• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Cafer: Wê gel û HSD şoreşê mîsoger bikin

Bazîd Evren /AW

15 ÇILE 2025 - 08:25
Kategorî: ROJANE
A A
Wan – Rojnameger Zinar Cafer anî ziman ku hemû beşên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya ku serferberî bê îlankirin, di nava seferberiyê de bûn û got: “Gel û şervanan biryar dane ku wê bi hev re vê şoreş û destkeftinê biparêzin û mîsoger bikin.”

Li Sûriyê di 27ê mijdarê de komên Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) û Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) êrîşek birin li ser Helebê û dû re jî di 8ê kanûnê de paytexta Sûriyê Şam kete bin kontrola HTŞê. Beşar Esad jî Sûriye terk kir û çû Rûsyayê. Ji wê demê ve êrîşên SMO yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Li herêmên Tişrîn û Qereqozaqê şerekî giran heye. Li dijî van êrîşan Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Yekininên Parastina Jinan (YPJ), Yekininên Parasina Gel (YPG) û Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê li ber xwe didin û nahêlin ku komên SMOyê pêşvebiçin.

Rojnameger Zinar Cafer, geşedanên dawî yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji Ajansa Welat re nirxand. Zinar Cafer, anî ziman ku hedefgirtina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber didome û bi taybetî jî jin û zarok têne hedefgirtin. Zinar Cafer anî ziman ku li herêmê Tirkiye û SMOya girêdayî wê sûcên şer dikin û êrîşên xwe piranî dibin ser herêma Tişrîn û Qereqozaqê. Zinar Cafer, diyar kir ku li wan herêman HSD, YPJ, YPG û Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê berxwedaneke mezin didin û got: “Ev berxwedan ji bo gel jî peyameke ku li Tişrînê destan tê nivîsandin. Gel jî piştgiriya vê berxwedanê dike û li pişt şervanên xwe disekine. Gel û şervanan biryar dane ku wê bi hev re vê şoreşê, vê destkeftinê biparêzin. Piştgiriya gel moraleke mezin dide şervanan.”

‘Wê fikra netewa demokratîk mîsoger bikin’

Di berdewamiyê de Zinar Cafer bal kişand ser netewa demokratîk û wiha axivî: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve destnîşan dikin ku ew ê li ser esasê Netewa Demokratîk ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêşkêşî wan kiriye, bigihijin azadiya xwe.” Zinar Cafer, da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikra Netewa Demokratîk şoreşa xwe pêk anîn û wiha domand: “Wê ji niha û pê ve jî vê fikra netewa demokratîk mîsoger bikin. Gel, dibîne ku şervanên wan li ber xwe didin, ew jî naxwazin bêdeng bimînin. Çi dema ku şer giran bû, gel bi xwe dest bi çalakiyan dike û li hemberî êrîşan dibin mertal. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê rihê dixwazin li kêleka şervanên xwe bisekinin. Kesên ku nikarin biçin cihên şer, bi rêyên cûda tev li vê berxwedanê dibin. Dayik bi çêkirina xwarinê, ciwanên ku nikaribin şer bikin bi derfetên heyî, bi kar û barên cûda çi ji destê kê bê li dijî van êrîşan dikin. Hemû beşên civakê berê ku serferberî ji hêla Rêveberiya Xweser ve bê îlankirin, di nava seferberiyê de bûn û piştgiriya hêza xwe dikirin.”

‘Gel, ji bilî serkeftinê tişteke din qebûl nake’

Zinar Cafer, bi bîr xist ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara encamxistina şoreşê daye. Zinar Cafer, diyar kir ku gel bi vîn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel, çawa li Tişrînê bûne mertaleke zindî, li ser vê esasê soz jî dane ku yan ew ê bi ser bikevin yan dê bi ser bikevin. Beriya şoreşê digotin ‘yan mirin yan serkeftin’, lê niha dibêjin ‘yan serkeftin yan serkeftin’. Ji bilî serkeftinê êdî gelê vir ti tiştên din qebûl nake. Çi li herêmên dagirkirî dibe çi jî herêmên din, gava gel dikevin di bin kontrola çeteyan de rastiyê îşkence û hovitiyan tên. Lewma dikevin wê ferqê ku fikra netewa demokratîk ji bo wan xelasbûneke. Ev yek ji nêz ve tecrube kirine. Gihiştine wê rastiyê ku dibêjin ‘HSD rûmeta me ye’.”

‘Tevî êrîşan jî gel dîsa avadike’

Bi domdarî Zinar Cafer, da zanîn ku ev bi salan e êrîş li ser herêmê heye û anî ziman ku taybetî Tirkiye binsazî û cihên xizmetguzariyê dike hedef. Zinar Cafer, bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt got: “Kengî cihek hat hedefgirtin gelê herêmê diçe wir û wê derê dîsa ava dike. Ev jî vê rastiyê derdixîne hole, çiqas êrîş hebin jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî van êrîşan vala derdixîne û bi vê rihê li ber xwe dide. Tevî hemû êrîşan jî pêdiviyên gel qût nebûne û tevî hedefgirtina binesaziyê jî gel bi hev re dîsa saz dike.”

‘Daxwaza me Sûriyeke nenavendî û demokratîk e’

Zinar Cafer, siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nirxand û wiha bi dawi kir: “Piştî hilweşîna Rejîma BAASê gelên li Heleb heta Şamê di bin xetereyeke mezin de ne. Mezheb, çîn, neteweyên cûda ku ne misilman in, rastiyê êrîşên hovane tên: “Çeteyên ku fermana 73yemîn li serê Şengaliyan anî, niha jî li bajarên Sûriyê bi cih bûne. Ev yek xetereyeke gelek mezin bi xwe re tîne. Zarokên DAIŞê niha li van herêman dixwazin fikra îslama radîkal bidin avakirin. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li saziyên navneteweyî ku azadiya jin û neteweyan esas digirin,dikin ku bila berê xwe bidin wan herêman. Bi rastî jî ew herêm di nava xetereyeke mezin de ne. Ev yek ne dûrî fermana 73yemîn ya Êzidiyan e. Em di medyaya dîjîtal de dibînin, serjêkirin, kuştin, guhertina demografîk ku heman tişt li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî hwd. kirin, dixwazin li Heleb, Tartos, Lazkiye, Hema, Hûmûs, Şam hwd. jî pêk bînin. Dixwazin wan ji axa wan dûr bixin, bitirsînin ku fikra îslama radîkal di wan de bi cih bikin. Niha di navbera MSD û Rêveberiya Demkî ya Sûriyê de dan û standin heye, daxwaza me ew e ku Sûriyeke nenavendî, demokratîk, dûrî fikreke radîkal, pirrengî bê avakirin û şoreşa Rojava bê mîsogerkirin.”

 

Etîket: gelHSDMSDRêveberiya XweserZinar Cafer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

12 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Parlamento ji bo qanûnan li benda çi disekine?

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Parlamento ji bo qanûnan li benda çi disekine?

10 TÎRMEH 2026
Li navçeyên Dîlokê serdanên gel: Em dixwazin vê pêvajoyê temam bikin

Li navçeyên Dîlokê serdanên gel: Em dixwazin vê pêvajoyê temam bikin

5 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne