• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rojnamevan Weysî Tallî: Ji rastiya rênûsa wan tirsiyan

16 SIBAT 2025 - 14:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
“Desthilatdar ji pênus û kamerayên ragihandina azad ditirse. Hedefgirtina Rojnamevan Azîz Koyluoglu plankirî bû û girêdanbûna xwe bi hevdîtina Iraq û Hakan Fîdan re heye. Emê wek şagirtên şehîdan hîn zêdetir têbikoşin û heta dawî emê şopdarê heqîqetê bin.”
Armanc Herekol

Yek ji pêşengê Ragihandina Azad, rojnamevan Azîz Koyluoğlu di 27ê Mijdara 2025an de li herêma Ranya ya ser bi Silêmaniyê ve, di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Têkildarî şehîdxistina Rojnameger Azîz Koyluoglu û êrişên li ser endamên ragihandina azad Rojnamevan Weysî Tallî ji Ajansa Welat (AW) re peyivî.

‘Roj nîne êrişî ragihandina azad nekin’

Weysî Tallî di destpêka axaftinên xwe de, di şexsê Rêhevan Nazim, Cîhan, Gulistan, Hêro û Ezîz de tevahî şehîdên ragihandina azad bi rêz û minetdarî bibîr anî û got: “Ez li ber keda wan bejna xwe ditewînim. Di van demên dawî de operasyonên taybet li ser rojnamevanên ragihandina azad tên plankirin. Li Bakurê Kurdistanê girtin û êşkence heye, li Başûrê Kurdistanê tên qetilkirin û girtin. Li Rojava jî heman şêwazî tên hedefgirtin û qetilkirin. Ragihandina azad rastiya heyî ji bajar bigire heta çiya û gundan ji raya giştî re parve dike û bûye dengê gelê bindest. Rol û mîsyonek mezin li ser milê ragihandina azad heye. Roj nîne rojnamevan rastî êrişan neyê.”

‘Desthilatdar ji rastiyê ditirse’

Rojnamevan Weysî Tallî bal kişand li ser tirsa desthilatdaran a li beranberî ragihandina azad û wiha pêde çû: “Rojnamevan ji ber nûçe û rastiya heyî, rastî êrişan tên û ji aliyê dagirkeran ve tên qetilkirin. Em van êrişan bi tûndî şermezar dikin. Em dizanin, desthilatdar ji rastina ragihandina azad ditirse. Ragihandina azad nebe wê gel bê bîr û hiş bimîne. Ragihandina desthilatdarê rastiya heyî nade. Zilm û dagirkeriya heyî ji aliyê ragihandina desthilatdaran ve rewa tê dîtin. Ji ber vê yekê jî di pêvajoyên wiha girîng de ragihandina azad rolê xwe dileyîze. Ji Bendava Tişrînê bigire heta Herêmên Parastina Medyayê, ragihandina azad li ser kare. Rojnamevanên jin di hedefa desthilatdarê de ye. Em dibînin ku ragihandina desthilatdaran dixwaze ragihandina azad bêdeng bikin. Lê ev yek bi ser nakeve. Wê timî ragihandina azad rastiyê ragihîne.”

‘Ji bo rastiyê canê xwe feda kirin’

Weysî Tallî di berdewamiya axaftinên xwe de fedayîtiya rojnamevanên azad vegot û destnîşankir ku endamên ragihandina azad bi fedakirina canê xwe xebat dikin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Cîhan, Nazim, Gulistan û Hêro bi fedakirina canê xwe rastiya heyî ji me re ragihand. Mamostayê me yê hêja Ezîz Koyluoglu ku rastiya Başûrê Kurdistanê radigihand, hate hedefgirtin. Hedefgirtina rêhevalê me Ezîz îspat dike ku ragihandina azad rolek çiqas mezin dileyîze. Dijmin tengav bûye û êrişî hemu beşên civakê dike. Di warê hiquqî de ev êrişên li ser ragihandina azad sûce. Ev di qada navnetewî û zagonî de nayê qebulkirin. Lê mixabin heta niha jî bêdengiyek heye.”

‘Şopdarên rêya heqîqetê bûn’

Herî dawî Rojnamevan Weysî Tallî wiha qala kesayeta şehîdên ragihandina azad kir: “Ez bi Şehîd Nazim, Gulistan, Hêro û Ezîz re jiya me. Me bi hev re kar kiriye. Kesayetên pir bi hêja û dilsozê welatê xwe bûn. Hertim ji bo civaka xwe kar dikirin û heta kêliyên jiyana xwe ya dawî şopdarên rêya heqîqetê bûn. Emê wek şagirtên wan hîn zêdetir xebat bikin. Dema ku êrişî Rêheval Ezîz hatî kirin, Hakan Fîdan bi Iraqê re hevdîtin dikir. Girêdanbûna xwe bi hev re hene. Em bêdengiya Iraq û YNK’ê jî şermezar dikin. Divê Iraq û YNK demildest li dijî van êrişan bibin xwedî helwest. Ji xwe PDK diyare bi dijmin re kar dike. Divê rojek ji ya din zutir dawî li van êrişan bê û mafê rojnamevanên azad bên parastin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne