Di êrîşên Rûsyayê yên li ser paytexta Ûkrayna Kîevê de 11 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn.
Rûsyayê êrîşên hewayî bir ser paytexta Ûkrayna Kîevê. Di êrîşan de herî kêm 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn.
Serokê Şaredariya Kîevê Vitaliy Kliçko ragihand ku êrîş li gor saeta herêmî di 02:45an de pêk hatiye.
Serokê Îdareya Leşkerî ya Bajêr a Kîevê Timur Tkaçenko jî got ku êrîşên bi fuzeyan ên Rûsyayê yên li hemberî sivîlan dewam dikin.













