• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

Navenda Nûçeyan / AW

9 ADAR 2026 - 09:24
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET, ROJANE
A A
Nivîskar û şîrovegerê Amerîkyî yê pîsporê Rojhilat Navîn Michael Rubin geşedanên şerê li Îranê di gotara xwe de şîrove kir û bal kişan ser hevkariya pêkan ya Amerîka û Kurdên Rojhilatê Kurdistanê. Rubin anî ziman ku serhildanek bi piştgiriya DYAyê dê ji bo Îranê bibe ‘xelata’ herî mezin. Rubin serhildanek bi piştgiriya DYAyê wekî qumarek bi rîsk pênase kir û got ku CIAyê ev fikir daye Trump. Rubin xwest ku Kurd berî bikevin tevgerê tedbîran bixwazin û tedbîra sereke jî wekî derxistina PKKê ya di lîsteya ‘terorê’ de destnîşan kir.

Nivîskar û şîrovegerê Amerîkî Dr. Michael Rubin di gotara xwe ya vê hefteyê şerê Îsraîl û Îranê, serhildanek pêkan a li Îranê, têkiliyên Kurd û DYAyê girtin dest. Rubin stratejiya bikaranîna serhildaneke di pêşengiya Kurdan de ji bo lezkirina guhertina rejîmê Îranê wekî qumareke bi rîsk pênase kir. Rubin anî ziman ku ev qumar metirsiya dubarekirina têkçûnên stratejîk ên sedsala 20an di xwe de dihewîne û wiha got: “Serhildanên etnîkî dikarin rejîmekê bêîstiqrar bikin, lê gelek caran serhildanên wisa serkeftî ji ber hin sedemên berjewendiyan ji desthilatdariyên neteweperest re dibin diyarî.”

‘CIAyê Trump teşfîq kir’

Rubin bi gotina, “Fikra Serok Donald Trump, ku ji aliyê Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) ve hatiye teşwîqkirin, ku ji bo destpêkirina serhildanekê li Îranê Kurd bi kar bîne, dê hem ji bo armanca guhertina rejîmê li Îranê û hem jî ji bo Kurdan bi xwe bibe şaşiyeke giran” hişyarî li rêveberiya Trump kir. Rubin wiha got: “Îran ku berî sala 1935an ji aliyê rojavayiyan ve wekî Persya dihat nasîn, tevî sedsalên desthilatdariya xanedanî û sînorên lawaz, xwedî dîrokeke hema hema bênavber bûye. Digel vê yekê, Îranî derbarê hewldanên ji bo perçekirina welatê xwe de bi guman in. Hêzên derve gelek caran bi serokên herêmî re hevbendiyên demkî ava dikin.”

‘Dersek divê Kurd bizanibin’

Rubin li ser polîtîkayên Ingilîstanê yên têkildarî Îranê jî rawestiya daxuyand ku Ingilîstanê di sedsala 19êmîn de li dijî Rûsyayê ji bo parastina Hindistanê fikirî ku Îranê wekî dewleteke serbixwe bi kar bîne. Rubin wiha nivîsand: “Di dawiyê de, Împaratoriyên Brîtanî û Rûsî Îran li gorî qadên xwe yên bandorê dabeş kirin; ev yek heqaretek bû ku ji kolonyalîzma kevn jî xerabtir bû. Demeke kurt piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Şêx Hazal, serokekî eşîrên Ereb ku li herêma wekî Xorremşarê dijiya, hewl da ku bi piştgiriya Brîtaniyan emîrtiya xwe ava bike. Dema ku Riza Xan (bavê Şahê ku di sala 1979an de hate hilweşandin) kontrola herêmên derdora Îranê xist destê xwe, Brîtaniyan piştgiriya xwe dîsa vegerandin Tehranê. Ev dersek e ku divê Kurd wê fêr bibin, bi taybetî li ber çavê sozên mîrê tacdar ê niha Reza Pêhlewî yê ji bo navendîkirinê û rexne û şermezarkirina wî ya li dijî Rojhilatê Kurdistanê li Îranê.”

‘Divê Kurd pir baldar bin’

Rubin derbirî ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, Yekîtiya Sovyet piştgirî da cudaxwaziya Azarbaycanê ya li Îranê û di destpêkê de red kir ku hêzên xwe vekişîne û ev yek bû sedema krîza yekem a Şerê Sar. Rubin êrişa Sedam Huseyîn a sala 1980yan a li ser Îranê wekî mînak nîşanda û bi bîr xist ku Rêberê Şoreşê Ayetullah Ruhullah Xumeynî êriş wekî tunekirina Îranê nîşanda û gel li dora xwe kom kir. Li ser mijarê Rubin diyar dike ku êrîş û serhildaneke bi navenda Kurdî dê îdiayên Rêberê Bilind ê rehmetî Elî Xameneyî yên wê demê dubare û piştrast bike ku DYA û Îsraîl ne ji bo guhertina rejîmê, lê belê ji bo tunekirina Îranê êriş dikin. Rubin wiha didomîne: “Helbet, niyeta Waşîngtonê ne ev e, ji ber vê yekê divê Kurd pir hişyar bin.”

‘Îran hêzên Azerî li Kurdistanê bi cih dike’

Di nivîsê de Rubin agahiyek balkêş dide û dibêje ku rejîma Îranê bi awayek kevneşopî endamên Mihafizên Şoreşa Îslamî yên Azerî li Kurdistana Îranê bi cih dike û wiha dibêje: “Ji ber ku Azerî kuştina Kurdan ne tenê wekî karekî lê di heman demê de wekî kêfxweşiyekê jî dibînin. Her çend hevkariya DYAyê bi Kurdên Iraqê re piştî Operasyona Bahoza Çolê ya sala 1991an serketî bû jî, amadebûna Tirkiyeyê ji bo piştgiriya herêma qedexeya firînê ev yek pêkan kir.”

‘Rejîm bikeve pêşiyê DYA dê îxanetê li Kurdan bike’

Li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê jî Rubin diyar dike ku berovajî salên 1991an îro Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan li şûna hêzê bide Kurdan, dixwaze wan bişkîne û ne tenê fikra stargeheke ewle, lê heta fikra destûrdayîna firîna balafirên Amerîkî li ser Îranê jî red dike. Rubin wiha pêde diçe: “Ketina Kurdan a Îranê wekî rîskeke xeter ji bo xwe dibîne. Eger Kurd di hilweşandina rejîmê de bi ser bikevin û Îraneke nû ya nermtir derkeve holê, Amerîka dê di rêza pêşîn a kesên ku xiyanetê li Kurdan dikin de be. Di dawiyê de, eger Washington neçar bimîne di navbera tevahiya Îranê û tenê deh milyon Kurdên Îranî de hilbijartinê bike, ew dê tevahiya Îranê hilbijêre û xiyanetê li wan Kurdan bike yên ku Trump niha piştgiriya wan dike.”

‘Divê Kurd li Sûriyê binêrin’

Rubin polîtîkayên demên dawî yên DYAyê yên li Rojavahayê Kuridistanê bi bîr xistin û bal kişand ser van xalan: “Ji bo mînakeke baştir, pêdivî ye ku Kurdên Îranê tenê li Sûriyê binêrin; ji ber ku Trump û nûnerê wî Tom Barrack bi kêfxweşî Rojava, herêma herî demokratîk, nerm û fonksiyonel a Sûriyê, feda kirin da ku Erdoganî dilxweş bikin. Ne hewce ye ku Trump jî bi Kurdên Iraqê bawer be. Hem Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya Bafil Talabani û hem jî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Masûd Barzanî bi alîkariya Komara Îslamî ya ji bo qaçaxçitiya petrol û materyalên din bo sûdweriyeke berfirehtir a li ser sînor, bi milyaran dolar qezenc dikin. Eger rejîma Îranê bikeve, ew pere dê winda bibe.”

‘Kurd divê pêşiyê tedbîran daxwaz bikin’

Rubin anî ziman ku eger Kurdên Îranê tevbigerin, divê ew hin daxwazan bikin da ku pêşî li dubarebûna karesata Rojava bigirin. Rubin wiha got: “Ya yekem, divê Dewletên Yekbûyî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteya xwe ya rêxistinên terorîst derxîne. PKKê tu carî êrîşî Dewletên Yekbûyî nekiriye. Rêveberiya Serok Bill Clinton, deh salan piştî destpêkirina serhildanê û heta piştî ku bi Tirkiyeyê re dest bi danûstandinên li ser firotina helîkopteran kirin. Li ser vê munasebetê PKK wekî rêxistineke terorîst îlan kirin.  Amerîkayê mil bi mil bi komên girêdayî PKK’ê re xebitî da ku DAIŞê têk bibe, lê paşê destnîşankirina PKKê wekî rêxistineke terorîst ji aliyê Tirkiyeyê ve bi kar anî da ku îxaneta Washingtonê rewa nîşan bide.

‘Divê DYA dest ji pênaseya terorê berde’

Têkildarî mijarê Rubin got ku divê DYA dest ji pênaseya terorê berde û ev tişt gotin: “Eger Wezîrê Derve Marco Rubin bixwaze dawî li vê destnîşankirina terorîstiyê bîne, ew dikare îro vê yekê bike. Divê Kurd her wiha daxwaza serbestberdana Abdullah Öcalan ji girtîgehê jî bikin. Ew Nelson Mandela yê Kurdan e; Erdogan jê ditirse ji ber ku Kurd dê li dora wî kom bibin. Heke herêmeke qedexeya firînê ku ji Încîrlîk û Dîyarbekirê li Tirkiyeyê û Kurdistana Tirkî were birêvebirin pêk neyê, divê Amerîkî vê yekê ji Hewlêrê birêvebibin.  Dibe ku Barzanî li dijî vê yekê derkeve, lê tevgera Kurdistanî tu carî ne tenê li ser eşîra wî bûye; divê ev bibe rêya wî ya qenciyê û  divê bike. Dibe ku Kurd serxwebûnê bixwazin, lê dibe ku ev li Îranê ne mimkun be. Divê serokên Kurd armancên xwe yên dawî, ango federalîzm û rêveberiya herêmî ya watedar, eşkere bikin. Ev ji bo Îraniyên din ên ku bi şaşî bawer dikin ku mafên Kurdan û azadiya Îranê li dijî hev in, îkna bibin. Trump hez dike ku berî gihîştina lihevkirinekê, zextan zêde bike. Li şûna dubarekirina şaşiyên berê, divê Kurdan fêm bikin ku derfeta danûstandinê niha ye û divê ji kesî bawer nekin.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

2 TÎRMEH 2026
Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne