• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

Stenbol / AW

10 HEZÎRAN 2026 - 20:11
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Stenbol – Li Stenbolê Rêxistinên Rojnamegeran xwestin hempîşeyên wan Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz, Muslum Koyun û tevahî rojnamegerên girtî werin berdan.

Di 3yê Sibatê de operasyona qirkirina siyasî li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê pê hat lidarxistin. Rojnameger Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun jî di operasyonekê de hatibûn binçavkirin û girtin. Ev nêzî 5 meh in Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun, girtî ne û tenê di derbarê Muslum Koyun de îddianame hatiye amadekirin. Hevalên Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun ji bo balê bikişînin ser rewşa rojnamegerên girtî û piştgiriyê bikin li Tunela Taksîmê daxuyanî dan.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, OHD û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê rojnameger Hêlîn Ozgun ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de peyama rojnamegerên girtî hate xwendin. Rojnamegerên girtî diyar kirin ku ew ji meha Sibatê ve girtî ne û wiha gotin: “Li dijî girtinê em di girtîgehê de rojnamegertiyê dikin. Ev 4 meh in îdianameya me di holê de tune ye. Êrişên li ser rojnamegeran her ku diçe zêde dibe lê em jî paş ve gav navêjin. Pênûsa me ji aliyê hevalên me ve hate hilgirtin. Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin.”

‘Hevalên me ji ber ku rojnamegertî kirine hatin girtin’

Hêlîn Ozgun diyar kir ku diyar kir ku ew dixwazin hevalên wan yên rojnameger werin berdan û got: “Hevalên me, kedkarên ETHAyê 128 roj in di girtîgehê de ne. Ev nêzîkî 5 meh in li ser girtina wan derbas bûye, lê hîn jî li dijî wan tu îdianame nehatiye amadekirin. Em dizanin ku hevalên me ji ber ku rojnamegertiyê kirine hatine girtin. Wan dengê têkoşîna jinan bilind kirin, li ser komkujî, xizanî, berxwedan û rastiyên ku gel dijiya dikirin nûçe. Wan rewşa Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, karkerên ku ji bo mafên xwe li dijî sermayeyê li ber xwe didin, ciwanên ku qadan tijî dikin û daxwaza edaletê dikin, kuştinên jinan û kesên LGBTÎ+ û polîtîkayên qeyûman anîn rojeva civakê. Tiştên ku nayên dîtin eşkere kirin û tiştên ku nehatine bihîstin eşkere kirin. Çêkirina nûçeyan ne sûc e.”

‘Em lêpirsîn, binçavkirin û girtinan qebûl nakin’

Di berdewama axaftina xwe de Helîn Ozgun bi bîr xist ku li gorî raporên rêxistinên pîşeyî gelek rojnamevan bi polîtîkayên cezakirinê yên sîstematîk re rû bi rû dimînin û wiha domand: “Her girtinan de em rastî îşkence û heqaretê dimînin. Em lêpirsîn, binçavkirin û girtinan rojnamegeran qebûl nakin. Em careke din diyar dikin: Hûn nikarin rojnamevanan bêdeng bikin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol a ku di 1ê Hezîranê de, di bîranîna Ethem Sarisuluk de li Enqereyê hatibû binçavkirin û berdan, bû hedefa hin medyaya alîgir a desthilatê. Em van hedefgirtinan qebûl nakin. Hedefgirtina rojnamegerên Kurd bi taybetî Sema Bîngol, nayê qebûlkirin. Her wiha em êrîşên li dijî NÛJINHAyê şermezar dikin. Em hedefgirtina çalakiyên weşanê û hewldana bêdengkirina rojnamevanan a bi peyamên gefxwarinê qebûl nakin. Em piştgiriyê didin NÛJINHAya dengê jinan.”

‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’

Di dawiyê de Helîn Ozgun da zanîn ku dê têkoşîna wan ya bi hempîşeyên xwe re bidome û wiha derbirî: “Divê hemû rojnamegerên girtî werin berdan. Divê hemû zextên li ser çapemeniya azad bi dawî bibin. Divê karkarên ETHAyê Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum werin berdan. Bijî rojnamegerî, bijî hevgirtina rojnamevanan. ETHA û rojnameya Atilimê tevî binçavkirin, girtin û her cure zext û astengiyan jî nayên bêdengkirin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”

Daxuyani bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Etîket: 5 mehElîf Bayburtgirtiinar GayipMuslum KoyunNadiye GurbuzRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

16 TÎRMEH 2026
Nafî Ergun ê ku 22 salî bû hate girtin, di 52 saliya xwe de hate berdan

Nafî Ergun ê ku 22 salî bû hate girtin, di 52 saliya xwe de hate berdan

10 TÎRMEH 2026
Besiye Ozer piştî 30 salan hate berdan

Besiye Ozer piştî 30 salan hate berdan

6 TÎRMEH 2026
Rojnemevan Berfîn Ay hat binçavkirin

Dema binçavkirina rojnemeger Berfîn Ay hat dirêjkirin

6 TÎRMEH 2026
DFG: Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin

DFG: Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin

3 TÎRMEH 2026
Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne