• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Roja sêyemîn a Festîvala FîlmAmedê bi nîşandana ‘Bîra Sûrê’ bi dawî bû 

Amed / AW 

28 ÎLON 2025 - 22:48
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET, ROJANE
A A
3yemîn roja Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn ku sê roj in bi fîlmên cihêreng didome îro bi belgefîlma“Bîra Sûrê” bi dawî bû. Derhêner Azad Altay ê piştî nîşandana fîlmê axivî, diyar kir ku bi armanca bîra Sûrê tu car neyê jibîrkirin belgefîlm kişandin. 

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn ku îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” tê lidarxistin di roja sêyemîn de didome. Festîval îro bi Kargeha Amadekirina Projeyan a Amedê ya Eurasiadocê dest pê kir. Di kargeha ku bi sernavê “Ji ramanê ber bi fîlm ve, di sînemaya belgefîlman de derfetên vegotinê” li Çand Amedê hate lidarxistin de Samuel Aubin û Gulîz Saglam axivîn.

Di nava rojê de bi rêzê fîlmên “Xurbeta Sêyem” , “Demsala Tirî” , “Îsmaîlê Me” , “Îkona Mezin a Dawîn: Dêra Surp Gîragos”, “Meşa Îrisê” , “Stêrka Li Ser Xetê” , “Habîbûllah” , “5 Xulekên Dawîn” li Çand Amedê û Şanoya Bajêr a Amedê hatin nîşandan. Gelek sînemahez fîlm temaşe kirin û dûre ji bo fîlmên temaşe kirin li Sindoqa Dengdayînê ya Juriya Geldeng dan.

Fîlmên cihêreng hatin nîşandan

Fîlmê “Xurbeta Sêyem” ku derhêneriya wê Medîha Guzelgundike kir,qala Komkujiya Gurgumê, sedemên koçberbûnê û travmayên jinên ku bûne şahidê komkujiyê û koçber bûne vedibêje. Fîlmê “Demsala Tirî” ku derhêneriya wê Ebrahîm Hesarî kir, hevalbendiya tiriyên gihiştî vedibêje. Fîlmê “Îkona Mezin a Dawîn: Dêra Surp Gîragos” ku derhêneriya wê Eren Kahraman kir, çîroka dêreke ermenan a li Amedê û cimaeta wê, ji rabirdûyê heta niha çi jiyane çawa dixwazin bijîn vedibêje. Fîlmê “Îsmaîlê Me” ku derhêneriya wê Fatîn Kanat û Onder Înce kirin û qala jiyana nivîskar Îsmaîl Beşîkçî dike. Fîlmê “Meşa Îrisê” ku derhêneriya wê Bûrcû Guler kir, qala zehmetiyên ku Îrisa LGBTÎ ye dikişîne vedibêje. Fîlmê “Stêrka Li Ser Xetê” ku derhêneriya wê Bêrîvan Sarûhan kir, qala bûyereke ku şêniyên bajarokê Dirbêsiyê yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê di salên 1990î de jiyane dike. Fîlmê “Habîbûllah” ku derhêneriya wê Adnan Zandî kir, qala Habîbûllah Zangî yê bi dehan salan stranan distrê û di demekêde rastî astengiyan tê dike. Fîlmê “5 Xulekên Dawîn” jî ku derhêneriya wê Şehram Maslakhi kir, qala Taha Ghaffari ku dixwaze ji bo welatekî beşdarî lîstikên olîmpiyatan bibe.

Fîlmê ‘Bîra Sûrê’

Di roja duyemîn a festîvalê de herî dawî fîlmê “Bîra Sûrê” ku derhêneriya wî rojnameger Azad Altay dike, hate nîşandan.

Li navçeya Sûrê ya dîrokî ya Amedê di salên 2015 û 2016an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî vê qedexeyê bîra gelekî hat armanckirin. Belgefîlma bi navê “Bîra Sûrê” ji rêwîtiya bîrê ya ji êrişên li dijî kuçeyên dîrokî yên ku bidîwarên betonî hatine dorpêçkirin, ber bi taxên “nû” ve ye.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û CHPê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, rojnameger û bi sedan kesan belgefîlm temaşe kirin. Her du eywanên ku fîlm lêdihate nişandan jî tijî bûn û gelek kes li ser piyan man.

‘Ev bîr bîra gelê Kurd û Kurdistanê ye’ 

Piştî fîlm hate nîşandan. Temaşevanan li çepikan dan û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Dûre derhênerê fîlm Azad Altay derket ser dikê û berî ku axaftina xwe bike şêniyê Sûrê Îsmaîl Uzmez ku di Sûrê de birîndar bûbû û di belgefîlm de cih digire gazî ser dikê kir. Azad Altay ê li vir axaftineke kurt kir, diyar kir ku bi armanca bîra Sûrê tu car neyê ji bîrkirin belgefîlm kişandin û wiha got: “Ji bo ku kesên piştî deh salan werin vê axê nebêjin ev avahiyên hatine çêkirin û weke girtîgehê ne nebêjin Sûr e ev belgefîlm kişand. Her çiqas em vê belgefîlmê bi ‘Bîra Sûrê’ bi nav bikin jî ev di esasê xwe de ne tenê bîra Sûrê ye. Ev bîr di heman demê de bîra gelê Kurd û Kurdistanê ye.”

‘Sed sala gelê Kurd di belgefîlmê de bû’ 

Dûre Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir kulîlk da Azad Altay û Îsmaîl Uzmez û axaftineke kurt kir. Keskîn Bayindir diyar kir ku belgefîlm her çiqas ser Sûrê hatibe çêkirin jî sed sala gelê Kurd tê de dît û wiha got: “Me di vêbelgefîlmê de dîroka xwe dît. Em bejna xwe li ber şehîd û cangoriyên Sûrê yên bêgor, navdar û bênav ditewînin. Îro avahiyên Sûrê weke Zindana Amedê ne. Dixwazin jiyaneke wiha li me ferz bikin. Lê gelê Kurd çawa li Zindana Amedê berxwedaneke dîrokî dan û îro tu wateya wê nema. Em ê liderdora Sûrê dîsa ruhê xwe biçikînin û berxwedan û bîr û hafizaya xwe her tim bi bîr bînin. Heta ji destê me were em ê Sûrê ji nû ve ava bikin. Ev berpirsyariya me ye.”

‘Xwestin dîroka Amedê û Kurdistanê bikin girtîgeh’ 

Piştre Dayîka Aştiyê Meryeme Tûra plaket da Azad Altay û bi awayekî kurt axivî. Meryeme Tûra spasiyên xwe pêşkeşî kesên ku belgefîlm çêkirine û wiha got: “Sûr dîroka Amedê û Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê dijmin got ez vê dîrokê bikim girtîgeh. Îro ji me re kirine girtîgeh. Zarokên gelê Kurd li Sûrê canê xwe dan. Em bejna xwe li hember hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Bila ev belgefîlm bibe wesîleya aştiyê. Em naxwazin êdî zarokan Kurdan û Tirkan jiyana xwe ji dest bidin. Bila aştî were vî welatî. Dewleta Tirk hêj ji bo aştiyê tu gav neavêtiye. Gotin bila Serokê Gelê Kurd were li Koma DEM Partiyê ya li Meclisê biaxive. Çima Serok nayê Meclisê naxive? Bila di serî de bi Serokê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin.”

Nîşandana fîlm piştî pirs û bersivan bi dawî bû. Beşdaran dema derketin ji bo belgefîlmê li sindoqa hatibû danîn dengdan. Festîval wê sibê bi nîşandana fîlmên cûr bi cûr bidome.

Etîket: Bîra SûrêFestîvalFilmAmednîşandan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn dewam dike

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn dewam dike

30 GULAN 2026
11emîn Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê bi resepsiyonê dest pê kir

11emîn Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê bi resepsiyonê dest pê kir

22 NÎSAN 2026
Li Îzmîrê Festîvala Fîlman a Penaberan a Navneteweyî dest pê kir

Li Îzmîrê Festîvala Fîlman a Penaberan a Navneteweyî dest pê kir

14 NÎSAN 2026
Maça Amedsporê dê ji TRT Kurdiyê bê weşandin

Maça Amedsporê dê ji TRT Kurdiyê bê weşandin

9 NÎSAN 2026
Festîvala Amara bi coşeke mezin bi dawî bû

Festîvala Amara bi coşeke mezin bi dawî bû

3 NÎSAN 2026
Festîvala Rojên Amarayê bi konsera biheybet didome

Festîvala Rojên Amarayê bi konsera biheybet didome

3 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne