• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Neşmîl Ebdî: Ev çalakî berdewamiya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ye

Mansur Kuyumcu / AW

7 ÇILE 2026 - 09:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Rojhilatê Kurdistanê 11 roj in bi pêleke nû ya çalakiyan dilerize. Çirûska ku ji ber krîza aborî û giranbûna jiyanê vêket, di demeke kurt de veguherî qêrîna azadiyê û nerazîbûna li dijî sêdaran. Rojnameger û aktîvîsta Mafên Mirovan Neşmîl Ebdî diyar kir ku çalakiyên tên lidarxistin berdewamiya şoreşa û serhildana “Jin jiyan azadî” ye.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û gelek navendên Îranê, ev 11 roj in ku dengê nerazîbûnan qet ranewestiya ye. Çalakiyên ku di destpêkê de li Tehranê wekî nerazîbûna li dijî bêqîmetbûna pereyên Îranê û krîza aborî dest pê kirin, bi gihîştina bajarên Rojhilatê Kurdistanê rengekî siyasî û civakî girtin û hemû kêşêyên jiyanî hewand. Di serî de li bajarên Îlam û Kirmanşanê û navçeyên wan li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê bi sed hezaran kes li ber zilma rejîma Îranê serî radike û bi şev û roj xwepêşandanan li dar dixin û daxwaza mafên xwe û azadiyê dikin.

‘Dema mesele dibin Kurd, çekên şer têne bikaranîn’

Rojnameger û endama Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Neşmîl Ebdî rewşa dawî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê nirxand û got: “Hê jî li Îlam, Kirmanşan, Hersîn, Melekşa û ji Loristanê Kuyeşt, Ezna û Nûrava xwepêşandan bi şev û roj didomin. Her çiqasî li van bajaran rewş gelekî xerab be jî nexasim li Melekşayê rewş hîn xerabtir e. Li Melekşayê zilm û zordariyeke nedîtî heye. Komara Îslamî ya Îranê, li hemû deveran dixwaze gelên Îranê biçewisîne lê dema mesele Rojhilatê Kurdistanê û gelê wê be, rasterast xwepêşandanan wekî kêşêyeke ewlehî dibîne û çekên şer bikartîne. Di xwepêşandan de bêdudilî keleşnîkof, çekên saçmeyî û gazên rondikrêj bikartîne. Komara Îslamî, roja şemiyê bi guleyan erîşeke mezin bir ser xwepêşandêrên li Melekşayê. Di wê êrîşê de di demeke gelekî kurt de zêdetîrî deh kes hatin qetilkirin.”

‘Bexişandina xwînê tê astengkirin’

Neşmîl Ebdî da zanîn ku dermankirina birîndaran tê astengkirin û derbarê vê yekê de van agahiyan dide: “Gelê Melekşayê bi lezgînî kesên birîndar gihandin nexweşxaneyan, gelekî ji wan ji ber ku zêde xwîn ji dest dabûn di rê de canê xwe ji dest dan. Ji birîndarên ma yî gel daxwaziya bexişandina xwînê kir, lê kesên ku diçûn xwînê bidin li ber deriyê nexweşxaneyê dihatin sekinandin û nedihiştin ji bo birîndaran xwîn bê bexişandin.”

’24 saet nexweşxaneya Îlamê hate dorpêçkirin’

Neşmîl Ebdî bang li raya giştî ya navneteweyî kir û got: “Divê rê nedin ku Komara Îslamî ya Îranê li dijî xwepêşandêran çekên şer bikar bîne. Komara Îslamî, zêdetirî 24 saetan Nexweşxaneya Îlamê dorpêç kirin û bi çekên şer êrişî nexweşxaneyê kirin, terman direvînin û haya kesî ji kuştî û birîndaran tine ye.”

Neşmîl Ebdî qala amarên çalakiyê jî kir û got: “Ev tenê kesên ku ji aliyê Hengawê ve nasnameya wan tê zanîn yanî ev amare zêdetir in. Li gor amarên berdest, pêla binçavkirina welatiyan gelekî zêde ye ku ji van kesan agahî nayê hildan. Heta niha zêdetirî hezar kes hatine girtin ku 400ê wê wekî Hengaw me tesbît kirin e. 400 kesên ku me eşkere kirin e, 41ê ji wan zarok, 23 kes jin û ji nav temamê 400 girtiyan jî 170 kes Kurd in. Heta niha 25 kesan canê xwe ji dest daye ku 11ê kesê ji wan Kurd in.”

‘Ji bo rejîmê darvekirin tekane amûra siyasetê ye’

Neşmîl Ebdî bi bîr xist ku destpêkê gelên Tehranê ji ber neçariya aborî dengê xwe bilind kirin lê piştî demeke kurt ev deng li temamê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bû û got: “Niha li 200 bajaran ev xwepêşandan her berdewam in. ” Neşmîl Ebdî qala helwesta çalakiyan kir û axaftina xwe wiha domand: “Piştî demekê ev deng di nava xwe dengê dijeyatiya rejîmê jî hewand û rasterast dirûşmeyên wek ‘Hilweşe Komara Îslamî’ û ‘Bimre Xamaney’ tên berzkirin. Komara Îslamî bi darvekirinan xwest gelan serkut bike, bitirsîne û civakê kontrol bike. Ji bo Komara Îslamî ya Îranê, darvekirin tekane amûra siyasetê ye. Lê tevî îhtîmala canê xwe ji dest bidin jî gel derdikeve kolanan û ji bo jiyaneke bi rûmet ji her carê bihêztir nerazîbûna xwe diqîre.”

‘Berdewamiya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ye’

Neşmîl Ebdî bal kişand ser şoreş-serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mirov dikare van xwepêşandanan wekî berdewama şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pênase bike, ji ber ku dîsa Komara Îslamî ya Îranê ji bo xwe jinan wekî tehdîteke mezin dibîne. Ji ber vê yekê jî em agahiyê ji jinên hatî desteserkirin nikarin bigrin û jin tim bi belgeyên nehiqûqî têne veguhestin ber bi cihên ne diyar.
Komara Îslamî, qene bi zextên navneteweyî rûbirû nemîne, torên înternetê lawaz dike an jî gelek caran bi temamî qut dike. Komara Îslamî her çiqasî astengiyan ji bo saziyên mirovî, aktîvîst û rojnamegeran derîne jî, wê tu astengî nikaribe pêşiyê li me bigire. Em ê wekî Hengaw di hemû şert û mercan de bibin dengê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

 

Etîket: çalakiyên Rojhilatê KurdistanêRejîma ÎranêRojhilatê KurdistanêXwepêşandanên li Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne