şaxa ÎHDê ya Êlihê da. Ew jî ji me re dibin alîkar, ji bo ku doza me neyê girtin, doz girtin ser xwe. Û em ê dev ji doza xwe bernedin.”
‘Em dixwazin wan bibînin, ka ji bo çi wisa kirin?’
Her wiha Şakîr Oral da zanîn ku bi qasî ew dizanin nêzîkê sed kesî ji wê saziyê birine bajarên weke Stenbol, Dîlok, Ûşak, Balikesîr û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin heta Kilîsê jî ew birine. Bi awayê ku me bihîst ji wan 16 kes bi kurê min re birine Dîlokê û hin ji wan jî birine bajarên cuda. Hin ji wan jî mirine. Bi qasî me bihîst yek jê bi girêdana dest û ling miriye. Ew girêdana dest û ling li wî bûye kangren û bi wî awayî miriye. Wekî din li wir lêdan zêde bûye, xwarin nedane, ava logaran bi wan dane vexwarinê. Kurê min di demên dawî de gelek zeîf bibû, ji 70 kîloyê daketibû 45 kîloyan. Li wir tacîz, tecawiz hebûye, îşkence li wan kirine hişbir dane wan. Gelek caran dema ku em li wan digeriyan, venedikirin û ji me re digotin ‘em ê li we bigerin’ lê dîsa jî venedigeriyan. Em dixwazin xwe bigihînin wan kesên ku îşkence kirin e, lê telefonên me venakin. Ji wan nêzîkê sed kes hatine binçavkirin, 16 kes jî hatine girtin. Hin ji wan jî serbest hatin berdan. Em dixwazin wan bibînin, ka ji bo çi wisa kirin.”









