• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

11emîn Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê bi resepsiyonê dest pê kir

Amed / AW

22 NÎSAN 2026 - 21:49
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku îsal bi temaya “Diyalog ji bo aştiyê” bi beşdariya komên şanoyê yên ji 17 welatan hatine tê lidarxistin, bi resepsiyonê dest pê kir.

11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku di navbera 22yê Nîsanê û 2yê Gulanê de bi dirûşma “Diyalog ji bo aştiyê” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi bernameya vekirinê dest pê kir. Festîvala ku di bin koordînasyona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tê lidarxistin, tê de bi giştî 22 lîstik dê bên pêşandan. Dema ku piraniya pêşandanên lîstikan li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên kirin, hin performans jî li qadên vekirî dê derkevin pêşberî temaşevanan. Bernameya festîvalê dê ne tenê bi qonaxan re sînordar bimîne. Çalakiyên ku bi gotûbêj, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan dewlemend bûne, dê bi anîna cem hev a qadên cuda yên şanoyê, atmosfereke zindî ya çand û hunerê bide bajêr. Ji gelek welatan şanoger, stranbêj û temaşevan, hevşaredarên Navend û navçeyên Amedê, endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de mêvanan bi cil û bergên neteweyî û rengîntir peyamên aştî û hevgirtinê dan.

Bername bi derketina Koma Govendê û dengbêjan bi dawî bu. Festîval dê sibê bi lîstika ‘Moraşîn’ li Çand Amedê berdewam bike.

‘Şano naqîre û aşkere dike, ferz nake û wedixwîne’

Seroka Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI) yê Jessica Kaahwa da zanîn ku dem ne dema vekişînê ye, dem dema wêrekiyê ye û wiha axivî: “Werin em şanoyek biafirînin ku wijdana bêxemiyê têk bibe û empatiyê ji nû ve ava bike. Em şanoyê ne tenê wek şahiyê lê wekî hêzek ji bo girêdana mirovan û ramanên civakî ji nû ve piştrast bikin. Şano yek ji wan cihên mayî ye ku li derveyê siyaset, propagandayê ye û li derveyî tirsê bi hev re hevdîtinekê pêk tîne. Ew naqîre û aşkere dike, ferz nake û wedixwîne. Divê şano bersiv bide. Şano rûyê mirovan ji bo krîzên cîhanî vedigerîne. Ew israr dike ku her çîrok girîng e. Ew rastiyên dûr tîne holê û windabûyîna mirovahiyê red dike.”

 ‘Şanoya Kurdî xwedî tecrûbe, rol û mîsyon e’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di axaftina vekirina bernameyê de da zanîn ku ew ê bi festîvala şanoyê bibin dengê aştî û diyalogê û got: “Mêvanên ezîz bi hatina we em gelek kêfxweşbune. Îşev em dixwazin vekirina festivala xwe bi hevre bikin. bi rastî şanoya Kurdî, dîroka şanoya Kurdî ji bo çar parçeyên Kurdistanê gelek girîng e. Şanoya Kurdî xwedî tecrûbe, rol û mîsyon e. Ev rol û misyon îro li Amedê tê avakirin. Aştî ne bi bêdengiyê wê bi axaftina zimanan were.”

‘Dê dengê aştiyê li navçeya Sûrê bilind bibe’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun anî ziman ku bi festîvala şanoyê dê dengê aştî û xwişk-biratiyê xurttir bibe û wiha got: “Yên ku ji derve hatine bajarê me bi ser seran ser çavan hatine. Ev festivala şanoyê dê bibe dengê aştî û diyalogê. Hunermend hemû keda xwe ji bo şano û ji bo aştiyê dimeşînin. Dê dengê aştiyê li navçeya Sûrê bilind bibe.”

Bername bi Koma Govendê û dengbêjan bi dawî bû. Festîval dê sibê bi lîstika ‘Moraşîn’ li Çand Amedê saet 20:30an berdewam bike.

Etîket: AmedFestîvalresepsiyonşano
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne