• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rêxistina Jinên Kurdistanê di salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de daxwaza bidawîkirina darvekirinê kir

Navenda Nûçeyan / AW

10 ÎLON 2026 - 20:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Rêxistina Jinên Kurdistanê û Rêxistina Dadxwazên Kurdistanê bi boneya salvegera 4‘emîn a şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, teqezî li ser berdewamiya têkoşîna jinan û hemû têkoşerên azadiyê kirin û daxwaza berdana girtiyên siyasî û rakirina cezayê darvekirinê kirin.

Rêxistina Jinên Kurdistanê û Rêxistina Dadxwazên Kurdistanê bi boneya salvegera 4‘emîn a a şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek hevbeş weşandin.

Daxuyanî wiha ye;

“Çar sal di ser destpêkirina şoreşa dîrokî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derbas bûn. Şoreşek ku di nav zilm, cudakarî û tepeserkirinê de derket holê û di dîroka hemdem ya Îranê de bû xaleke werçerxê. Ev şoreş, ku ji aliyê jinan ve ku bi beşdariya ciwanan, karkeran, mamosteyan, xwendekaran, parêzeran û beşên din yên civakê ve hate birêvebirin, ne tenê protestoyek demkî bû; belkû ew destpêka veguherînek kûr a civakî bû ku tirs veguherand berxwedanê, bêdengiyê veguherand qîrînê, daxwazên azadî, wekhevî, edalet û rûmeta mirovan veguherand daxwazek giştî.

Jinên li Îranê nîşan dan ku têkoşîna ji bo rizgariya jinan ji têkoşîna azadî û rizgariya tevahiya civakê nayê veqetandin. Li hember vê guhertinê, desthilatdaran rêya tepeserkirin, girtin, îşkence, darvekirin û çavtirsandinê hilbijart. Lê nekarî îradeya civakê bişkîne.

Xwepêşandanên dawî yên gelê Îranê heman rêyê domandin, rojên ku mirovên ji bilindbûna bihayan, bihayên bilind, xizanî, gendelî û cudakariyê bêzar bûn, ji bo mafê jiyan, azadî û edaletê daketin kolanan. Van bûyeran careke din nîşan dan ku daxwazên aborî, azadîxwaz û edaletê ji hev nayên veqetandin û bêyî azadiyê tu civak nikare bigihije serfirazî û edaletê.

Yek ji berhem û destkeftiyên herî berdewam yên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berxwedana berfireh a jinan li dijî sergirtina bi zorê û rûbirûbûna bi yek ji amûrên herî bingehîn ên desthilatdarî û serdestiya Komara Îslamî ye. Bi milyonan jin bê serpoş an jî bi hilbijartina cilên xwe yên azad li kolanan, zanîngehan, cihên kar û jiyana rojane nîşan dan ku rûmeta mirovan, mafê hilbijartinê û azadî bi zext, gef û cezayan nayên hilweşandin.

Ev nerazîbûna berdewam ne tenê meşrûbûna polîtîkayên dijî jinan ên hikûmetê xistiye bin pirsyarê. Belkû ew bûye sembola bêîtaetiya sivîl û çavkaniya teşwîqê ji bo têkoşîna azadî, wekhevî û mafên mirovan di hemû civakan de. Îro, parastina mafê hilbijartina cil û bergan parastina azadiya hemû welatiyane û gaveke bingehîne ber bi bidawîkirina hemû cûreyên cudakarî û serdestiyê ve.

Di heman demê de, zêdebûna darvekirinan, di nav de darvekirina xwepêşanderan û girtiyên siyasî, ferzkirina cezayên giran li ser çalakvanên sivîl, pîşeyî, siyasî, û berdewamiya zexta li ser rêxistinan, nîşana berdewamiya siyaseta tirsandinê ye.

Li tenişt vê zextê, ​​malbatên dadxwazan tevî gef, gazîkirin, girtin û zextên ewlehiyê jî li edaletê geriyan. Bi zindî hiştina bîranîn û armancên yên jiyana xwe ji dest dane, ew bûne wijdanê bi agahiya civakê.

Dadmendî daxwazeke ji bo rastiyê, edalet, hesabpirsîn û bidawî anîna çerxa bêcezatiyê ye. Îro, dadmendî, ligel berxwedana jinan û têkoşînên sivîl, yek ji prensîbên sereke yên tevgera azadixwaziya gelên Kurd û Îranî ye.

Em, Rêxistina Jinên Kurdistanê û Rêxistina Edaletê ya Kurdistanê, dema ku rêz li bîranîna hemû kesên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane digirin, teqezî dikin ku divê hemû girtiyên siyasî, olî bê şert û merc bên berdan, cezayê darvekirinê bê rakirin, tepeserkirin bê bidawîkirin, hemû cûrên cudakariya zayendî, netewî, olî, çînî bên rakirin. Her wiha mafê hilbijartina cilûberg, azadiyên sereke yên din, bidestxistina wekhevî, edaleta civakî û mafê dadxwaziya malbatên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane, bê mîsogerkirin.

Em bawer dikin ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne bûyerek berê ye. Belkû, ew pêvajoyek zindî û berdewame ku berxwedana rojane ya jin, karker, mamoste, teqawîdbûyî, xwendekar, ciwanan, malbatên dadxwaz û hemû têkoşerên azadiyê ji bo afirandina civakek azad, wekhev, demokratîk û li ser bingeha rûmeta mirovan didomîne.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

29 COTMEH 2026
Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

29 COTMEH 2026
‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

29 COTMEH 2026
Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

29 COTMEH 2026
Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

29 COTMEH 2026
Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

29 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne