• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

Wan / AW

16 GULAN 2026 - 17:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Roja ewil ya 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ku Şaxa Egîtîm Sena Wanê li dar dixe, bi gotûbêjên mamosteyên zimanê Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû.

Rûniştina duyemîn ya 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya bi sernavê “Li Kurdistanê Rewşa Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” ku Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê li dar dixe, pêk hat. Di vê rûniştinê de bi moderatoriya Ferhan Aslan, nivîskar Bahoz Baran mijara “Perwerdehî û Rewşa Zimanê Kurdî” û Lêkolînerê SAMERê Serhat Temel mijara “Rewşa Zaraveya Kirmanckî ya Ewroyîne û Ameyoxê Zaravaya Kirmanckî” hatin gotûbêjkirin.

‘Divê em xwedî polîtîka bin’

Ewilî Bahoz Baran axivî û diyar kir ku agirê ku bi mala Kurdan ketiye bişavtin e. Bahoz Baran destnîşan kir ku Kurd neçarin ku weke netewe bifikirin û got: “Îro bişavtin li gelek bajaran bi ser ketiye. Dema ziman diçe, rihê neteweyî jî diçe û hemû xebatên li van bajaran encam nagirin. Heke ziman erzan be her tişt bi ziman re erzan dibe. 200 sal beriya niha Kurd li gundan bûn û pirsgirêkeke wan ya bişavtinê nebû. Lê niha Kurd li bajaran in û divê em li gorî vê polîtîkayên xwe çêbikin. Li Amedê dema yekî/ê Kurdî diaxive dibînin kêfa me tê. Rewşa me ewqas nebaş e. Dem, mekan guherî, gelo em Kurd jî guherîn?”

‘Kirmanc weke firêz tên dîtin’

Lêkolîner Serhat Temel bi zaraveya Kirmanckî axivî û bal kişand ser siberoja zaraveya Kirmanckî. Serhat Temel detsnîşan kir ku li bakurê Kurdistanê yên bi zazakî diaxivin weke firêz tên qebûlkirin û ev yek anî ziman: “Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar hwd. hemû civak Kirmanckî weke zaraveyê duyemîn dibînin. Lewma ez dikarim bibêjim ku Kurmancî ji ber xebatan xwe ji tunebûnê xelas kiriye, lê Kirmançkî hê jî di bin xetereya tunebûnê de ye. Hemû enerjiya me divê ji bo paratina Kirmançkî be.”

Ev beş bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Rûniştina duyemîn bi beşdariya mamosteyên ji Rojava berdewam kir

Dû re rûniştina sêyemîn û ya dawî ya îro bi beşdariya akademîsyenên Rojava berdewam kir. Mamosteya zimanê Kurdî Mîzgîn Hesen mijara “Rewşa Zimanê Kurdî li Rojava” û mamosteya zimanê Kurdî Gulîstan Îsmaîl mijara “Perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” bi rêya Zoomê beşdar bûn û gotûbêjkirin.

‘Di navbera 2011an û 2025an de li Rojava ronesansa Kurdî bû’

Mizgîn Hesen di destpêka axaftina xwe de xemginiya xwe ya dûrbûnê anî ziman û got ku ew sînorên di navbera Kurdan de nahêle Kurd werin cem hev. Mizgîn Hesen derbasî mijara xwe bû û dahatuya rewşa zimanê Kurdî ya li Rojava vegot û wiha axivî: “Piştî Şoreşa Rojava dewleta Suriyeyê li bajarên Kurdan lawaz bû û me jî weke SZK ev derfet bikaranî û li dibistanan bi cîh bûn. Gelek materyalên hînkirina ziman jî ji Mexmûrê hatin û me bi wan dersên Kurdî dan. Li Rojava di 2015an de Zanîngeha Efrinê, di 2016an de Zanîngeha Rojava, di 2017an de Zanîngeha Kobane û di 2020an de jî Zanîngeha Şerqê ku li Reqayê hatin vekirin. Di navbera 2011an û 2025an de li Rojava ronesansa zimanê Kurdî bû.”

‘Kurd ji bo Kurdî di têkoşîneke mezin de ye’

Herî dawî Gulistan Îsmaîl jî bal kişand ser nebûna statuya zimanê Kurdî ya li pêşiya Şoreşa Rojava û wiha got: “Kurdan mafê xwe yên bingehîn di bin şert û mercên xeter de jî parast û bi veşartî zarokên xwe hînî Kurdî dikirin. Piştî şoreşê perwerdehiya bi Kurdî hat destpêkirin û mamosteyên Kurdî hatin gihandin. Li Rojava gel, mamoste û xwendekar ji bo zimanê Kurdî di têkoşîneke mezin de ye û herkes ji bo Kurdî li ser pêyan e. Em dixwazin di hemû sazî û dezgehên Suriyeyê de Kurdî bibe zimanê fermî.”

Piştî axaftinan beşdaran pirsên xwe kirin û roja yekem ya sempozyûmê bi dawî bû.

Wê sibê jî di navbera saet 10:00 û 15:00an de bi moderatoriya mamosteyê Egîtîm Senê Nûrhat Hetav, Dr. Îsmaîl Necmedîn Zengene yê ji Silêmaniyê hatî mijara “Doxî zimanê Kurdî; Weke Zimanî Yasa û Dadwerî li Herêma Kurdîstan de” û akademîsyen Azad Weledbegî yê ji Hewlêrê hatî mijara “Rewşa Zimanê Kurdî di Perwerdehiya Hiqûqê de li Kurdistanê; Derfet û Astengiyên Wê” pêşkêş bikin.

Etîket: 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî3yemîn Sempozyûma Zimanê KurdîLêkolîner Serhat Temelmamosteyên RojavaNivîskar Bahoz BaranŞaxa Egîtîm Sena WanêSaziya Zimanê Kurdî (SZK)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

23 GULAN 2026
‘Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê mafekî neteweyî ye’

‘Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê mafekî neteweyî ye’

18 GULAN 2026
Li Bismilê bi hezaran kes Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Li Bismilê bi hezaran kes Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

18 GULAN 2026
Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

17 GULAN 2026
Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

17 GULAN 2026
‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

17 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne