Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, bi pêşengiya EGE-MEBYADERê de bernameya bîranînê ya ku ji bo kesên di dem û cihên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li Komeleya Piştevaniyê ya Pasûriyan a li Taxa Çamlikûleyê hatibû lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
Malbatên şehîdan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal, Dayikên Aştiyê, endamên Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê Heye, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Zanyarên Olî (DİAYDER), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Îzmîrê û gelek welatî tevli bîranînê bûn.
Bîranîn, bi beşdariya girseyî ya welatiyan û diayên berdewam kir.
Bernameya bîranînê bi tilîlî û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Bernameya bîranînê wê sibê li heman cihî berdewam bike.





















