Riha-Berpisyarê Ofîsa MSDê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku ew ketine qonaxeke nû ya siyasî û dîrokî û wiha got: “Pêvajoya têkoşînê bi dawî nebûye lê rêbaz guherîne. Me berê bi hêza leşkerî û Rêveberiya Xweser hebûna xwe diparast, niha dem dema wê ye ku em destkeftiyên gelê xwe di nav dewletê de bi destûr û qanûnan biparêzin û daîmî bikin.”
Piştî peymana 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser-Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rojava û Sûriyeyê de berdewam dike. Li gorî peymana 29ê Çileyê gelek saziyên leşkerî, îdarî û hwd. entegre bûn. Di 24-25ê Tebaxê de li Şamê di çarçoveya temamkirina bendên peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSD û Şamê de hevdîtinên krîtîk hatin kirin. Di hevdîtinê de heyeta Rojava gelek daxwazên xal bi xal radestî heyeta Şamê kir. Demeke kurt piştî niqaşkirina mijarên girîng derbarê zimanê kurdî û erka Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed de ji hêla serokkomarê Sûriyeyê daxuyaniyek fermî hat dayîn. Li gorî daxuyaniyê zimanê kurdî bû zimanê fermî ya perwerdeyê, Mazlum Ebdî bû şêwirmendê serokkomarê Sûriyeyê û Îlham Ehmed jî bû parlamenter.
Li ser geşedanên ku li Sûriyeyê diqewimin Berpirsiyarê Ofisa Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî ji ajansa me re axivî.
Di avakirina Sûriyeya nû de cih girtin
Hesen Mihemed Elî da zanîn ku piştî ku rejîma BAASê li Sûriyeyê hilweşiya, ew ketine nav lêgerînekê ku çawa bibin şirîkê dewleta nû û karibin bi wan re bixebitin û wiha got: “Piştî ketina rejîmê, di meha adarê de peymanek hat çêkirin. Armanca vê peymanê entegrasyona hemû saziyên Rêveberiya Xweser û HSDyê bû û heyama wê salek bû. Piştî wê, ji bo Şamê me diviyabû peymana 1ê nîsanê pêk bianiya lê ev rewş nemeşiya, bi ser neket û veguhast şerekî. Esas, em di wê qenaetê de bûn ku piştî ketina rejîmê divê mirov li Şamê amade be ji bo ku di avakirina Sûriyeya nû de cih bigire. Mînak, li Iraqê dema Sedam ket, di destpêkê de Kurd û Şîeyan rola xwe girtin û Suniyan xwe dûr xist; lê Sunî piştî 20 salan nû dixwazin rola xwe vegerînin. Ji bo vê yekê jî rewşeke bi vê rengî derket holê. Me jî got ku divê em vê derfetiyê ava bikin. Lê rewşa me hinekî vala ma û pêş neçû. Mudaxeleyên me jî hebûn, hinek mudaxele ji aliyê wan ve jî hebûn. Ji ber ku siyaseta dewletên cîhanê hatibû guhertin, dihat xwestin ku em guhertinekê zû û bi wêrekî bikin. Li ser vê yekê peyman pêk hat. Piştî şerê ku di 18ê çileyê de çêbû, di 29ê çileyê de lihevkirineke nû çêbû. Li gorî peymanê, diviyabû ev proses di mehê de biqediya; lê ev 7 mehan berdewam kir. Sedama vê yek; ji bo ku rewş careke din venegere berê û nebe sedema aloziyê û kaosê; ya duyem jî siyaseta cîhanê ji bo şerekî nû ne guncaw e. Em dixwazin lihevkirinek çêbibe û li Sûriyeyê aramî pêk bê. Li ser vê bingehê ev gav hatin avêtin.”
‘Ev pêvajoya guherîna dîrokî fêmkirin û zihniyeteke nû dixwaze’
Hesen Mihemed Elî bi lêv kir ku HSD artêşeke mezin e û gelek şaxên wê hene, ji aliyekî din ve YPJ heye û her wiha asayiş jî hêzeke mezin e û ev tişt anî ziman: “Meseleya guherînan ne hêsan e, feraset û zihniyetê dixwaze. Ji aliyê me ve jî hinek nerazîbûn hebûn. Ku tu ji rewşa xweseriyê derbasî rewşeke entegre û giştî bibî, hinekî wext dixwaze heta ku bê qebûlkirin. Guherîn bi xwe ne hêsan e. Vê pêvajoyê berê jî di dîroka Kurdan de, di sala 2000î de dema ku stratejiya Kurdan hat guhertin û niha jî di pêvajoya aştiyê ya li Bakur dest pê dike de rola xwe lîstiye. Ev pêvajoya guherîna dîrokî fêmkirin û zihniyeteke nû dixwaze. Ji ber ku tiştên tu berê pê hîn bûyî, guherîna wan demê distîne. Di encamê de ev hevdîtinin û divê em vê pêvajoya entegrasyonê bi dawî bikin. Ji ber ku dema bi dawî nebe, dem dirêj dibe; ev 7 meh in berdewam dike. Metirsiya ku pêvajo vegere berê heye, lê em naxwazin şerekî din çêbibe. Em dixwazin destkeftiyên Kurdan li gorî peymanê biparêzin.”
Mijara HSD û YPJê
Di dirêjiya axaftina xwe de Hesen Mihemed Elî da zanîn ku di entegrasyonê de hinek pirsgirêkên wan hebûye ku diviyabû ew li ser nîqaş bikin û wiha pêde çû: “HSD hêzeke mezin e. Wan çar lîwa qebûl kiribûn, lê hejmara HSDyê ji çar lîwayan pir zêdetir e. Lîwayên wan ji 1300 kesî pêk tên, lê lîwayên di artêşa Sûriyeyê de berê ji 3 hezar heta 5 hezar kesî bûn. Dema bûn çar lîwa, beşeke mezin a hêza HSDyê li derve dima. Ev bû mijara muzakere û diyalogê. HSDyê got ku em naxwazin hêza me li derve bimîne û em nikarin wan bişînin malê jî, ji ber ku ew gelê me ne. Vê dawiyê li ser vê mijarê lihevkirinek çêbû ku hêza HSDyê hemû bi awayekî demkî tev li bibe û kes li derve nemîne. Meseleya YPJê wekî hêzeke jinan di ast û bandora cîhanê de yekem car e ku derdikeve holê. Di artêşên cîhanê de hêzeke wisan a jinan tune ye, ji ber vê yekê ev bû pirsgirêk û mijara gotûbêjê. Di encama lihevkirinê de biryar hat dayîn YPJ di nav hêzên ewlehiyê de wekî hêzeke taybet cih bigire. Armanca me ew bû ku YPJ wekî hêzeke yekgirtî bimîne, neyê belavkirin û wekî kom bimîne. Ev prensîb hat qebûlkirin. Di hevdîtina dawî de di navbera rêveberiya YPJ û Wezîrê Ewlehiya Navxweyî de lihevkirinek çêbû ka ew ê çawa wekî hêzeke dijî-terorê cih bigirin. Ev pirsgirêk jî bi vê awayî hat çareserkirin.”
‘Meseleya me ziman ji fermanê mezintir e’
Hesen Mihemed Elî bal kişand li ser meseleya Zimanê Kurdî û ev nirxandin kir: “Meseleya ziman jî di rojevê de bû. Wan fermanek derxistibû û xwestibûn vê di peymanê de di nav madeyên peymana 2018 û 19an de cih bikin. Yanî wek rêbaza berê hefteyê çend saet ders dayîn. Lê Birêz Mazlûm Ebdî ev yek qebûl nekir û got ku meseleya me ya Kurdî ji fermana we mezintir e. Ferman gaveke erênî ye, cara yekê ye di dîroka Sûriyeyê de fermanekî wisa derdikeve, lê têrê nake. Ev mijar bi Cîgirê Wezîrê Perwerdeyê û Wezîrê Xwendina Bilind re hat nîqaşkirin. Lihevkirinek çêbû û me got divê Serokkomar jî vê qebûl bike. Di civîna berê de nîqaş kiribûn û nermbûnek ji aliyê wan ve çêbûbû. Wexta berê wan digot divê bibe dersa bijarte, ne ku fermî be. Di civîna dawî de wan nêzîkbûneke erênî nîşan da û hat qebûlkirin. Mijara têkoşîna me ew bû ku ziman bibe zimanekî fermî yê dewletê. Mijarên din ên wekî rêveberiya parêzgehan û tayînkirinan nabin pirsgirêkên mezin, pirsgirêka esasî ziman e.”
‘Em dikevin pêvajoyeke nû û ji bo Kurdan tekoşîneke nû ye’
Hesen Mihemed Elî diyar kir ku berê jî li ser erkdarkirina Birêz Mazlûm Ebdî nîqaş hatibû kirin û wiha axivî: “Cara yekem e ku Kurd di koşka serokamar de kar û barên wisa de cih digirin. Me got heke pirsgirêka bi Zimanê Kurdî çareser bibe, em ê bikevin pêvajoyeke nû. Ji bo Birêz Îlham Ehmed jî hat pêşniyarkirin ku di meclisê de di rêveberiya komîteya karên derve de cih bigire. Bi giştî, di vê rêyê de têkoşînek mezin çêdibe. Hinek astengî ji aliyê me ve jî derketin û nav ragihandinê de jî hatin şopandin. Hinek alî hene ku dixwazin rewşê provoke bikin. Piştî bûyerên Serêkaniyê, metirsiya şerekî nû çêbû lê em naxwazin mintiqê Kurdayetiyê bikeve nav şerekî din, ji ber ku şer ji bo me ne baş e. Em ê vê yekê çawa binirxînin? Divê em rêbazên xwe yên berê biguherînin. Berê me civaka Kurd û hebûna xwe bi hêza leşkerî xwe diparast. Niha em ketine qonaxeke nû; divê em hebûna Kurdan bi destûr û qanûnan biparêzin. Meseleya leşkerî demkî ye, ne daîmî ye. Ev pêvajoya nû zanebûneke nû dixwaze. Bi dîtina min, di vê sedsalê de rewşa Kurdan hatiye guhertin, şûna ku em li derveyî dewletê li ser bingeha hêzê muzakere bikin, niha em dikevin nav dewletê û kar û barê Kurdî bûye mijara sereke ya serokomarê. Berê li Sûriyeyê û parçeyên din, Kurdî wekî pirsyar hisiyata ewlehî û teror dihat dîtin. Niha ew bûye mijara Koşka Serokomar û li ser vê kar û barê jî Birêz Mazlûm Ebdî disekine. Ev tiştekî nû ye ji bo Kurdan.”
‘Em ê mafên xwe di destûr û qanûna de biparêzin’
Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku mesele ne tenê erkgirtina Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed e, mesele ew e ku doza Kurdî mesafeyek bigire û wiha pê de çû: “Berê li ser me Kurdan siyaseta qirkirin û înkarê hebû, Kurd bê nasname kirin, piştî 2011an, doza Kurdî bû dozeke siyasî û me xweserî ava kir. Piştî ketina rejîmê, peyman û muzakere çêbûn û niha jî tevlîbûna nav dewletê çêdibe. Erka me ew e ku em destkeftiyên xwe di nav dewletê de biparêzin. Divê em van têkoşînan bi rêbazên nû bimeşînin. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê berê şer hebû û niha pêvajoyeke nû bi stratejiyeke nû dest pê dike, li wir jî Kurd dibin beşekî esasî ji dewletê. Zemîna vê têkoşînê çêbûye. Ji bo me jî ev gav xwedî zihniyet û çandeke nû ye. Divê tu wekî sazî kar bikî. Wateya têkoşînê dibe ku biguherin berê têkoşîn şer, mitîng û xwepêşandan bûn; niha têkoşîn ew e ku tu bi kesên qabîliyetdar û pispor di saziyên dewletê de cih bigirî û mafên xwe bi destûr û qanûnan biparêzî.”
‘Doza Kurdî dawî nebûye’
Her wiha Hesen Mihemed Elî anî ziman ku di navbera Kurdan de pêvajo bi hev re girêdayî ne û diyar kir ku pêşketina li Rojavayê dê bandorê li Bakur bike û ya Bakur jî dê li parçeyên din ê Kurdistanê bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê me yî Kurd divê bizanibe ku me têkoşînek mezin kir û bi hezaran berdêl hatin dayîn. Lê di dema nû de ev têkoşîn ne ji bo ku em heta heta şer bikin e; me şer kir ji bo ku em bigihîjin aramiyê û pêşerojeke baş ji bo nifşên nû ava bikin. Niha derî vebûne. Rêya hezar gavî bi gava yekem dest pê dike. Tecrubeyeke mezin a siyasî, dîplomatîk, rêxistinî, civakî û rêveberiyê çêbûye.Dema em van tecrubeyên xwe bînin nav dewletê, ev yek dê dewletê bêtir demokratîk bike. Berê dibe ku Kurdek bi tenê di nav dewletê de cih bigirtibûya û bandor nedikir; lê niha tu wekî rêxistin û bi hişmendî diçî. Gelê me divê baweriya xwe zêde bike. Wekî ku berê tu tişt li Bakur tunebû û kesî bawer nedikir, niha dewleta ku berê tu înkar dikirî te qebûl dike.Rêbazên berê yên ku tenê bi serhildan û têkçûnê bi dawî bûn divê dubare nebin. Niha encama vê têkoşînê vediguhere siyasetê, hem li Bakur hem jî li Rojavayê. Kurdên niha ne Kurdên berê ne. Em ê fêr bibin ka çawa siyaseta xwe bikin û bi destûrê mafên xwe biparêzin. Têkoşîn xilas nebûye, ev pêvajoyeke nû ye. Doza Kurdî dawî nebûye. Ev destpêka pêvajoyeke nû û pirreng e. derfetên me di nav dewletê de dê bêtir bibe. Gelê me divê li derdora vê yekê bicive û baweriya xwe zêde bike. Çawa ku me ji tunebûnê hebûn çêkir, em ê bikaribin di nav dewletê de jî cihê xwe bigirin û destkeftiyên xwe bi destûrê biparêzin da ku daîmî bibin.”












