Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê ku bi dirûşma ‘’Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene’’ tê li darxistin di roja 5emîn de bi Dîwana Dengbêjan û konseran berdewam kir.
Roja 5emîn a 58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê ku bi dirûşma ‘’Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hen e’’ tê lidarxistin îro taxa Aydinlarê li parka ‘’Baxçeyê Milet’’ bi bernameya ‘’Dîwana Dengbêjan’’ a Xalide, Evîn Sindî û Mihemedê Serhedî bi coşeke mezin berdewam kir.
Hevşaredara Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Dengbêj Xalide, Evîn Sindî û Mihemedê Serhedî bi awazên xwe yê xwezayî lawjeyên herêma Serhedê, Botanê û Êzidxanê bi dorvegerî ji bo beşdaran striyan. Piştî lawjeyan plaket ji dengbêjan re hat dayîn û bernameya Dîwana Dengbêjan bi dawî bû.
Aram Tîgran bibîranî
Di şeva 5emîn a mîhrîcanê de Koma Agirê Zerdeş, Koma Rengîn û Hunermend Cevdet Bagca derketin ser dikê. Qada mîhrîcanê bi hezaran mirovî tije bû û gel li ber stranên hunermendan kêfxweşiya mîhrîcanê heta derengê şevê jiya. Hunermend Cevdet Bagca Hunermendê nemir Aram Tîgran bibîr anî strana Ay Dîlberê ji bo beşdaran strî. Roja 5emîn amîhrîcanê bi konsera Hunermend Cevdet Bagca bi dawî bû.
Bernameya sibê
Roja 6an a mîhrîcanê dê bi tevlêbûna gelek weşanxaneyan fûara pirtûkan, panela bi mijara “Bengîtiya hişbirê”, konserên hunermend Eylul Nazlier, Murad Demîr û koma Siya Şevê berdewam bike.





















