Siyasetmedarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Dr. Ebdurrehman Qasimlo 37 sal berê di 13ê Tîrmeha 1989an de li Viyanayê bi çend hevalên xwe re li gel nûnerên Komara Îslamî ya Îranê civîya û ji aliyê nûnerên komarê ve di encama suîqestê de bi guleyên bi hemû hevalên xwe ve hate kuştin.
Siyasetmedarê Kurd ê Rojhilatî Dr. Ebdurrehman Qasimlo bi hevalên xwe Abdullah Qadirî Azar, Fazil Resûl û çend endamên din ên şandeya Kurd re 37 sal berê di encama suîqesta Komara Îslamî ya Îranê de li bajarê Viyanayê ya paytexta Avûstûryayê hatin kuştin. Ev bûyer weke siyaseteke reş û qirêj di dîroka cîhanê de cîhê xwe girt û piştî vê yekê taybetî gelê Kurd rûyê Komara Îslamî ya Îranî dît. Hikûmeta Avûstûryayê derbarê bûyerê de doz vekir, lê tevî 37 salan jî tu pêşketin di dozê de çênebû û kujer vegeriyan Îranê.
Zanîngehê li Parîsê dixwîne
Siyasetmedarê Kurd ê Rojhilatî Dr. Ebdurrehman Qasimlo, di 22ê Kanûna 1930an de li bajarê li gundê Qasimlo yê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê hat dinyayê. Qasimlo di sala 1948an de ji bo domandina xwendina xwe ya zanîngehê çû Parîsê. Li wir, ligel xwendinê, beşdarî çalakiyên siyasî jî bû. Di Kongreya Sêyem a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) de ku di Hezîrana 1972an de hate lidarxistin, ew bû endamê Komîteya Navendî ya partiyê. Piştre, di sala 1974an de wekî Sekreterê Giştî yê partiyê hate hilbijartin û di hemû kongreyên piştî wê de jî dîsa ji bo vê erkê hate hilbijartin.
Bandora geşedanên siyasî li ser siyaseta Qasimlo
Dema sekreteriya giştî ya Qasimlo, bi bûyerên girîng û diyarker ên dîroka Îran û Kurdistanê re hevdem bû. Şoreşa Îranê ya sala 1979an, danûstandinên PDK-Î bi hukûmeta demkî ya piştî şoreşê re, destpêkirina pevçûnên çekdarî di navbera partiyê û hikûmeta Komara Îslamî de û her wiha pevçûnên bi hin partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê re, ji wan bûyeran bûn ku bandorek mezin li rêka siyasî ya partiyê û cihê Qasimlo di dîroka nûjen a Kurdistan û Îranê de kir.
Ler ser maseya danûstandinê hatE kuştin
Lê bûyera herî girîng a jiyana siyasî ya Dr. Qasimlo, şehîdkirina wî li ser maseya danûstandinê li bajarê Viyanayê bû. Di dewamê danûstandinên veşartî yên di navbera PDK-Î û Komara Îslamî ya Îranê de, di 13ê Tîrmeha 1989an de civînek li apartmanekE li Avûstûryayê li bajarê Viyanayê hate lidarxistin. Armanca vê civînê ew bû ku ji bo pirsgirêka Rojhilatê Kurdistanê rêyek siyasî were dîtin û daxwaz û mafên gelê Kurd werin nîqaşkirin.
Kujer vegeriyan Îranê
Lê belê, di dema vê danûstandinê de heyeta Komara Îslamî ya Îranê Dr. Ebdurrehman Qasimlo, Abdullah Qadirî Azar û Fazil Resûl ku nivîskar û navbeynkarek ji Başûrê Kurdistanê bû, bi gulebaranê şehîd kirin. Hemû endamên heyeta danûstandinê di wê êrişê de hatin kuştin. Piştî vê suîqestê, dewleta Avusturyayê dozek dadwerî vekir û ji bo sê endamên tîma terorê, bi serokatiya Mihemed Cefer Sehrarûdî, biryara girtinê derxist. Lê ev doz tu carî negihîşt encamê û endamên tîma terorê vegeriyan Îranê.
Qasimlo ji demokrasiyê bawer dikir
Niha, piştî derbasbûna 37 salan bi ser qetilkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî ve, ev doz hîn jî bêencam di pergala dadweriya Avusturyayê de maye. Dr. Qasimlo bawer dikir ku Komara Îslamî ya Îranê piştî mirina Rûhullah Xûmeynî dê xwe ji nû ve rêk bixe û di dawiyê de bi rêyeke siyasî pirsgirêka Kurdistanê çareser bike. Ji ber vê yekê, ew her dem li ser danûstandin, diyalog û çareseriya dîplomatîk radiwesta û bawer dikir ku pirsgirêka Kurd tenê bi axaftin û danûstandinê tê çareserkirin, ne bi şer û tundiyê.
Wekî nûnerê Kurdan hat hilbijartin
Di 3yê Tebaxa 1979an de Qasimlo beşdarî hilbijartina Meclîsa Xebatê ya Destûra Bingehîn a Îranê bû û bi 113 hezar û 773 dengan ji parêzgeha Azerbaycana Rojava wekî tenê nûnerê Kurd hate hilbijartin.
Xûmeynî li dijî Kurdan ‘cîhad’ dabû destpêkirin
Her wiha piştî bûyerên Paweyê, rêberê Komara Îslamî ya Îranê Rûhullah Xûmeynî, di 17ê Tebaxa 1979an de di axaftineke xwe de Kurdan “kafir” bi nav kir û fermana cîhadê li dijî komên çekdar ên Kurd derxist. Ev axaftin û biryar bûn yek ji xalên herî girîng ên zêdebûna pevçûnên di navbera hikûmeta Komara Îslamî û hêzên Kurd de.









