• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Denîz Firat di salvegera 11an de hate bibîranîn

Wan / AW

8 TEBAX 2025 - 15:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Denîz Firat ji aliyê MKG, DFG û hevpişeyên xwe ve li ser gora xwe hate bîranîn. Endama DFGê û MKGê Oznûr Deger di bîranînê de axivî û got: “Çawa ku me pênûsa Deniz Fırat li erdê nehişt, em ê pênûsa hevalên xwe yên din jî li erdê nehêlin.”

Rojnameger Denîz Firat ku di 8ê Tebaxa 2014an de di êrişa DAIŞê ya li ser Wargeha Penaberan a Maxmûrê de jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera 11emîn de li ser gora xwe ya li gundê Xecxatûn a ser bi navçeya Ebexa Wanê ve hate bibîranîn. Endam û rêveberên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnamevan, malbata Denîz Firat, rêveberên DEM Partiyê, parlamenterên DEM Partiyê Gulderen Varli û Mahmut Dindar û Dayikên Aştiyê beşdarî bîranînê bûn. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

‘Em ê qelemên hevalên xwe di tozê de nehêlin’

Endama DFG û MKGê Oznûr Deger ewilî di bîranînê de axivî û bal kişand ser girîngiya demên dijwar a li Kurdistanê û got: “Wateya îro têkoşîna Denîz Firat e. Denîz Firat dema ku wekî rojnameger nûçe dişopand di êrişeke DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Em bi rêzdarî li ber têkoşîna wî bejna xwe ditewînin. Çapemeniya azad ji salên 1990î vir ve di têkoşîneke mezin de ye. Çawa ku me pênûsa Denîz Firat li erdê nehişt em ê ya hevalên xwe yên din jî li erdê nehêlin. Dema ku em li jiyana Denîz Firat dinêrin mirov gelek hestiyar dibe. Wê ji temenê ciwaniyê heta jiyana xwe ji dest da şahidiya zilmê kir. Li dijî van hemûyan, ew tev li refên azadiyê bû. Ev pêvajo bi saya têkoşîna Denîz Firat û hevalên wê gihîşt van rojan. Em jî soz didin ku em ê li ser rêya cangoriyên ragihandinê bimeşin.”

‘Em heta li ser gorê jî di bin dorpêçê de ne’

Piştre birayê Denîz Firat, Seyat Yildiztan axivî û wiha got: “Denîz Firat di sala 1999an de bi malbata xwe re koç kir. Em li ber têkoşîna hemû kesên ku di vê têkoşînê de şehîd bûne, bejna xwe ditewînin. Em ê her tiştî bikin da ku pêvajoya heyî bigihînin encamê. Em hatin ku goristanê ziyaret bikin, lê hem di dorpêçê de ne. Bi vî rengî aştî nayê bidestxistin. Em aştî û wekheviyê dixwazin; tu daxwaza me ya din tune ye.”

‘Navekî din ê pêvajoya aştiyê Denîz e’

Parlamentera Gulderen Varli jî axivî û got: “Gotinên ku li ser gora hevala min hatine nivîsandin ev in: Dibe ku bi salan em hatibin paştguhkirin, lê têkoşîna me pir mezin bû. Belê, heval Denîz, te rêya me ronî kir û nîşanî me jinan da ku em jin çawa dikarin têkoşîna xwe bilind bikin. Îro, navekî din ê pêvajoya aştiyê Denîz e. Em ji te re spasdar in.”

Beşdaran qerenfîl danî ser gora Denîz Firat û bername bi dawî bû.

 

Etîket: DFGMKGRojnameger Denîz Firat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

22 ÎLON 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

4 ÎLON 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne