• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

Amed / AW

29 HEZÎRAN 2026 - 19:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kedkarê Çapemeniya Azad Mazlûm Erencî di 15emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Hempîşeyê wî Mehmet Alî Ertaş di bîranînê de axivî û got ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), kedkarê Çapemeniya Azad Mazlûm Erencî yê ku di 29ê Hezîrana 2011an de di şerekî li gundewarê navçeya Çemîşgezekê ya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anîn. Malbata Erencî, hempêşeyên wî, nûnerên saziyan û siyasetmedar beşdarî bîranîna li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê bûn. Beriya bîranînê gora Mazlûm Erencî bi kurdeleyên kesk û sor û zer û gulan hat xemilandin. Piştre girseyê ji bo şehîdên Çapemeniya Azad deqeyek rêz girtin.

‘ Çapemeniya Azad têkoşîna nifşan e’

Di destpêkê de Hevserokê DFGê Selman Çîçek axivî û got: “Me duh kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci li Enqereyê spart axê, her wiha em çûn ser gora Huseyîn Aykol û îro jî em Mazlûm Erencî bi bîr tînin. Her sê hevalên me jî nûnertiya nifşekî dikirin. Gava em dinêrin, em dibînin ku Çapemeniya Azad têkoşîna nifşan e. Mazlûm li her devera ku diçûyê bi kenê xwe hîn dikir. Em careke din soz didin wî û şehîdên Çapemeniya Azad. Em ê mîrateya têkoşîna ku wan daye ser milên me biparêzin û berdewam bikin.”

‘Xebatkarên Çapemeniya Azad riya me ronî dikin’

Rojnameger Mehmet Alî Ertaş ê ku bi Mazlûm Erencî re xebitîbû jî wiha axivî: “Mazlûm yek ji rojnamegerên herî ciwan bû. Rojnamegerî baş nîşan dida. Kesekî pir çalak û jêhatî bû. Di çarçoveya çalakiyên jêkirina por de ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, wî jî porê xwe jê kiribû. Ji ber ku yek ji zarokên ku kevir avêtibû polîsan bû, doz li wî jî hat vekirin. Piştî ku 9 mehan di girtîgehê de ma, rojnamegerî kir. Ji ber cezayê ku lê hatibû birîn, tev li nav refên gerîla bû. Li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da. Xebatkarên Çapemeniya Azad riya me ronî dikin. Em li vir soz didin wî, em ê ala ku wan li pey xwe hiştiye hilgirin.”

‘Ew şehîdên me ne, rûmeta me ne’

​Herî dawî dayîka Mazlûm Erencî, Remziye Erencî axivî. Remziye Erencî pêşî bixêrhatina kedkarên Çapemeniya Azad kir û got: “Mazlûm hevalekî kedkar û xebatkar bû. Mazlûm bi gotinan nayê vegotin, ji bo naskirina wî divê mirov bi wî re bijiya. Çendî xemgîn bim, ewqasî jî bi wî serbilind im. Ew şehîdên me ne, rûmeta me ne. Em ê li pey keda wan bin. Heta ku em dayîk sax bin, em ê bibêjin; aştî.”

 

Piştî axaftinan rojnameyên Azadiya Welat û Yeni Yaşamê danîn ser gora Mazlûm Erencî. Bîranîn bi danîna qerenfîlan û xwendina duayan bi dawî bû.

Etîket: AmedBîranînDFGMazlûm Erencîsalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne