• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamegerê sînornenas: Azîz Koyluoglu

Mahmût Altintaş / AW

9 SIBAT 2025 - 09:10
Kategorî: ROJANE
A A

Şirnex – Rojnameger Azîz Koyluoglu bi êrişa SÎHA ya dewleta Tirk hat kuştin. Rojnameger Azîz Koyluoglu li çar aliyên Kurdistanê ji bo ragihandina heqîqetê têkoşiya û mîrateyeke mezin li dû xwe hişt. Rêheval û hempîşeyên Azîz Koyluoglu ku bi wî ferî rojnamegeriyê bûnê jî dibêjin, “Bi 10an Azîz wê li pêy şopa wî bin.”

Kordînasyona Giştî ya YRDê aşkera kir ku rojnameger Azîz Koyluoglgu di 27ê çileyê de li navçeya Ranya ya Silêmaniyê di encama êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de hatiyê kuştin. Beriya niha jî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19 qanûna 2024an de di encama êrişa dewleta Tirk de li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatibûn kuştin. Her wiha di 23ê tebaxê de jî rojnameger Gulistan Tara ve Hêro Bahadîn jî li Silêmaniyê dîsa di êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de hatibûn kuştin. Rojnameger Azîz Koyluoglu jî weke rojnamegerên beriya wî hatibûn kuştin ji ber ragihandina heqîqetê bû hedefa dewleta Tirk.

Kêdkarê Çapemeniya Azad Azîz Koyluoglu di sala 1976an de li navçeya Xana Axpar a Amedê ji dayik dibe. Malbata Azîz Koyluoglû jî malbateke welatparêz e û di serhildana Şêx Saîd de cih girtine. Lewma ew hê di temenê xwe yê zarokiyê de rastiya rewşa welat, zilma dewleta Tirk a li ser gelê kurd nas dike. Ew bi çanda serhildana Şêx Saîd û berxwedana Mazlûm Dogan mezin dibe. Azîz Koyluoglu di nav malbateke welatparêz de mezin dibe û dibe şahidê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Bi nasîna Tevgera Azadî ya kurd re têkoşîna wî ya li dijî metîngeriyê jî dest pê dike.

‘Min famkir li Kurdistanê bêyî azadiyê jiyan nabe’

Azîz Koyluoglu ji ber xebatên xwe yên siyasî gelek caran rastî zext û tundiyan tê. Lê tu car dev jî têkoşînê berneda. Hê di temenê zarokiyê de ango di 16 saliya xwe de rastî îşkeceyan tê. Azîz Koyluoglu li ser girtina xwe û îşkenceya ku dîtiyê dibêje, “Di temenê zaroktiyê de ez girtim û avêtim zindanê. Weke gelek zarokên kurd êşkence û zorî li min kirin. Min fam kir ku li Kurdistanê bêyî azadî jiyan nabe.” Azîz Koyluoglu piştî tê berdan jî têkoşîna xwe didomîne. Azîz Koyluoglu ku di sala 1996an de li Amedê dest bi xebatên siyasî kiriyê piştre berê xwe dide metropolên Tirkiyeyê û li wir jî xebatên xwe didomîne. Azîz Koyluoglu ji ber xebatên xwe yên siyasî 3 caran tê girtin.

Têkoşîna heqîqetê bir çiyayê Kurdistanê

Azîz Koyluoglu, li pêy doza heqîqetê ya Gurbetelî Ersoz û Halîl Dag bi rê dikeve û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di sala 200an de weke rojnameger li Herêmên Parastina Medyayê li Qendîl, Xakurkê, Xinêrê xebatên rojnamegeriyê dike. Li çiyayên Kurdistanê, şahidiya têkoşîna gerîlayan dike û bi kamera û pênûsa xwe rastiya têkoşîna gerîlayan û çiyayên Kurdistanê radigihîne. Weke evîndarê welatê xwe li her bihosteke çiyayên Kurdistanê digere û têkoşîna gelê xwe ji cihanê re radigihîne. Lewma ew bi xebata xwe dibe rojnameger û têkoşerê welat û gelê xwe.

Li pêy Şoreşa Rojava

Hempîşe û hevrêyên Rojnameger Azîz Koyluoglu, têkildarî têkoşîn û sekna wî de dibêjin ‘Li ku têkoşîn hebû rojnameger Azîz Koyluoglu jî bi kamera û pênûsa xwe li wir bû. Her li rex gelê xwe bû. Şahide êş, girî û serkêftina gelê xwe bû. Ew hertim dengê gelê xwe bû. Lewma piştî şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pêkir nekarî li cihê xwe bisekine û berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Rojavayê Kurdistanê li benda şoreşê bû ew jî li pêy şoreşê bû. Bû şahidê şoreşa 19ê Tirmehê ango Şoreşa Gelan a Rojava. Bi kamera û pênûsa xwe Şoreşa Gelan li hemû cihanê re ragihand. Ew rojnamegerê Modernîteya Demokratîk bû. Tovên Modernîteya Demokratîk li Rojava dihat reşandin. Lewma ew jî yek jî ji wan tovan bû. Li gelek bajar, navçê û gundên Rojava digere û avakirina jiyana nû ya herêmê ji cihanê re radigihîne.”

Dema di sala 2018an de dewleta Tirk êrişî Efrînê kir ew jî li wir bû. Rojnamegerê çapemeniya Azad Azîz Koylûoglu dema dewleta Tirk êrişî Efrînê dike ew jî berê xwe dide çiyayê Kurmênc û berxwedana 58 rojan radigihîne û sûcên şer ên dewleta Tirk derdixînê hole. Dema dewleta Tirk êrişî Girê Sipî û Serêkaniyê dike vê carê berê xwe dide wan deveran û li wir jî bi kamera û penûsa xwe berxwedana li dijî êrişan tê dayin ji hemû cihanê re radigihîne.

Tevlî kervana nemiran bû

Ji bo Azîz Koyluoglu welat ne bajarek an jî deverek bû. Wî sînorên serdestan nas nekir. Li her bihosteke welat şopa wî hebû. Piştî Rojavayê Kurdistanê berê xwe dide Başurê Kurdistanê û xebatên xwe yên rojnamegeriyê li wir didomîne. Li Helêr, Kerkuk û Silêmaniyê li pêy heqîqetê têkoşîna xwe bê navber didomîne. Ew yek jî ji wan kesan bû ku pîsporê herêmê bû. Rastiya civakî, siyasî, aborî û çandî ji nêz vê dişopand. Bi nûçe, nivîs û nirxandinan rastiya herêmê ji rayagiştî re radigihand. Heta dawiya emrê xwe li pêy heqîqetê bû. Ew rêviyê heqîqet û jiyana azad bû. Lewma bû hedef ji dewleta Tirk re. Li rojeke zivistanê dema ji bo nûçe diçê navçeya Ranya ya Silêmaniyê rastî êrişî SÎHA ya Dewleta Tirk tê û di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dide. Azîz Koyluoglu yek jî rêwiyê heqîqetê di 27ê çileyê de tevlî kervana nemiran dibe.

‘Bi 10an Azîz perwerde kiriyê û li şûna wî ne’

Rojnameger Azîz Koyluoglu yek jî mamosteyê Çapemeniya Azad bû. Gelek kes li ber destê wî ferî rojnamegeriyê bûn û tevlî têkoşîna ragihandina heqîqetê bûn. Hewreyên wî yên Ajansa Rojnewsê ku qala wî dikin, dibêjin ku ew yek jî wan kesan bû ku hemû dirûşmeyên ji bo Çapemeniya Azad tên berz kirin di kesayeta Azîz Koyluoglu de pêkhatibû. Hevrêyên wî destnîşan dikin ku merivekî dilnizm û kêdkar bû. Tînin ziman ku ew zanyarekî siyasî, civakî û rojnamegeriyê bû û dibêjin: “Azîz Koyluoglu bi zanyariya xwe ya li ser herêmê jî bala hevreyên xwe kişandiye.” Hemû hevreyên wî yên ku em jê re axivîn dibêjin Azîz Koyluoglu rojnamegerekî serkêftî bû ye û çi kar hebû ye pêkaniyê. Hevreyên wî dema qala wî dikin gotin di devê wan de dimîne. Mîrateyeke mezin li pêy xwe hiştiyê û hevreyên wî yên ku ji wî ferî rojnamegeriyê bûnê jî ew mîratê rakirinê ser milan. Hevalên wî bi van gotina qala Azîz Koyluoglu dikin; “Bi pênûs û kameraya xwe têkoşîna azadiyê dimeşand. Keseyeta wî jî keseyeteke şoreşgerî bû. Li Maxmûr heta Şengal, Kerkuk. Li Hewlêr heta Silêmanî. Her wiha li Rojava û Bakur jî xebitiyê. Ew hem rewşenbîr û hem jî şoreşger bû. Yek jî pêşengê Çapemeniya Azad bû. Bi dehan rojnameger perwerde û pêywîrdar kiriye. Her tim derdora xwe perwerdê dikir. Li gor pêwistiya şoreşê ragihandina azad pêk dianî. Şehedata wî valahiyeke mezin û bandoreke mezin li me kir. Lê wî bi 10an Azîz perwerde kiriye û li şûna wî ne. Ew ê tu car pênusa wî li erdê nêhelin. Ji ber wê ji Dewleta Tirk tu carî nikare bi kuştina rojnamegeran encam bigire. Bi 10an Azîz wê li pêy şopa heval Azîz û rojnamegerên hatinê kuştin bin.”

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne