Roja duyem a bîranîna gerîlayên HPGê û YJA Starê yên Tevgera Azadiya Kurd ên ku di dîrok û li cihên cuda de şehîd ketine bi serdanan bi dawî bû.
Gerîlayên HPGê û YJA-Starê yên ku di dîrok û li cihên cuda şehîd ketine, di roja 2yemîn de bi awayekî girseyî li mala şînê ya 19 Mayisê ya li taxa 19 Mayisê hatin bibîranîn. Di bîranînê de malbatên şehîdan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê û rêveber û endamê gelek partiyên siyasî, TJA, Dayîkên Aştiyê, MEBYA-DER û gelek welatiyên bajêr serdana bîranînê kirin.
Dê bîranîn di roja sisêyan de li Eywana Dawetê ya Vûralê bi xwendina mewlûdê û bi bîranîneke giştî ew ê bi dawî bibe.






















